Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî hilbijartinê: Şam siyaseta xwe ya înkarê rewa dike
Rojava

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî hilbijartinê: Şam siyaseta xwe ya înkarê rewa dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî hilbijartinên parlamentê da ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê dixwaze meha Îlonê pêk bîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê qaşo” hilbijartinên parlamentoyê” ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê amadekariyên ldiarxistina wan di Îlona bê de dike de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Piştî hilweşîna rejîma Esed heta roja îro, ku bi Konferansa Diyaloga Neteweyî, avakirina hikumeta demkî, ragihandina Danezana Destûrê û îro ragihandina hilbijartinên parlemantoyê li Sûriyeyê, hemû gav li dijî armancên şoreşa Sûriyeyê bûn. Armanca şoreşa Sûriyeyê pêkanîna edalet, demokrasî, wekhevî û azadî ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bû. Sûriyeyiyan di oxira bidestxistina mafên hemwelatîbûna rastîn, bi taybet mafên namzetbûnê ji bo xebat û denganê di hilbijartinên azad û şefaf de canê xwe feda kir. Lê belê, em dibînin ku dîrok xwe dubare dike û ev maf careke din ji hemû Sûriyeyiyan tê standin. Ji ber ku ev hilbijartin nedemokratîk in û bi tu awayî îradeya gelê Sûriyeyî nîşan nadin. Ji bilî berdewama marjînalîzekirin û dûrxistinê ku Sûriyeyî di 62 salên borî de di bin desthilatdariya Baasˊê de kişandine, tiştek din temsîl nakin.

Lidarxistina qaşo hilbijartinan di vê demê de dûrxistina nîvê Sûrîyeyiyan ji vê proseyê ye, çi bi rêya koçberiya bi darê zorê be, çi jî bi rêya polîtîkayên sîstematîk ên ku armanc dikin pêşî li beşdarbûna hemû pêkhate û hêzên çalak di şekildana pêşeroja welêt de be, bigirin. Ev dûrxistin bi serê xwe delîleke biguman e ku qaşo hilbijartin gaveke şeklî ne û bersiva daxwazên çareseriya siyasî ya berfireh ku pêdiviya Sûriyeyan e, nadin.

Em dixwazin destnîşan bikin ku ‘binavkirina herêmên me wekî ne ewle ya ji bo rewakirina siyaseta înkarkirina zêdetirî 5 milyon Sûriyeyî, ne rast e. Ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî herêmên din ên Sûriyeyê ewletir in.

Em wek beşek yekgirtî ya Sûriyeyê û gelê wê ne, em her tedbîr an biryarek ku bi zihniyetek yekalî ku qurbanî û mafên rewa yên hemû pêkhateyan paşguh dike, red dikin. Em ê bi pêkanîna tu biryareke ku di çarçoveya vê rêbaza dûrxistinê de hatiye dayîn re eleqedar nebin û em ê van hilbijartinan wekî girêdayê gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne ,nebînin. Em bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku van hilbijartinan, ku bi biryara 2254 ‘re nakok in, nas nekin.

Di dawiyê de, em careke din diyar dikin ku çareseriya li Sûriyeyê bi dubarekirina polîtîkayên berê pêk nayê, berevajî bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh ku hemû Sûrîyeyî, bêyî ku li girêdayîbûn û îradeya wan a azad binêrin, beşdar bibin, pêkan e. Da ku em Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ku mafan garantî bike û asoyên aştî û aramiyê veke, ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Banga Rêber Apo aştiyê tîne Rojhilata Navîn’
Nûçeya Pişt re Hisên Hecî: Hikumeta Iraqê dixwaze demografiya Şengalê biguherîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêrîn Hesen: Tundî di şexsê jinê de li dijî civak û xwezayê tê kirin

Cîgira Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê Şêrîn Hesen diyar kir ku sê cureyên tundiyê hene û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li plaja Awûstralyayê êrîşa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin

Li Plaja Bondi ya navdar a li bajarê Sydney ê Awûstralyayê di dema pîrozbahiyên Cejna…

Ji aliyê Stêrk TV

Alî Çagan ê ji Madimakê ‘bi saxî derket’: Ji saxmayina xwe min şerm kir

Alî Çagan ku 2'ê Tîrmehê li qatê destpêkê yê Otela Madimakê di nava agir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?