Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Abya Yala û Kurdistanî li ser berxwedan û sîstemên alternatîf nîqaş kirin
Jin

Jinên Abya Yala û Kurdistanî li ser berxwedan û sîstemên alternatîf nîqaş kirin

Rochel a Ekvadorî bi gotina “Em dimirin lê komunite dijî” bal kişand ser têkoşîna kolektîf; Dengir Guneş qala modernîteya demokratîk a bi pêşengiya jinê kir; lîdera xwecihî Roseli Finscue jî qala girîngiya femînîzma komunal û cihêrengiya çandî kir

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Konferansa jinan a ku tora “Jin Pêşerojê Dihûnin” li Bogotaya paytexta Kolombiyayê jinên Abya Yalayî û Kurdistanî anîn cem hev, bi bin-sernivîsên rûniştina yekem a bi navê “Polîtîkayên mêtingeriya li Abya Yala û êrîş, têkoşîna parastina axê” berdewam kir.

Di bin sernavên “Li dijî van êrîşan berxwedanên pêş dikevin û têkiliyên di navbera wan de, şêwe, rêbaz û xalên hevpar ên van têkoşînan” û “Li hemberî van êrîşan, bêyî ku mirov bikeve xefikên dewletê sîstemeke alternatîf çawa tê avakirin?” de; têkoşînên jinên xwecihî yên li dijî êrîşên mêtingeriyê, femînîzma komunal, pêşketina dîrokî ya tevgera azadiya Kurd û pêşengiya jinê, karakterê kolektîf ê têkoşînê hatin nîqaşkirin.

AVELINA ROCHEL: EM DIMIRIN LÊ KOMUNITE DIJÎ

Aveline Rochel a ku li ser navê CONAIE ji Ekvadorê axivî, diyar kir ku têkoşîn pêvajoyeke bê-leheng, kolektîf û bi hestan hatiye hûnandin û got, “Em dimirin lê kom dijî.”
Aveline Rochel di axaftina xwe de bal kişand ser karakterê kolektîf ê têkoşînê û wateya komunitebûnê. Axaftvan got, “Dapîrên me ji me re dibêjin îro şer bikin. Em di vê rêwîtiyê de ne. Em ji bo hest û rîtman şer dikin” û komunetîbûn wekî “bûyîna parçeyek ji malbateke kozmîk” pênase kir. Aveline Rochel diyar kir ku ev malbat bi şahî nêzî her cure cudahiyan dibe û îfadeyên “Ez hez dikim û ez heme” bi kar anî.

Axaftvana Ekvadorî destnîşan kir ku têkoşîn nayê daxistin asteke nîqaşên konseptuel û wiha got: “Têkoşîn hêdî ye, lehengê wê tune ye. Em dimirin lê komunîte dijî. Îro em dilê hev mezin dikin da ku em şoreşê bikin.”

GUNEŞ: BI ŞOREŞA ROJAVA RE ME ALTERNATÎFA HERÎ MEZIN AFIRAND 

 

Rojnamevana Kurdistanî Dengir Guneş di axaftina xwe de bal kişand ser avaniya Kurdistanê ya ku li çar parçeyan hatiye dabeşkirin û têkoşîna ku bi salan e li van erdnigariyan berdewam dike.

Guneş got: “Rastiyek heye ku Kurdistan li çar parçeyan hatiye parvekirin û li van hemû erdnigariyan bi salan e têkoşînek heye. Me têkoşîna hebûnê da. Em difikirin ku berxwedan jiyan bi xwe ye. Dirûşmeya me ya yekem ‘Ya serkeftin ya serkeftin’ bû” û tekez kir ku jinan di têkoşînê de roleke pêşeng girtine ser milên xwe.

Guneş qala perspektîfa Rêber Apo ya li ser rizgariya jinan kir û got, “Rêber Abdullah Ocalan qala rizgariya jinan û rizgariya civakê bi hev ve girêdayî kir. Diyar kir ku bêyî azadiya jinan rizgariya civakî çênabe.” Guneş destnîşan kir ku berî tevgera rizgariya Kurd, nirxek têr nedidan jinan, lê tevgerê ji bo wan qadeke fireh vekiriye.

