Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    10 meh ceza li hunermend Cesîm Başboga hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber wezaretê banga berdana girtiyên jin kirin: Divê derbarê ÎGK’ê de lêpirsîn bê vekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê lijne bi koordînatoriya Birêz Ocalan dest bi xebatê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîzîknasê Belçîkî Francis Halzen hêjayî Xelata Fîzîkê ya Nobelê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewldana êrişa li ser Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karadenîz: Statuya Abdullah Ocalan divê fermî bibe
Rojane

Karadenîz: Statuya Abdullah Ocalan divê fermî bibe

Nivîskar Fevzî Karadenîz destnîşan kir ku divê statuya muzakerevaniya sereke ya Rêber Apo fermî bibe û got, AKP ne xwedî kapasîteya çareserkirina pirsgirêkê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re 15 meh derbas bûn ku 27’ê Sibata 2025’an ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin. Di nava vê pêvajoyê de Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû gavên ku dikarin bêne avêtin avêt, lê belê li aliyê dewletê gaveke bi tenê ya şênber nehate avêtin.

Li gel bangên balkêş ên Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî yên ji bo avêtina gavan jî desthilatdariya AKP’ê bi israr xw ebêdeng dike, gavên ku PKK’ê avêtiye ji nedîtî ve tê û îdîa dike ku pêşketinek nîne.

Nivîskar Fevzî Karadenîz anî ziman ku dewlet bi israr gavê neavêje û rewşa dawî ya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji ajansa me re nirxand.

‘EWLET NAXWAZE NAV LI PÊVAJOYÊ BIKE’

Karadenîz diyar kir ku divê navê pêvajoyê bi rengekî rast lê bê kirin, dewlet naxwaze navê pêvajoyê lê bike û got, “Tê gotin, ‘Di pirsgirêka Kurd de pêvajoyeke çareseriyê jinûve destpê kir’. Bi dîtina min divê navê wê bi rengekî rast lê bê kirin. Ji ber ku dewlet ku aliyekî pêvajoya navborî ye, nav bi vî rengî lê nake. Tevgera Kurd ji bo xwegihandina li civaka demokratîk û komara demokratîk dixwaze pirsgirêkê bi rêyên siyasî û aştiyane çareser bike, lê belê dewlet bi rengekî cuda tevdigere. Bi gotinên vala yên weke ‘Tirkiye ya bê teror’ û ‘Yekîtiya mîllî, xwişk, biratî û piştevanî’ dixwaze pêvajoyê li demê belav bike û bi vî rengî bimeşîne.”

Karadenîz diyar kir ku mîmarê sereke yê bidawîkirina têkoşîna çekdarî Ocalan e û got, “Bi banga xwe re kir ku dawî li çekan bê anîn û rêya têkoşîna aştî û demokratîk vebe. Lê desthilatdarî tevnagere. Ji bilî komîsyona li Meclîsê ava bû, gaveke erênî  ya hatibe avêtin nîne.”

‘KAPASÎTEYA DESTHILATDARIYÊ YA JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD NÎNE’

Karadenîz destnîşan kir ku kapasîteya desthilatdariya siyasî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîne û got, “Li gorî min nêta desthilatdariya siyasî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, nêta ji bo Tirkiyeke demokratîk nîne ku Kurd û Tirk bi mafên wekhev weke welatiyên azad bi hev re lê bijîn. Xwedî kapasîteyeke bi vî rengî nîne. Yek ji sedemên neavêtina gavê û bêbersivhiştina daxwazên gelan ev e.

Li gel ku MHP’ê ji bo çareseriyê işaret bi Ocalan kir, desthilatdarî xwe nade ber vê yekê. Ev jî gelek pirs û bersivan bi xwe re tîne. Eger mirov qala fermiyetê û piraniya hejmarî nekin, MHP bi xwe jî ji aliyê îdeolojîk ve li desthilatdariyê ye; di nava artêşê, dadgeriyê, saziyên ewlekariyê û meclîsê de.

Dibe ku MHP ji hêza xwe ya rêxistinî ya bi dîsîplîn, yekîtiya xwe ya îdeolojîk bawer dike, lewma gavên welê bi wêrekî diavêje. Her wiha dibe ku bi çavekî ‘neteweyî’ li xeteriyên li Rojhilata Navîn ên li ser Tirkiyeyê dinihêre, lewma girîngiyê dide yekîtiya Tirk û Kurdan.”

‘MUXATABIYA YEKANE YA OCALAN AKP’Ê ACIZ DIKE’

Karadenîz diyar kir ku AKP bi hesabê hilbijartinê li pêvajoyê dinihêre, muxatabiya yekane ya Rêber Apo AKP’ê aciz dike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Tevgera Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkê ya bi rêya siyaseta demokratîk û aştiyane gavên pêwîst avêt. Weke ku min li jorê jî anî ziman, bi banga dîrokî ya Ocallan re çek ji dewrê derket û PKK’ê xwe fesix kir. Bêguman em nizanin bê di hevdîtinên navbera Ocalan û rayedarên delwetê de sozên bi çi rengî ji hev re hatin dayin. Bi vî rengî jî be desthilatdariyê heta niha gaveke erênî neavêtiye ku îzahata vê nîne.”

‘DIVÊ OCALAN KARIBE BI DERDORÊN SIYASÎ, REWŞENBÎR Û ROJNAMEVANAN RE HEVDÎTINÊ BIKE’

Karadenîz destnîşan kir ku bersiva erênî ya tevgera Kurd a li bangên Ocalan nîşan da ku Rêber Apo muzakerevanê sereke ye û got, “Di heman demê de Ocalan li nava gel jî xwedî statuyekê ye. Ji bo Ocalan karibe tevkariyê li çareseriya pirsgirêkê bike, ji bo karibe hevdîtinê bi derdorên siyasî, rewşenbîr, rojnamevanan re yekser bike, aliyê Kurd dixwaze statuya ‘muzakerevaniya sereke’ ya ku gel daye wî bi rengekî fermî bê qebûlkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozturk: Destwerdana li CHP’ê pêvajoya aştiyê zehmet dike
Nûçeya Pişt re Sembola îrade û berxwedanê: Şehîdgehên Rojava
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê banga ‘piştevaniya bi Rojava re mezin bikin’ hate kirin

Endamên Platforma Saziyên Demokratîk êrîşên komên çete yên li ser Helebê, li Qada Şîşhane ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Janet Bîehl: PKK’ê cihê ku teorî, lê bi pratîk dibe

Lêkolîner û nivîskar Janet Bîehl got, “Tevgera Kurd teoriyê diyar dike, li gorî hewcedariyê tevdigere,…

Ji aliyê Stêrk TV

Malên Jinê yên li her kantonê -II

Li 7 kantonên li Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 52 malên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

10 meh ceza li hunermend Cesîm Başboga hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li ber wezaretê banga berdana girtiyên jin kirin: Divê derbarê ÎGK’ê de lêpirsîn bê vekirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Divê lijne bi koordînatoriya Birêz Ocalan dest bi xebatê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?