Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê hukmê ku di biryara Îmamoglû de binpêkirin tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCÊ-E’yê Cejna Êzidiyan pîroz kir
Rojane

KCÊ-E’yê Cejna Êzidiyan pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) Cejna Çarşema Sor pîroz kir û ji bo pîrozbahiya cejnê banga tevlîbûnê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi wesîleya Cejna Çarşema Sor daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KCÊ-E’yê bi vî rengî ye:

“Em weke Saziya Civaka Êzidî ya li Ewropa, Cejna ‘Çarşema Serê Nisanê’, li Êzidiyên welat û li seranserî cîhanê, li gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Cejna Çarşema Serê Nîsanê, bi navên ‘Cejna Sersalê’, ‘Cejna Tawisî Melek’, ‘Bûka Salê’ û ‘Roja Afirandina Cîhanê’ jî tê naskirin.

Ev cejn, cejna civaka Êzidî ya herî mezin û watedar e, ji dîroka qedîm ve tê pîrozkirin. Cejna ‘Çarşema serê Nîsanê’ li gorî bîr û baweriyên civaka me, roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Serê Nîsanê destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê demê de.

Li gorî mîtolojî û baweriya Êzîdiyan, berê cîhan hemû av bû. Bi daketina milyaketên Xwedê re cîhan tê meyandin. Wê rojê Tawisî Melek ji ezmana dihat û nazilî erdê bûye. Lewma jî li gelek deveran wekî cejna Tawisî Melek tê pîroz kirin.  Şêxadî di gotareke xwe de wiha dibêje,

‘Çarşem rojeke fadil e.

Tawisî Melek afirandiye ji eşq û dil e.

Bar tê nebê kesê ku î xafile.

Deng yek e û hezar reng e.’

Di vê cejnê de, basimbar (ji benê bi rengê kesk û sor û zer) tê çêkirin. Wateya basimbar xêr, bereket, astengkirina qeza û belayê ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zada, her tiṣtekî pîroz û navdar ve tê girêdan. Meha Nîsanê, hem destpêka şînbûna xwezayê ye û hem jî bûka salê ye. Di vê cejnê de, baqên kûlîlkên reng û reng ji xemla Nîsanê bi her ciyekî pêwist û girîng ve têne daliqandin. Dîsa, di meha Nîsanê de Êzidî bûka dernaxin, ji ber ku meha Nîsanê bi xwe bûka salê ye. Cejna Çarşema Serê Nîsanê di heman demê de xemla çanda Kurdî û baweriya me ye.

Êzidiyên dilsoz!

Divê ev çanda qedîm ji aliyê civaka me ve were parastin. Pêwîste em weke civak û sazî di vê têgihiştin û zanistiyê de bin, çanda me û baweriya me di bin xeteriyeke mezin de ye. Eger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê me naparêze, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake. Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurtir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivisînin.

Ji bo avakirina Êzdîxan û azadiya civaka me derfetên heyî ne hindik in û di dîroka civaka me de kêm hatine bidestxistin. Pêwiste em van rojên zêrîn baş binirxînin û ji bo serkeftinê hemû hêza xwe seferber bikin.

Bi taybetî pêwîste civaka Êzidî ji her kesî zêdetir xwedî li peyama Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk derbikevin û pêşengtiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Divê, ji bo nasandin û parastina Bawerî û Çanda Êzidiyatiyê, civaka me li kuderê dijî bila bijî divê bi ruhê seferberiyê li erkê xwe xwedî derkeve û li ser bingehê civaka demokratîk xwe bi rêxistin bike. Dîsa, divê em weke civaka Êzidî û saziyê wê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd têkoşina xwe xurtir bikin.

Em hêvidar in û bangawaziyê li tevahiya gelê xwe û dostên civaka xwe dikin ku bi girseyi tevli pirozbahiya Cejna Çarṣema Serê Nîsanê bibin. Bi vê bîr û baweriyê em car din cejna Çarşema Serê Nîsanê li civaka Êzidî, li gelê Kurdistanê û li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Biryara binçavkirina Alîkara Şaredarê Beykozê hate dayin
Nûçeya Pişt re KCK’ê Çarşema Sor pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê bi AKPê re civiya

Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re bi rayedarên AKP’ê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Faşîzma qeyûm a li Colemêrgê wê li gelek bajaran bê şermezarkirin

Serdegirtina Şaredariya Colemêrgê, binçavkirina hevşaredar û tayînkirina qeyûm wê li gelek bajaran bê şermezarkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Mehmet Emîn Edemen ê ku 31 salan girtî bû, jiyana xwe ji dest da

Girtiyê siyasî Mehmet Emîn Edemen ê ku 31 salan di girtîgehê de ma û sala…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Urmiyê jinek hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hate îdîakirin ku Koreya Bakur piştgiriya leşkerî ya ji bo Rusyayê sekinandiye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?