Lîstîkvan Julîde Kural diyar kir ku zêdebûna qanûnên demokratîk wê piştgiriya ji bo pêvajoyê xurttir bike û got, “Di civakek de ku her tişt bi ‘terorîzmê’ nayê wekhevkirin wê huner azadtir hîs bike.”
Lîstîkvan Julîde Kural, bal kişand ser kêmasiyên Qanûna Çarçoveyê û got, “Li şûna redkirina wê, ez vê yekê wekî destpêka ji nû ve avakirina qadek ji bo demokrasî, aştî û azadiyê dibînim. Divê em destên xwe bidin hev û em neçar in ku bi dest bixin.” Julîde Kural anî ziman ku di civakek de ku her tişt bi ‘terorîzmê’ nayê wekhevkirin wê huner azadtir hîs bike û diyar kir ku jibo fikarên li ser pêvajoyê ji holê bê rakirin pêwîste desthilat ji bo çareseriyê gavên şênber û berfirehtir bavêje.
Lîstîkvan Julîde Kural li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkiliya di navbera huner û aştiyê de ji ANF’ê re axivî.
Julîde Kural diyar kir ku ji bo şikandina pêşdaraziyan huner dikare roleke mezin bilîze û got: “Bê guman, huner tiştekî wisa peyda dike û dema ku em li dîroka mirovahiyê dinêrin bi vê rastiyê re rû bi rû tên: Mirov dikarin bi rêya hunerê hest, empatî, rastiya li pişt tiştê ku xuya ye, bi hunerê dikare bi dest bixin. Huner, carinan bi rêya wênesaziyê, muzîkê, şanoyekê yan fîlmekê, dikare qadên ku bi awayekî azad difikirin ava bike.
Bê guman, ev bi timî û her dem çênabe. Lê ji ber vê yekê di aqilê me gelekan de dibe fîlmek, carinan dibe muzîk, carinan dibe tabloyek, peykerek û şanoyek. Ew dikare di jiyana we de bibe xalek werçerxê ya girîng. Hêzeke wisa ya hunerê heye. Nêzî 45 Salih ez di nava şanoyê û hunerê de me û vê yekê dibînim. Ji bo min jî heman tişt e; ez ne tenê ji perspektîfa temaşevanan li ser difikirim.”
‘PAŞGUHKIRIN BANDOREKE NEYÎNÎ LI SER HILBERÎNA HUNERÊ DIKE’
Julîde Kural diyar kir ku huner wê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi bandor be û wiha berdewam kir:
“Ne hewce ye ku hunermend tevahiya qada polîtîk fam bike an jî di nava wê de be. Lê paşguhkirina tora têkiliyan û cîhana lê dijîn li pêşiya hilberîna hunerê astengiyeke mezin e. Li gor min hunermendên hilberîner ew kesên ku cîhana ku lê dijîn, welatê xwe, jiyana xwe di lêpirsînê de derbas dikin in. Ji ber ku dema lêpirsînê nake û nakokiyan nabînin, nikarin bi rastî wan di hundurê xwe de wan qêrîna ava bikin. Bê guman di vê pêvajoyê de armanca me avakirina aştiyê ye.”
‘TÊR NAKE LÊ DIKARE JI BO JINÛVE AVAKIRINÊ BIBE DESTPÊKEK‘
Julîde Kural nirxandinên wiha domand:
“Bi taybetî bi banga Abdullah Ocalan re hem ji bo Komara Tirkiyeyê û hem jî ji bo Tevgera Azadiya Kurd a ku bi salan e têdikoşe xalek werçerxê ya pir girîng çêbûye. Rêxistinek ewqas bihêz û demdirêj têdikoşe xwe fesix kir û êdî çekan datîne, ji bo kesên mîna yên ku aştiyê diparêzin tê vê wateyê ku em di pêvajoyekê ku pir baldar bin de ne. Ez vê pêvajoyê ji ber cihek ji bo îhtîmala aştiyê çêkiriye, çirûskek daye pir hêja dibînim. Lê pirsên min hene. Divê gelekî baldar bin. Bi taybetî Qanûna Çarçoveyê ya ku derketiye holê. Mînak di vir de diyalektîkek heye, divê timî şêwazek ramanê were avakirin.
Gelê Kurd ê ku demek dirêj de ji bo hemwelatîbûna wekhev û azadiya xwe têdikoşiya nedihat dîtin û bihîstin, di meclisa yekem a dewletê de ev yek wekî xala qanûnê tê destgirtin, bê guman pir girîng e. Dema ku ez li qanûnê dinêrim, bi rastî gelek pirsgirêkan dibînim. Ger em li ser vê mijarê diaxivin, çima heta peyva Kurd tê de derbas nabe? Bikaranîna zimanê ewlehiyê ji bo min pirsan derdixe holê. Lê avakirina aştî tiştekî pir zehmet e û bi destxistina azadiyê jî tiştekî ewqas zehmet e ku divê divê gelekî baldar bin. Li şûna redkirina wê, divê pêvajoya destpêka avakirina qada demokrasî, aştî û azadiyê. Wekî hunermendek, ez bê guman ji vê rastiyê haydar im. Li şûna ku em tavilê sînoran diyar bikin û bibêjin ‘ev ne baş e’ an ‘ev xirab e’, divê em li awayên berfirehkirin, bingehkirin û avakirina li gorî demokrasî, aştî û azadiyê binêrin. Ez difikirim ku divê em hilberînin.”
