În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!
Kurdistan

KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!

KCK: Ev êriş komployek li dijî Kurdan hemûyan e. Lewma divê her Kurd van êrişan li dijî xwe bibîne û helwest û yekîtiya neteweyî tam di vê demê de nîşan bide. Divê gelê me bersivê bide banga seferberiyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Piştî êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, êriş li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin destpêkirin. Ev êriş bi piştgiriya dewleta Tirk ji aliyê çeteyên HTŞ’ê û Tirkiyeyê ve têne kirin. Ev êriş di şexsê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de komployek e ku li hemberî Kurdan û gelên herêmê hatiye kirin. Hêzên navneteweyî jî ku ji aliyê leşkerî û siyasî ve li herêmê ne, bi polîtîka û helwestên xwe bûne şirîkê vê komployê.

Rêber Apo peyamek ji rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şand ku ji bo kêmkirina rageşiya li Sûriyeyê hin gavên cihê baweriyê biavêje. Her wiha bang li rêveberiya Şamê kir ku xwe ji şer vegire. Dewleta Tirk jî zane ku ev bang hatine kirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê xwe amade dikir ku hin gavên girîng biavêje, lê belê li ser taxên Kurdan ên li Helebê êriş hatin kirin. Rayedarên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku 4’ê Çileyê di hevdîtina di bin çavdêriya rayedarên DYE’yî de encameke erênî bi dest ketibû, lê belê Şeybanî yê di bin bandora Tirkiyeyê de ye dest li vê civînê werda û nehişt ku daxuyaniya hevpar bê dayin. Bi vî rengî peyman û lihevkirin hate sabotekirin û êrişên li ser taxên Kurdan destpê kirin. Ev rastî nîşan dide ku êriş berê hatiye plnakirin, hevdîtin jî weke rêbazeke mijûlkirinê hatiye bikaranîn.

DI PLANKIRIN Û MEŞANDINA VÎ ŞERÎ DE DEWLETA TIRK BI ÇALAK CIH GIRT

Di plankirin û meşandina vî şerî de dewleta Tirk bi rengekî çalak cih girt. Lîderê HTŞ’ê Colanî ji destpêkê ve bi feraseteke tekperest û pavşerû timî gef li Kurdan xwar, bersiv neda hewldanên lihevkirinê yên rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwest, serî li ber desthilatdariya zordar bide tewandin. Ev êriş ji bo belavkirina rêveberiya xweser e, ku ji aliyê Kurd, Ereb, Suryan û gelên din ve bi feraseta neteweya demokratîk hate avakirin. Tê xwestin, li Sûriyeyê sîstemeke faşîst bê avakirin ku xwe dispêre baweriya yekperestiyê û yek neteweyê. Ev mejî Sûriye jî di nav de li tevahiya Rojhialta Navîn êrişek li ser jiyana bi hev re ya xwişk û biratiyê ya gelan û baweriyan e. Bi vî rengî tê xwestin pêşî li feraseta neteweya demokratîk bê girtin ku wê aramî û aştiyê bîne Rojhilata Navîn.

GELAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DIKIN QURBAN

Van êrişan careke din nîşan dan ku hêzên navneteweyî yên kapîtalîst modernîst ji bo berjewendiyên xwe dikarin her cûre nirxan binpê bikin. Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de zêdeyî 10 hezar şehîd û bi deh hezaran birîndar dan. DAÎŞ’ê li dijî mirovahiyê şerek da destpêkirin; kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina mirovahiyê li dijî DAÎŞ’ê li refên herî pêş şer kirin. Hêzên navneteweyî di vê pêvajoyê de ketin nava wê helwestê ku li gel Kurdên berxwedêr cih bigirin. Berjewendiyên xwe di vê yekê de dîtin, lê belê piştî ku DAÎŞ hate têkbirin, piştgiriya pêwîst nedan têkoşîna jiyana demokratîk û azad a Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji bo berjewendiyên xwe Colanî li Şamê kir desthilatdar û li şûna gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yên ku li dijî DAÎŞ’ê zêdeyî 10 hezar şehîd û bi dehan hezar birîndar dan, piştgirî dan HTŞ’ê ya xwedî mejiyê DAÎŞ’ê. Bi vî rengî her cûre nirxên exlaqî, wijdanî û moralê bi rengekî durûtî binpê kirin. Gelan careke din ji bo berjewendiyên xwe dikin qurban.

