Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Bêdengbûna çekan têrê nake, divê maf bêne garantîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME: Divê Can Atalay bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê 6 parêzer hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qeyûm li ser Sozcu TV hate tayînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir: Em ê têkoşîna jinan derxînin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî salvegera dagirkirina Efrîn-Şehbayê
Rojava

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî salvegera dagirkirina Efrîn-Şehbayê

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji dema dagirkirna kantona Efrîn-Şehbayê û vir ve binpêkirin dewam dikin û got, hikumeta veguhêz komên çekdar nikare kontrol bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera yekemîn a koçberkirina şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di ser koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Efrîn û Şehbayê re salek derbas bû. Di 2’yê Kanûna 2024’an de bi sed hezaran ji gelê me neçar ma malên xwe terk bike û ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve biçe.

Ji dema dagirkirinê (2018) ve komên çekdar ku tevahî nirxên mirovî û peymanên navneteweyî binpê kirin, gelek êriş û binpêkirinên sîstematîk, hemû cureyên tacîz, koçberî û desteserkirina milkan li dijî gel Efrîn-Şehbayê pêk anîn. Ev binpêkirin heya roja me ya îro berdewam dikin, ji ber ku desthilata demkî ya Sûriyeyê nikare wan koman kontrol bike, dibe  ji kiryarên wan jî razî ye. Ev jî dihêle ku birîna şêniyên me vekirî bimîne û heta niha nekewiyaye.

Tevî ku ji dema rûxandina rejîma Baasê ve guhertin di qada Sûriyeyê de pêk hatin, lê heya niha rê nayê dayîn ku şêniyên me yên Efrîn-Şehba, Serêkaniyê, Girê Spî û deverên din bi awayekî ewle vegerin bajarên xwe, malên xwe û zeviyên xwe. Ji bo vegera ewle pêk were tevgereke lezgîn a nîştimanî û navneteweyî hewce dikin ku mafên vegerê, rawestandina binpêkirinan û jiyaneke birûmet ji tevahî sûriyeyan re mîsoger bikin.

Dosyaya koçberan yek ji rojevên me yên sereke ye. Em bi domdarî vê dosyayê di civîn û hevdîtinên xwe yên ligel hêzên siyasî û civakî û navneteweyî nîqaş dikin, ji ber ku dosyayeke navendî ye. Bêyî vegera ewle, qedandina dagirkeriyê û rawestandina binpêkirinan aştî û ewlehî li Sûriyeyê pêk nayên. Vegera şertekê bingehîn ên avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de ye. Em bang li civaka navneteweyî bi hemû rêxistin û saziyên wê yên navneteweyî û dewletên xwedî bandor di dosyaya Sûriyeyê de dikin ku mercên guncaw ji bo vegera ewle ya koçberên bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin, amade bikin.

Her wiha em îro dibînin ku rewşeke gotinên nefretê, tevlihevî û handana tundiyê bi pêş dikeve ku aliyê platformên ragihandinê ve têne kirin. Di heman demê de di axaftinên siyasî ve yên di xwepêşandanan de û li ber çavên rayedarên hikumeta demkî ya li Şamê têne lidarxistin. Hikumeta demkî gotinên kîndarî û fitneyan di navbera pêkhateyan de gur dike. Ev nêzîkatî hewldanên her projeyeke ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ya li ser esasê demokrasî, edaleta civakî û jiyana hevbeş asteng dikin. Berdewama van nêzîkatiyan xizmeta dijminên aştiyê tenê dike û dihêle ku temenê aloziyê dirêj bibe û parçebûnê di nava gelê Sûriyeyê de çêdike. Li ser vê yekê divê desthilata veguhêz a Şamê helwesta xwe li hemberî van provokasyonan û gotinên kîndariyê bide. Her wiha hesab ji çi kesên ku van kiryaran dikin û dibin sedema astengkirina hatina sûriyeyan a li gel hev bipirse.

Pêkanîna armancên şoreşa Sûriyeya bi mîsogerkirina vegera ewle ya koçberan a li warê xwe, diyaloga navxweyî ya rasteqîn a dûrî dûrxistin û paşguhkirinê dest pê dike ta Sûriyeke demokratîk a nenavendî ku mafên tevahî gelê wê mîsoger bike, ava bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê
Nûçeya Pişt re Jinên Kurd û Şîliyê ‘ji bo hûnandina siberojê’ civiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ê sala 2025’an bikin sala bilindkirina têkoşînê’

Di 20`emîn salvegera damezrandina Kongra Star de hate gotin ku, "divê asta têkoşîna xwe bigihînin…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Hikûmeta demkî li Dêrazorê êrîş kir, em ê tedbîrên pêwîst bigirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihandin ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, li bajarokê Ebû Hemam…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

Xelkê Silêmaniyê bi xwepêşandaneke girseyî piştevaniya xwe ya bi berxwedana Rojava re anî ziman û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Qamişloyê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Diyar veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?