Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên DEM Partiyî bi mexdûrên erdhejê re hatin ba hev
Jin

Jinên DEM Partiyî bi mexdûrên erdhejê re hatin ba hev

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bi jinên mexdûrên erdhejê yên li bajarên konteynir û konan dijîn re, hat ba hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de, li navçeya Defne ya Hatayê bi jinên mexdûrên erdhejê yên li bajarên konteynir û konan dijîn re hat ba hev. Bi Berdevka Meclîsa Jinan Halîde Turkoglû re Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî hebû.

Di serdanê de destpêkê Halîde Turkoglû mafê axaftinê girt. Halîde Turkoglû anî ziman ku ew di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de hatiye guhdarî jinan bike û êşên wan parve bike û ragihand ku jin ji ber nasnameya xwe rû bi rûyê tundiyê dimînin, jin du qat zorî dikêşin û têdikoşin. Halîde Turkoglû bilêv kir ku piştî erdhejê şêwazê tundiya li hemberî jinên li Hatayê, hatiye guhertin û got, “Jixwe di nava jiyana rojane de em jin rû bi rûyê tundiyê ne. Em têkoşîna wekheviyê dimeşînin. Em dixwazin ji bo azadiyê têbikoşin. Bi qadên me yên jiyanê re derdên me, pirsgirêkên me û şêwazê tundiya li dijî me jî hîn girantir dibe. Bi rastî jî li vî welatî cihêkariya li hemberî jinê, êdî veguheriye qirkirineke jinê. Yanî tenê di gotina cihêkarî de nayînin ziman, yan jî tenê bi polîtîkayên ku xistine meriyetê jinan ber bi întiharê ve nabin. Di heman demê de wisa êrîş dikin ku qadên me yên jiyanê jî teng dikin. Dixwazin êdî jin nefesê jî nestînin. Ez dizanim ku her tengasiyên hevalên me yên li vir, di rastiyê de ji polîtîkayên tundiyê cuda serxwe nînin.”

Halîde Turkkoglû bal kişand ser pisgirêka hêwirînê ya jinên mexdûrên erdhejê û tundiya li ser wan û diyar kir ku li herêmên erdhejê keda jinan tê paşguhkirin. Turkoglû di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji jinan re tê gotin ku ‘vê rewşê qebûl bikin û li hemberî vê yekê dernekevin’ û da zanîn ku ew ê weke jinan profîla ‘jina maqûl’ û rol, polîtîkayên tundiyê tu carî qebûl nekin û hemû aliyên tundiya dewletê eşkere bikin. Turkoglû diyar kir ku mafê jinan ên jiyanî ji destê wan tê standin û got ku ew ê gotin û daxwazên jinên Hatayî ragihîne Meclîsê.

Halîde Turkoglû got ku dewlet budce û çavkaniyan ji bo şer û qirkirina jinan xerc dike û destnîşan kir ku divê jin li dijî şerî derkevin. Turkoglû di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser desteserkirina şaredariyan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Îro bi tayînkirina qeyûman mafên jinan ên welatîbûn û hilbijartinê tên binpêkirin. Em ê hemû bi hevre xwedî li îradeya xwe derkevin û bi hev re têkoşîna ji bo nasnameya azad bimeşînin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HATAY

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berxwedana li Êlih û Xelfetiyê dewam dike
Nûçeya Pişt re Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê li dijî cezayê darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Erxeniyê hevşaredarên berê û alîkarên wan hatin girtin

Dadgeriya Tirk hevşaredarên berê yên Erxeniyê û alîkarên wan jî di nav de 6 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

Albûma "Dara Jiyanê" ya koma muzîkê ya Awazê Çiya êdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya 6 şehîdan hate eşkerekirin

QSD'ê şehadeta 6 şervanên xwe eşkere kir û ragihand ku şervanênw an di bersivdayîna êrişên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?