Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji Parîsê heta Mulhouse’ê bi hezaran jin ji bo têkoşîna mafên xwe meşiyan
Jin

Ji Parîsê heta Mulhouse’ê bi hezaran jin ji bo têkoşîna mafên xwe meşiyan

Li gelek bajarên Fransayê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, jinan daxwazên xwe yên ji bo wekhevî, azadî û li dijî tundiyê qêriyan. Felsefeya Tevgera Jinên Kurd “Jin, Jiyan, Azadî” di çalakiyan de wekî dirûşmeya sereke derket pêş.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Fransayê di çarçoveya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, bi banga rêxistinên femînîst li seranserê welat li 95 xalên cuda çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku bi banga platforma Grève Féministe di 7-8’ê Adarê de hatin lidarxistin de, jinan destnîşan kir ku 8’ê Adarê ne tenê rojeke sembolîk e, lê roja têkoşîna li dijî nexweşiyan e.

PARÎS

Li paytext Parîsê çalakî ji saetên sibê ve dest pê kirin. Jinan ji saet 10.00’an û pê ve li qada Place de la Bataille de Stalingrad kon vedan û “gundê jinan” ava kirin.

Di nava rojê de li ser ne wekheviya di perwerde û jiyana xebatê de, şîdeta mêr û geşedanên li Îran û Rojavayê panel û gotûbêj hatin lidarxistin. Di qada Stalingradê de her wiha panela ku geşedanên li Rojava, Îran û Amerîkaya Latîn hatin girtin hate lidarxistin. Di panelê de pergala azadiya jinê ya li Rojavayê hate vegotin, her wiha rejîma melayan a li Îranê û polîtîkayên şer ên li herêmê hatin nîqaşkirin.

BORDEAUX

Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, wekî gelek bajarên Fransayê, li Bordeaux’ê jî zêdetirî 12 hezar kes ji bo mafên azadiyê yên jinan derketin kolanan.

Meşa ku bi banga rêxistinên jinan, sendîka û tevgerên cuda yên civakî hat lidarxistin, saet di 13.00’an de li qada Place de la Victoire dest pê kir.

Jinan di dirêjahiya meşê de daxwazên xwe yên wekî mûçeya wekhev, bidawîkirina tundiya li ser jinê, mafên jinên koçber û penaber, têkoşîna li dijî nijadperestî û rastgirên tund qêriyan.

Gelek kolektîfên femînîst, platformên jinan, sendîka û rêxistinên xwendekaran, Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), rêxistinên jinên Elewî, komeleyên koçber û piştevaniyê û rêxistinên jinên koçber beşdarî meşê bûn. Meş li navenda bajêr bi axaftin û bangên piştevaniyê bi dawî bû.

ROUEN

Hunermend û arşîvvana Kurd a li sirgûnê Sarya Nurcan Kaya, li bajarê Rouenê beşdarî bernameyeke 8’ê Adarê bû. Çalaki ji aliyê Parti Communiste Français ve hat organîzekirin. Di vê hevdîtinê de Sarya Nurcan Kaya berxwedana jinên Kurd û jidayikbûna felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” vegot.

Kaya di axaftina xwe ya bi sernavê “Felsefeya ku ji Çiyan Diherike: Jin, Jiyan, Azadî” de destnîşan kir ku ev gotin ne tenê dirûşme ne; ew felsefeyek rastîn a jiyanê ye ku ji êş, berxwedan û hêviya sedsalan çêbûye. Li gorî wê, “Jin, Jiyan, Azadî” di dilê tevgera azadiya Kurd de ji dayik bûye û bi taybetî di nav têkoşîna jinan de wateya xwe ya kûr ditiye.

Sarya Nurcan Kaya di axaftina xwe de got: “Jin, Jiyan, Azadî bangawaziya ji nû ve avakirina girêdana qutbûyî ya di navbera jin û jiyanê de ye.”

MULHOUSE

 

Li Mulhouse’ê, çalakiya ku ji aliyê Collectif féministe du 68 ve ku gelek sazî û rêxistin tê de cih digirin hat lidarxistin, bi beşdarbûneke xurt pêk hat. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser piştevaniya jinan a navneteweyî û têkoşîna hevpar. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûna li dijî bilindbûna rastgirên tund. Berxwedana YPJ’ê ya li Rojavayê hate silavkirin.

Di çalakiya ku xwendekaran bi giranî beşdar bûn de, rê neda provokasyonên rastgirên tund. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî piştevaniya jinan, Jin Jiyan Azadî, ji faşîstan re cih nîn e” berdewam kir. Gelek saziyan daxuyanî xwendin û marşên jinan hatin gotin. Daxuyaniya TJK-F’ê ya Înisiyatîfa Jinê ya Sema Yuce hate xwendin û çalakî bi govendê bi dawî bû.

MONTPELLIER

Li bajarê Montpellier a Fransayê, ji aliyê Kolektîfa Piştevaniya bi Gelê Kurd re ku ji partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civakî pêk tê beşdarbûneke girseyî pêk hat. Meş li qada Place Alpert dest pê kir.

Piştî meşê li qada Komedie mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên ku li ser navê Komeleya Demokratîk a Kurd hatin kirin de hat destnîşankirin ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê çavkaniya îlhamê ye.

Di çalakiyê de her wiha li dijî şîdeta li ser jinê, polîtîkayên şer û êrîşên li ser destkeftiyên jinan banga têkoşînê hate kirin.

         

        

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hunermendê nemir Mihemed Şêxo hat bibîranîn
Nûçeya Pişt re Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş a ku di encama êrişên rejîma Îranê de şehîd bû…

Ji aliyê Stêrk TV

Hem keça wê jê standin, hem jî dixwazin dersînor bikin

Dayika ji Fasê Asmaa Hachem ku ji bo keça xwe ya ji aliyê dewletê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Reîsî hate dîtin

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di encama ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da. Hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?