În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji rêxistinên jinan û derdorên cihêreng ên Brezîlyayê piştgirî ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ re
Jin

Ji rêxistinên jinan û derdorên cihêreng ên Brezîlyayê piştgirî ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ re

Rêxistinên jinan û derdorên akademîk ên li Brezîlyayê, ji bo pişgiriya bi hêzên parastina jinan ên Rojava re, tevlî kampanyaya “Em hemû YPJ ne” bûn

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji 26’ê Nîsana 2026’an vir ve, rêxistinên jinan ên li Rojava bi armanca piştgiriya Hêzên Parastina Jinê (YPJ) kampanyayek dan destpêkirin. Ev bang di serdemeke wisa de digihêje me ku nasname û laşê jinê di bin êrîşên giran de ne. Em dibînin ku li seranserî cîhanê baviksalarî, mêtingerî û dijminatiya li hemberî jinê di nava dewlet, artêş û rêveberiyên netew-dewletan de her ku diçe kûrtir e.

 

Têkoşîna YPJ’ê ya di navbera salên 2013-2016’an de gihîşt çar aliyên cîhanê. Têkoşîna li dijî hişmendiya DAIŞ’ê ya dijminê jinê, ji bo gelek cihan bû hêvî û ronahî ku tê de jin di navenda civakê û berxwedana xwe ya rojane de ne. Li Brezîlyayê mîraseke mezin a têkoşîna jinê heye. Gelên xwecihî yên ku li dijî dagirkeriya leşkerî ya li ser axa xwe li ber xwe didin, civakên quilombola yên ku jiyana xwe li derveyî pergalên dewletê didomînin, jinên ku li taxên xizan ên bajaran li dijî mafyayên narkotîkê têkoşînê dikin, femînîstên ku ji bo parastina mafên bingehîn ên jinan li bajaran birêxistin dibin, mamoste û lêkolînerên ku bi xebatên xwe yên akademîk çandên jinan û kevneşopiyên civakên kevinar ji nû ve xuya dikin, her wiha rêxistin û civakên ku bi hêzên jinan ên li çar aliyên cîhanê re tîfaqan ava dikin.

Brezîlya heta Adara 1985’an di bin dîktatoriya leşkerî de jiya. Di pêvajoya ji derbeya leşkerî ya sala 1964’an heta sala 1985’an de, gelên Brezîlyayê gelek şêwazên cuda yên berxwedanê pêş xistin. Jinan jî pir caran di nava xebatên veşartî û binerd de, di berxwedanê de roleke mezin lîstin. Ev berxwedan îro jî li Brezîlyayê berdewam dike. Ji gelê xwecihî yê Guaranî yê li herêma Mato Grosso heta gelê Tikuná yê li Amazonên Brezîlyayê, ji civakên quilombola yên li Bahia heta rêxistinên jinan ên li taxên xizan ên bajarên mezin ên wekî São Paulo, Rio de Janeiro, Brasília û Porto Alegre, têkoşîn her berdewam e.

Li Brezîlyayê ku ji rastiyeke weha ya dîrokî tê, ji aliyê rêxistinên cuda yên jinan û navendên lêkolînên akademîk ve kampanyaya piştgiriya bi YPJ’ê re hat destpêkirin. Gavên yekem ên kampanyayê li São Paulo ji aliyê Femînîstên Antî-Fasişt û Sosyalîst (FAS), Rêxistina Jinan a Perîferiya Bakur-Rojava û navenda lêkolînên akademîk a li ser meseleya Kurd NUPIEC’ê ve hatin avêtin. Kampanyaya li Brezîlyayê bi vîna tevkariya di gav û destkeftiyên ku jinên li Rojava pêş xistine de hat destpêkirin. Bi wê baweriyê tê tevgerîn ku rêya têkoşîna jinên li Brezîlyayê û Rojava yek e.

Endamên FAS’ê yên ku tevli kampanyaya ‘Em YPJ ne’ bûn, der barê tevlîbûna xwe ya kampanyayê de ev daxuyanî dan: “Têkoşîna berxwedanê ya jinên Kurd û têkoşîna jinên li taxên xizan ên Brezîlyayê yek e. Parastina laş û axa me, mafê me yê xwezayî ye. Divê em çand û kevneşopiyên xwe, di heman demê de perwerdehiya zarok û ciwanên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê têkoşîna YPJ’ê, têkoşîna me ye.”

Endamên NUPIEC’ê yên ku pêşengiya kampanyayê dikin jî ev yek anîn ziman: “Li hemberî kêmasiya stratejiya hêzên cîhanî, hêza YPJ’ê di têkbirina DAIŞ’ê de diyarker bû. YPJ di navenda şoreşekê de ji bo parastina pergala xwe ya perwerde, ziman, saziyên çandî û qanûnên jinê têdikoşe. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze destkeftiyên jinan bi paş de bibe. Em jî tevli kampanyaya jinên Rojava dibin. Werin em keda bêwestan a YPJ’ê biparêzin!”

Ev qonaxa yekem a kampanyayê li seranserî Brezîlyayê bi xebatên agahdarkirin û ragihandinê dest pê kir. Di mehên Gulan û Hezîranê de jî wekî parçeyek ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’, li Brezîlya û Amerîkaya Latîn rêxistinbûna çalakî û nîqaşên cuda tê plankirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şervana YPJ’ê şehîd Agirî Zagros bi merasîmkê hat veşartin
Nûçeya Pişt re Laleş Çelîker ku piştî 30 salan hate berdan, bi girseyî hat pêşwazîkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di şewta Pîremegrûnê de ciwanek jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Pîremegrûn a Silêmaniyê di tankerek a veguhestina sotemeniyê de şewat derket û di…

Ji aliyê Stêrk TV

AVKARDEP: Em ê xwedî li xwezayê, ekolojî û mafê jiyanê derkevin!

AVKARDEP'ê diyar kir ku projeya GES'ê ya li Depê bê çêkirin wê zerarê bide xweza,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel piştevanî xurt dibe

Nagîhan Akarsel ku 4'ê Cotmeha 2022'an li Silêmaniyeyê hate qetilkirin, li Helebê li mala xwendinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?