Kurdan bi feraseta neteweya demokratîk li gel Ereb, Suryan û gelên din modeleke mînak a ji bo Rojhilata Navîn ava kirin. Lê rêveberiya HTŞ bi êrişa li ser Elewiyan, Durziyan û Kurdan hewl dide ku vê qada demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn ji holê rake. Hêzên navneteweyî jî bi piştgiriya ku didin HTŞ’ê raxistin pêş çavan bê Rojhilata Navîn a çawa dixwazin. Bi vî rengî mijara mafên jinê û demokrasiyê tenê maskeya li ber rûyê wan e.

EV ÊRIŞ KOMPLOYEKE LI DIJÎ KURDAN HEMÛYAN E

Ev êriş ne tenê li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li ser tevahiya Kurdan komployek e. Naxwazin ku Kurd li ti cihî bibe xwedî îrade û hêz. Bi taybetî hêzên qirker û dijminê Kurdan li her derê êrişî destketî û rêxistiniya Kurdan dikin û dixwazin hebûna Kurdan ji holê rakin. Kiryarên li Sûriyeyê yên li dijî Kurdan têne kirin, dewama vê polîtîka û ferasetê ye. Lewma divê Kurd hemû van êrişan li dijî xwe bibînin, helwest û yekîtiya neteweyî di vê demê de nîşan bidin. Li Rojava, Bakur, Başûr û derveyî welat gelê me li hemberî van êrişan rabûye ser piyan. Ev rabûna li ser piyan divê bê mezinkirin. Divê Kurd vî şerî weke şerê hebûn û rûmetê bibîne û bi hemû derfetên xwe beşdarî nava vê têkoşînê bibin. Lewma divê gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê bersivê bide banga seferberiyê ya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

HTŞ EW HÊZ E KU KOMPLOYÊ DIMEŞÎNE

Êrişên HTŞ’ê bi esasî komployek li dijî paşeroja Sûriyeyê ye. HTŞ hêza meşandina vê komployê ye. HTŞ polîtîkayeke parçebûna Sûriyeyê dimeşîne, ne yekîtiya Sûriyeyê. Rêveberiya Xweser yekîtiya Kurd-Ereb afirand, lê HTŞ dixwaze dijminatiyê bixe nava Kurd û Ereban. Ev yek jî ispata wê yekê ye ku HTŞ di bin bandora hin hêzên derve de vî şerî dimeşîne. Tê dîtin ku HTŞ bi van polîtîkayan nikare yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê pêk bîne, ji ber vê jî ev desthilatdarî wê nebe xwedî paşerojekê.

Li dijî her cûre êrişên li ser afirandina Sûriyeyeke nû ya ji xwişk û biratiya Kurd û Ereban, divê gelê Ereb û hemû hêzên demokratîk helwestê nîşan bidin. Xwişk û biratiya Kurd-Ereb ku destketiya herî hêja ye, divê bê parastin. Gelê me yê Ereb divê li hemberî tevdan û sorkirinê helwestê nîşan bide. HTŞ bi rêya van êrişan dijminatiyê li gelê Ereb jî dike. Gelê Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava aştiyê de jiyaneke demokratîk û azad dewam dikin, lê niha tê xwestin ku ji aliyê HTŞ û piştevanên wan ve di bin rêveberiyeke otorîter û zordar de bê hiştin. Ji ber vê jî divê gelê Ereb jî li ber van êrişan rabe û jiyana azad û demokratîk biparêze.

GELÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ DIVÊ JI HÊZA XWE BAWER BIKIN

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha bi hev re li ber her cûre êrişan rabûn. Ji bo parastina jiyana azad û demokratîk, şert e ku ev êriş bê şikandin. Ji ber vê yekê rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga seferberiyê kir, di serî de ciwan bang li tevahiya gel kir ku li gel QSD’ê şer bikin. Çawa ku li dijî DAÎŞ’ê ji heft heta heftê salî her kesî rahişt çekê, niha jî divê heman helwest bê nîşandan. Tenê bi hêza xweparastinê ya gel bajar û gund ji mejiyê DAÎŞ’ê dikare bêne parastin. Hebûn û azadî bi vî rengî dikare bê parastin. Bi vî rengî deynê deh hezaran şehîdan dikare bê dayin.

