În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Divê her kes li ber êrîşên qirkirina Kurdan rabe!
Kurdistan

KCK: Divê her kes li ber êrîşên qirkirina Kurdan rabe!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk di çarçoveya armanca xwe ya qirkirina Kurdan de li Şengal, Silêmaniye û Kelarê êrîş kir û bang li her kesî kir ku li ber êrîşan rabe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di nava hefteya dawî de dewleta Tirk a mêtinger qirker li Şengal, Silêmaniye û Kelarî êrîş kir û di encamê de şehadet çêbûn. Em van komkujiyên ku dewleta Tirk bi hevkarên xwe kiriye bi tundî şermezar dikin, şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Êrîşên li Şengal, Silêmaniye û Kelarê mîna êrîşên beriya niha di çarçoveya qirkirina Kurdan de hatin kirin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi êrîşa li ser pêşengên têkoşîna azadiyê dixwaze gelê Kurd bitirsîne, bişikîne, teslîm bigire û li ser vê bingehê planên xwe yên qirkirinê bi cih bîne. Em bang li her kesî dikin ku li dijî dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd û li hemberî van êrîşên qirkirina Kurdan helwestê nîşan bidin, li ber rabin.

DEWLETA TIRK HEWL DIDE PLANEKE NÛ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI CIH BÎNE

Dewleta Tirk planeke nû li ser Başûrê Kurdistanê dixe meriyetê. Ji bo vê plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk bîne zextê li dewleta Iraqê û YNK’ê dike, mîna PDK’ê hevkariyê li ser wan ferz dike. Dewleta Tirk bi rêya van êrîşan her wiha hewl dide çavê dewleta Iraqê û YNK’ê bitirsîne. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ku li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li bin ketiye, bi kûrkirina şerê li herêmê dixwaze encamê bi dest bixe. Gef û êrîşên li ser hêzên welatparêz ên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, van planên qirêj ên dewleta Tirk radixin pêş çavan, kifş dikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê helwesta xwe ketiye pozîsyoneke welê ku zerarê dide her kesî. Bi mejiyê qirker, mêtinger, nijadperest, neteweperest û neo-osmanî tevdigere. Li Rojhilata Navîn bi kûrkirina şer dixwaze sûdê ji vê rewşê werbigire û serweriyê li ser dewletên herêmê dayne.

DEWLETA TIRK DIXWAZE QIRKIRINA ÊZIDIYAN TEMAM BIKE

Di êrîşa li ser Şengalê de welatparêzê hêja yê xelkê me yê Êzidî Sadûn Mîrza Elî şehîd bû. Êrîşa li Şengalê êrîşek li ser îradeya azad a xelkê me yê Êzidî ye. Dewleta Tirk dixwaze xelkê me yê Êzidî qir bike ku DAÎŞ’ê nekarîbû bike. Êrîşên li ser Şengalê hemû bi vê armancê ne.

Abdulkadîr Sabrî Toprak ê li Silêmaniyeyê di êrîşê de şehîd bû, ji ber faşîzma AKP-MHP’ê neçar mabû ji Bakurê Kurdistanê derkeve û li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê bi cih bûbû. Ev ewladê hêja yê gelê Kurd ku di nava gel de weke Dr. Sabrî dihate naskirin, bi keda xwe debara xwe dikir, di heman demê de bi dilxwazî xizmeteke mezin ji gelê xwe re dikir. Ew bi xwe di heman demê de ewladekî şehîdekî bû. Hevalê Sabrî hîn zarok bû, bavê wî hevalê Rêzan tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûbû û di destpêka salên 1990’î de şehîd bûbû.

Di êrîşa li Kelarê de kadroyê tevgera me hevalê Şevger şehîd bû. Hevalê Şevger ji sala 2022’an û pê ve li Başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe dewam dikir, karê siyasî dikir. Di şexsê her sê şehîdên xwe de em şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê hesreta şehîdên xwe pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YBŞ: Hewldanên PDK’ê wê bibe sedemê bersiveke tund
Nûçeya Pişt re Li Kurdistanê Nobetên Azadiyê didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serokwezîrê Filistînê: Birçîbûna li Xezeyê sûcê li dijî mirovahiyê ye

Serokwezîrê Filistînê Mihemed Mustafa birçîbûna li Xezeyê ya ji ber dorpêça Îsraîlê çêbûye wekî "sûcekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî dixwazin vegerin warên xwe

Penaberên Reqayê yên ji Lubnanê hatine gotin, “Em êdî vegerîn ser axa xwe. Welatê me…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk a dagirker li Batîfayê bombe li 2 wesayitan barand

SÎHA’ya dewleta Tirk a dagirker, li gundê Avê yê bajarokê bajarokê Batîfayê, bombe li du…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?