‘WÊ HUNER JÎ AZAD BIBE’
Julîde Kural di wê baweriyê de ye ku serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê bandorek erênî li ser jiyana hunerî jî bikeû wiha pê de çû:
“Hilberînerên hunerê yên ku herî zêde li heqîqetê digerin, nakokiyan tên ziman û azadiyê dixwazin in. Dema ku van pênaseyan tînin cem hev, mîna ku bi darê zorê li ser benekê dimeşin. Ger di civakek ku her tevgereke wê wekî ‘terorîzm’ tê pênasekirin de dijîn hûn ê ti carî xwe azad hîs nekin. Lê mirovên ku hunerê hildiberînin divê xwediyê azadiya hundurîn bin.
Di civaka azad ku êdî her tiştê wê bi ‘terorîzmê’ re nayê wekhevkirin, dikarin bi xwezayî û azad ramanên xwe îfade bikin de bê guman wê huner jî xwe pir azadtir hîs bike. Ya girîng ew eku divê xwe ji sansûra hişê xwe de afirandine azad bikin. Li erdnîgariya ku em lê dijîn axaftina bi Kurdî qedexe ye, rastî ewqas zilm hatine, nikarin nasnameya xwe îfade bikin an jî bi zimanê xwe biaxivin, hûn dibin beşek ji têkoşîna wê civakê. Ger dil, mejî û hişê we ji hilberîna hunerî re vekirî be. Ji ber vê yekê azadbûna bi rastî azadiya ku jixwe li wir heye ew azad dike. Bi vî rengî, huner bandorek pir girîng li ser avakirina civaka azad dike.”
‘JINÊN KURD MÎNAK IN…’
Julîde Kural li ser bandora jinan a li ser ziman û avakirina aştiyê ev tişt anî ziman:
“Di têkoşînên wiha de dema ku em li dîrokê dinêrin dibînin ku b8 çalakbûna j8nan û beşdariya wan pêvajo bi lez dibe û çawaniya wê diguhere. Ji ber ku jin di nava polîtîkayê hene, ya ku ziman diguherînin ew bi xwe ne. Berî her tiştî, ya ku ziman diguherînin jin in. Bi ya min jinên Kurd li vir mînakek pir baş in, bi dînamîzma dîrokî ya ku wan di vê têkoşînê de nîşan dane, di avakirina ziman û ji nû ve avakirinê de bandora wan girîng e.”
‘EGER DEWLET GAVÊN DEMOKRATÎK Û ŞÊNBER BAVÊJE WÊ FIKAR KÊM BIBIN’
Julîde Kural diyar kir ku divê desthilat ji bo fikaran ji holê rake gavên şênber û berfirehtir bavêje û wiha bi dawî kir:
“Demek dirêj e di hişê mirovan de tirsek hatiye avakirin heye. Difikirin ku xeterek heye ku dikare di her kêliyê de ji aliyê din were. Koçgirî min gelek jê nizanin bê çi ye. Ez jî pir caran bi rewşên wiha de rû bi rû dimînin. Aştî ewqas bi ‘terorîzmê’ re wekhev bûye… Ji ber ku yên aştiyê diparêzin timî wekî ‘terorîst’ têne pênasekirin, divê em îro ya herî zehmet re bi ser bikevin. Yanî divê em têgeha aştiyê ku bi salan e bi vî awayî di hişê mirovan de hatiye bicihkirin, azad bikin. Ji ber vê yekê, divê em ji bo wê têbikoşin.
Niha em ewqas hînbûne ku li benda gavên desthilatê name, em tenê bi têkoşîna xwe bawer dikin. Ji ber ku her tişt bi carekê dikare biguhere. Dikareji nişkê ve veguhere noqteyeke din. Tiştên ku îro rewa ye, dikare du roj şûnde li ser bingehek cûda were nirxandin.
Divê dewlet bi qanûnên demokratîktir, mafên demokratîk û parastina wan li ser zemîna rewa û qanûnî misoger bike. Dema ku em qala qhiqûqê dikin, li welat ewqas bê hiqûqî heye ku ev yek pirsên nû diafirîne.
Li ser bingeha mafên mirovan, her kesê ku li vî welatî dijî mafê wan ê biaxive, bi awayekî azad biaxive û tiştê ku dibêje biparêze heye. Ev mafek mirovan e. Divê dewlet vê yekê bi qanûnan biparêze. Ji ber vê yekê, em daxwazên xwe careke din bi rêya we dubare bikin.”

