Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji KCK’ê peyama Sirri Sureyya Onder: Têkoşîna du gelan kir yek
Kurdistan

Ji KCK’ê peyama Sirri Sureyya Onder: Têkoşîna du gelan kir yek

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Sirri Sureyya Onder karîbû têkoşîna herdu gelan bigihîne hev û destnîşan kir ku xurtkirina têkoşîna demokrasî û aştiyê wê rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna wî be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê piştî wefata Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder peyameke sersaxiyê weşand.

KCK’ê di peyama xwe de ragihand ku xurtkirin û pêşvebirina têkoşîna demokrasî û aştiyê rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna Onder e û got, “Li ser bingeha hurmeta li wî û xwedîderketina li armancên wî, em ê di nava hewldaneke bi vî rengî de bin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo dilsoziya bi bîranîna hêja ya Sirri Sureyya Onder, têkoşîna demokrasî û aştiyê ji cihê ku wî hiştiye hilgirin ser milê xwe û ji bo serxistina vê têkoşînê hîn bêhtir hewl bidin.”

Peyama KCK’ê bi vî rengî ye: “Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku Sirri Sureyya Onder ê hêja jiyana xwe ji dest da, ku ji ber krîza dil 18 rojan di çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê de dihate dermankirin. Li gel ku doktoran gotibûn rewşa wî gelekî giran e jî, mîna her kesî me jî bawer dikir û em jî li bendê bûn ku Sirri Sureyya Onder ê hêja wê vê rewşê derbas bike. Mixabin ev yek pêk nehat. Ewladekî hêja yê gelên me, ku gelek bendewariyên Tirkiyeyê jê hebû û bi karê xwe ku heta niha kir tevkariyeke girîng li têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê kir, mixabin bi vî rengî ji nava me çû. Em dixwazin ragihînin ku ji ber windakirina vî mirovê têkoşînê yê hêja, gelekî xemgîn in. Di serî de malbat û xizmên wî, em sersaxiyê ji hemû hezkiriyên wî, dost û hevalên wî yên kar, civata huner-sînemayê, DEM Partiyê û gelên me re dixwazin. Li pêşberî bîranîna wî ya hêja bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

ŞEHÎDÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ YE

Sirri Sureyya Onder dema ku karê ji bo aştî û demokrasiyê dikir ku karekî gelekî hêja ye, nexweş ket û mixabin jiyana xwe ji dest da. Lewma ew şehîdê aştî û demokrasiyê ye. Sirri Sureyya Onder di heman demê de mirovekî mezin ê têkoşînê ye. Sosyalîst, şoreşger û welatparêz e. Wî jiyana xwe bi têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê derbas kir. Ji bo vê jî berdêlên gelekî giran da. Taybetmendiya wî ya herî girîng ew bû; ku ji aliyekî ve pêşengekî girîng ê têkoşîna sosyalîzm û tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê bû, li aliyê din jî bi piştevaniya bi gelê Kurd re neferekî girîng ê vê têkoşînê bû. Di jiyana xwe de têkoşîna du gelan kir ye û bi vî rengî îdeala li Tirkiyeyê herî zêde tê xwestin, pêk anî. Bi kesayetiya xwe ya hunermendî û karê xwe re tevkariyên gelekî mezin li pêşketina civakî kir. Bi rêya hunera xwe rastiya civakî bi wêrekî, bi bandor û estetîk nîşan da, ya heyî xist ber lêpirsînê û fikir hîn bêhtir kûr kir.

XETA MAHÎR Û YILMAZ GUNEY TEMSÎL KIR

Sirri Sureyya Onder ê hêja ku bi gotinê taybetmendiyên wî yên erênî naqedin, bi jiyan, huner û têkoşîna xwe ya sosyalîzm û demokrasiyê xeta Mahîr, Denîz, Îbrahîm, Yilmaz Guney bi rengekî hêja temsîl kir û bû yek ji neferên girîng ku ev xet gihand vê serdemê. Em wî bi hurmet bi bîr tînin û li pêşberî bîranîna wî ya hêja careke din bejna xwe ditewînin. Ew di meha Gulanê de şehîd bû ku meha şehîdan e. Bi vê wesîleyê em şehîdên meha Gulanê û şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin.

JI BO BÎRANÎNA WÎ DIVÊ EM TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ BI SER BIXÎNIN

Sirri Sureyya Onder ê hêja karekî gelekî girîng karê aştiyê dikir û pêşengî jê re dikir. Bendewariyên gelekî mezin jê hebû, lê belê karê ku heta niha kiribû gelekî mezin bû û li gel hevalên xwe yên din ên kar karên aştiyê gihandibû asteke girîng. Wefata wî ji bo me êşeke giran jî be rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna wî pêşvebirin û serxistina têkoşîna demokrasî û aştiyê ye. Ji ber hurmeta me ya ji bo wî û dilsoziya bi armancên wî re em ê di nava hewldaneke bi vî rengî de bin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo dilsoziya bi bîranîna hêja ya Sirri Sureyya Onder, têkoşîna demokrasî û aştiyê ji cihê ku wî hiştiye hilgirin ser milê xwe û ji bo serxistina vê têkoşînê hîn bêhtir hewl bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ahmet Turk: Bila soza me ji te re be ewlad em ê rêya xwe dewam bikin!
Nûçeya Pişt re Ji HPG’ê bîlançoa şer a meha Nîsanê: Artêşa Tirk a dagirker 9790 carî êrîş kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YRJ û YRA: Biryarên darvekirinê tirsa rejîmê nîşan didin

YRJ û YRA’yê cezayên li rojnamevan Silêman Ehmed, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatine birîn,…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê siyasî Şefîk Esen li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

Girtiyê siyasî Şefîk Esen (36) ku li Girtîgeha Tîpa T a Abolvadîn a Afyonê dihate…

Ji aliyê Stêrk TV

Serdana sersaxiyê ya ji bo malbata gerîlayê HPG’ê Ogmen

Ji bo gerîlayê HPG'ê Taner Ogmen (Herekol Şiyar) ku li navçeya Kerboran a Mêrdînê şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?