Güneş qala Şoreşa Rojava kir û got ku hêzên parastinê tevî êrîşên DAÎŞ û şert û mercên ambargoyê jî li ber xwe dan û anî ziman ku di warên aborî û civakî de modelên alternatîf hatin pêşxistin û wiha domand: “Heta genimê me jî şewitandin lê me hilberîn û jiyana xwe parast.”

Guneş bal kişand ser meclîsên jinan, malên jinan û rêxistina Kongra Star kir û destnîşan kir ku modelên hilberîna ekolojîk li Rojava têne bicihanîn û got, “Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî pergala serdest a mêr bû îfadeya şêwazek jiyanek alternatîf.”

ROSELI FINSCUE: ERD Û AV BI JINAN RE DIBIN YEK

Endama Proceso Mujeres ji CRIC – Konseya Gelên Xwecihî yên Cauca li Kolombiyayê Roseli Finscue li ser ezmûna têkoşîna jinên xwecihî û têkiliya wan bi erd, av û civakê re axivî.  Roseli Finscue gelê xwe Naza wekî “hebûn û hezkirinê” bi nav kir. Roseli Finscue anî ziman ku evîn bi hestan ve sînordar nîne, lê tê wateya hîskirina hemû zindiyên li ser erdê û got, ”Hîv rêberê me ye. Em rêxistina herî kevin a li Abya Yala ne. Em hêlîna hemû rêxistinan in. Em pir cihêreng in, lê kokên me yek in. Kokên me ruhê av û erdê hildigirin.”

Roseli Finscue li ser perwerde û avaniyên civakî yên di civakên xwecihî de rawestiya û wiha domand: “Zanîngeha civakî cihê ku celebên cûda yên zanînê ye. Stargehên me tune ne, dibistanên me hene. Cihên ku jinên bê malbat lê dijîn metbexên komunal nebatên ji bo xwarinê diçînin. Zarok jî beşek ji têkoşînê ne; ji bo têkiliya erd û kal û pîran e. 

Roseli Finscue anî ziman ku têkoşîn bi xwecihîbûnê ve sînordar nîne, lê bi hevgirtin û yekîtiyê pêkan e û wiha pê de çû: “Hevgirtin her tişt e. Berxwedan têrê nake, komunbûnî girîng e. Ew avê ji Kurdistanê didizin û ji bo me parçe bikin bi kar tînin. Wêrankirina xwezayê, wêrankirina komînê ye.”

Roselli Finscue bal kişand ser girîngiya cihêrengiya çandî û ziman û wiha bi dawî kir: “150 zimanên cûda hene, 50 jê hîn jî têne axaftin, 30 di xetereyê de ne; ev jibîrkirin e.” 

Konferans bi pêşkêşiyên di bin sernavên “Tevgerên berxwedanê yên li dijî êrîşan pêşketine û girêdanên wan bi hev re, rêbaz û noqteyên hevpar ên van têkoşînan” û “Bêyî ku bikevin nav xefikên dewletê, dikarin pergaleke alternatîf çawa were avakirin?” de berdewam dike.
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BOGOTA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rojava ji bo xurtkirina ewlehiyê piştdayîna hêzên ewlehiyê didome
Nûçeya Pişt re ROJEVA 13’Ê SIBATA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ’ê Komxebata Jin û Parastinê ya Rojhilata Navîn lidar xist

YPJ’ê li Tebqayê bi tevlîbûna 500 delegeyan, Komxebata 2’yemîn a Jin û Parastinê ya Rojhilata…

Ji aliyê Stêrk TV

Zeynep Dûrgût: Gef li me tê xwarin, ji ber ku me rastî raxist pêş çavan

Rojnamevan Zeynep Dûrgût ku malbata Kenan Tatar ê ku ji doza ‘Çeteya Fûhûşê’ tê darizandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Fîlozofê Brezîlyayî ‘bêşert’ piştgirî da banga Rêber Apo

Fîlozofê Brezîlyayî Frei Betto diyar kir ku ew 'bêşert' piştgiriyê dide banga 27'ê Sibatê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?