Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Jinên li Mêrdînê ji bo Tişrînê meşiyan
Kurdistan

Jinên li Mêrdînê ji bo Tişrînê meşiyan

Li Mêrdînê bi pêşengiya jinan ji bo şermezarkirina êrîşên qirkerî û komkujiya li Tişrînê meşek hate lidarxistin. Di meşê de berxwedana Tişrînê hate silavkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meş hat lidarxistin. Jinên li Xaçerêya Qoserê ya navçeyê hatin gel hev, pankarta “Bi felsefe ya jin jiyan azadî em ê xwedî li şoreşa jinê ya Rojava derkevin” û dovîzên “Bîjî tekoşîna jinan”, “Li dijî qirkirina jinan jin, jiyan, azadî” hilgirtin. Jinên dest bi meşê kirin, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Tişrînê”, “Rojava dilê me, berxwedan karê me ye” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Girse heta pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyê meşiya û li vir daxuyanî da.

Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Hatîce Oncu di daxuyaniyê de got ku êrişên dewleta tirk û SMO’yê yên li ser Rojava her ku diçe dijwartir dibin û qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi bîr xist. Hatîce Oncu, diyar kir ku rojnameger û sivîl bi SÎHA’yan hedef tên girtin û wiha domand: “Şanoger Bavê Teyar û rêhevala me Menîce Heyder jî di nav de gelek hevalên me hatin qetilkirin. Ev êrişên dermirovî yên li dijî Rojava didomin. Şoreşa Rojava, xweşiktirîn serkeftina têkoşîna gelê Kurd a li dijî mêtingeriyê ye. Hêviya wekhevî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e.”

Bi domdarî Hatîce Oncu destnîşan kir ku yek ji berxwedanên herî bi rûmet ên mirovahiyê di pêşengiya tevgera jinên Rojava de li dijî DAIŞ’ê pêk hat û bal kişand ser felsefeya “Jin, jiyan, azadî.” Hatîce Oncu, wiha domand: “Ji ber vê yekê bi saya hevalên me yên ku di ber wê de şehîd bûne, mîna îdeolojiya ku bingeha xwe jê digire, têk naçe. Weke jin em ê axa xwe û her parçeyê Kurdistanê ku li dijî çanda destavêtinê şoreşa jinê bi ser ket, heta dawiyê biparêzin. Em hêz û moralê xwe ji dayikên ku di çalakiya nobeda 8’ê Çileyê ya li Bendava Tişrînê de ji bo parastina şoreşê li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên cîhadî bedenên xwe kirin mertal û bi qîrîna dirûşmên ‘Em qet natirsin’ digirin. Em ji faşîstên ku bedena jinê weke qada şer dibînin û difikirin ku wê bi hişmendiya zilamê dagirker tevgera azadiyê bitepisînin radigihînin; Em bi qîrîna azadiyê ya jinan a ku şevan ronî dike li vir in û em naçin tu cihî.”

Hatîce Oncu destnîşan kir ku zîhniyeta ku di êrişên li ser Kobanê de piştgirî da DAIŞ’ê, niha ji aliyê SMO’yê ve êrişên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojava têkoşîna edalet, wekhevî, demokrasî û aştiyê mezin dibe. Ev têkoşîneke ku heta roja îro bi berdêl hatiye dayîn e. Modela ku ji sala 2014’an û vir ve li Rojava hate afirandin, ji bo gelan û jinên cîhanê bû hêviyek. Modela jiyana azad û wekhev a di tarîtiya Rojhilata Navîn de wê li Rojava bê avakirin. Jin wê bihar, statu û nasnameya xwe ji Rojava re bîne. Şoreşa Jinê ya Rojava ku hêviyên jinên cîhanê pêk tîne, li cihê ku em lê dijîn wê xeta me bidome. Bi ruhê felsefeya xwe ya ‘Jin jiyan azadî’ em jiyana wekhev a azadiya jinê û jiyana wekhev û azad a gelên ku Rojava mezin kiriye pêşkêşî cîhanê dikin. Em bang li hemû cîhanê dikin; wer in em di vê sedsalê de dawî li rejîmên qirker û înkarker ên ku ji aliyê hêzên kapîtalîst û emperyalîst ve tên pêşkêşkirin, bînin. Bila sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan, sedsala gelan û bibe sedsala ku hemû bawerî û nasnameyên cuda bi hev re bijîn.”

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin axivî û berxwedana li bendava Tişrînê silav kir. Bêrîtan Guneş Altin, diyar kir ku ew li gel berxwedanê ne û axaftina xwe wiha qedand: “Mifteya Şoreşa Rojava berxwedana Tişrînê ye. Ji ber vê yekê gelê me yê birûmet 16 roj in li bendava Tişrînê nobetê digirin. Gelê me yê li wir daxwaza azadiyê dike. Lê belê bersiva vê dîlana azadiyê bi êrîşan tê dayîn. Kedkarên çapemeniya azad ji bo heqîqetê diqîrên tê qetilkirin. Hunermendên me tên qetilkirin. Bi vê wesîleyê em di şexsê Menîce Haco û Bavê Teyar de berxwedana Tişrînê silav dikin. Em ê şoreşa Rojava ya di pêşengiya jinê de hatiye avakirin radestî mêran nekin.”

Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtina rojnamegeran hat protestokirin
Nûçeya Pişt re ‘Divê her kes berê xwe bide Rojava’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li wargeha Mexmûrê malek bombebaran kir: 3 jin birîndar bûn

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk li Wargeha Mexmûrê malek bombebaran kir û di…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêşbazîya desthilatdarîyê li Asya Navîn

Di serdana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo Ozbekistanê ya li ser vexwendina Serokomar Şevkat…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Xizmên Windayan ji bo 3 windayên qetilkirî hatin ba hev

Xizmên windayan ên li Kurdistanê, ji bo Orhan Yakar, Ahmet Bûlmûş û Munîr Saritaş ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?