Êrişên li Helebê destpê kirin û li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn, nîşan dan ku tenê bi baweriya ji hêzên xwe û têkoşîna azadiyê ya gelan bersiv dikare bê dayin. Ji xwe Kurd bi dehan sal in xwe dispêrin hêza xwe û têkoşîneke dîrokî ya azadî û hebûna xwe dimeşînin. Kurdên li Sûriyeyê jî heta roja îro bi baweriya ji hêza xwe têkoşiyan û destketiyên xwe hemû bi vî rengî bi dest xistin. Lewma divê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî van êrişan ji hêza xwe bawer bikin. Eger ji hêza xwe bawer bikin û îradeya berxwedanê bê nîşandan weke ku di dîroka wan de hate dîtin û wê berxwedaneke ji cîhanê re mînak nîşan bidin û bi ser bikevin.

GEL Û DOSTÊN KURDAN HER ROJ HER KÊLIYÊ DIVÊ LI SER PIYAN BIN

Li Tirkiyeyê di demekê de ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê meşandin, ev êriş di heman demê de sabotekirina vê pêvajoyê ne. Hêzên ku wekheviya gelan, xwişk-biratiya Kurd-Tirk mîna sedsalek berê naxwazin û dixwazin Tirkiyeyê di rewşa şer de bihêlin, HTŞ’ê xistin nava van êrişan. Di demekê de ku Kurdên li Tirkiyeyê wekî ‘xwişk-bira’ têne binavkirin, helwestek dijminane li hember Kurdên li Sûriyeyê tê nîşandan. Daxuyaniyên hin rayedarên hikûmetê û awayê ku medyayê şer radigihîne vê yekê bi awayekî zelal nîşan dide. Di demekê de ku Rêber Apo ji bo aştî û aramiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn hewldanên mezin dike, ev êrişên li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de êrişek li dijî aştî û aramiya Rojhilata Navîn e. Ji xwe eşkere ye ku ev helwest wê zirarên cidî bide Tirkiyeyê û bandorek neyînî li ser siberoja welêt bike. Ji ber vê yekê, em bang li hemû hawirdorên demokratîk û welatparêzên Tirk  dikin ên ku dixwazin pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêş bixin ku li dijî hewldanên sabotekirina vê pêvajoyê têbikoşin. Tenê bi vî rengî siberoja hevpar a Tirkiyeyê dikare li ser bingeha yekîtiya demokratîk were avakirin. Ji bo vê yekê, divê li dijî şerê li Sûriyeyê helwest bê raberkirin û ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn li ser bingeha xwişk-biratiya gelan pêş bikeve, divê di têkoşînê de cihên xwe bigirin.

Gelê Kurd û dostên wan ên ku li dijî van êrişên li ser Kurdan rabûne, divê di her şert û mercî de li kêleka hêzên ku li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin bin. Divê ruhê berxwedanê yê ku li Şengal û Kobanê li dijî DAÎŞ’ê hat raberkirin, îro jî were vejandin; divê ev êrişa nû ya DAÎŞ’ê bi têkoşîna hevpar a gel û dostên wan were têk birin. Weke Tevgera Azadiya Kurd, em diyar dikin ku em li kêleka kesên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin in û em gelê xwe yê berxwedêr silav dikin.

Di vê demê de, li dijî rêveberiya xweser û berxwedêran şerekî taybet ê mezin tê meşandin. Bi taybetî çapemenî û medyaya civakî ji bo vê armancê tê bikar anîn. Ji ber vê yekê, divê gel tenê ji çapemeniyeke azad û demokratîk agahiyan werbigire û helwest û berxwedana wan a li dijî van êrîşan divê li ser vê bingehê pêş bikeve.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji QSD’ê li Şedadê tedbîrên li dijî gefa li ser ewlehiyê
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

2 rojnamevan hatin binçavkirin

Rojnamevan Semra Pelek û Dîcle Başturk di çarçoveya lêpirsîneke li Artvînê de hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê siyasî yê Kurd Saman Mihemedî hate darvekirin

Girtiyê siyasî yê Kurd Saman Mihemedî yê ji bajarê Sine, ji aliyê dadgeriya Îranê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Girtîgeha Merîwanê gef li girtiyên siyasî tê xwarin

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku berpirsên girtîgehê gefan li girtiyên siyasî yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?