În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin
Kurdistan

KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Em bi biryar in ku gava Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin. Em ê li gel û gelên xwe bifikirin û vê gava nû biavêjin. Lê belê divê bê zanîn ku pêvajo bi yek alî û tenê bi gavên me bi pêş ve naçe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî bersiva banga bi dîmen a Rêber Apo ya 9’ê Tîrmeha 2025’an hat weşandin da û got: “Em bi biryar in ku gavên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin. Em vê gava nû bi hizirandina gel û gelên xwe diavêjin. Lê divê were fêmkirin ku pêvajo bi yekalî an jî bi gavavêtin me pêş nakeve. Ji ber vê yekê, divê bi awayekî rast nêzî pêvajoyê bibin û gavên pêwîst werin avêtin.” KCK’ê anî ziman ku li ser vê bingehê, divê esareta Rêber Apo yê ku pêvajoya Civaka Demokratîk pêş xistiye bi dawî bibe û bigihêje azadiya xwe.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Rêber Abdullah OCALAN ji bo pêşvebirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bangek nû kir. Ev bang duh hate weşandin û raya giştî ji naveroka wê agahdar bû. Berî her tiştî, em kêfxweş in ku deng û dîmenê Rêber Abdullah OCALAN gihîştiye derve. Em bawer dikin ku ev yek ji bo gelê me û hemû dostên me bi heman awayî kêfxweş bûne. Bi vê boneyê, em Rêber Abdullah OCALAN ê ku ji hêla gel û dostan ve tê bêrîkirin bi rêzdarî silav dikin û hesret, evîn û minetdariya xwe diyar dikin.

Ev banga ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, banga duyemîn a piştî 27’ê Sibata 2025’an e. Mîna banga 27’ê Sibatê ev banga jî dîrokî ye. Rêber Apo di vê banga dîrokî de, pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di warê rêgez û armancên wê yên bingehîn de kurteber kir, pêşketinên heta niha hatine kirin û gavên pêwîst ên ku ji bo pêşerojê werin avêtin destnîşan kir. Rêber Apo bi gotina, ‘Ez piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an didomînim’ careke din îradeya xwe bi xurt û vekirî nîşan da. Wekî Tevgera Azadiyê, me ev banga dîrokî ya Rêber Abdullah OCALAN nirxand. Em pêwîst dibînin ku encamên em gihîştinê bi eşkereyî bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.

Me piştgiriya xwe ya tevahî ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di banga 27’ê Sibata 2025’an de hate ragihandin, diyar kiriye û em ê bi tevahî erkên xwe bi cih bînin. Heta niha, me li gorî baweriya xwe ya ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û erka dîrokî ya ku ji bo pêkanîna armancên vê bangê, me biryarên stratejîk girtin û di vî alî de gav avêtin. Gelê me bi baldarî, hesasiyet û baweriyek mezin li pişt vê pêvajoya dîrokî ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin sekinî. Di vê qonaxa em gihîştinê, Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wê ya heyî hîn jî li gorî pêdiviyên pêvajoyê û gavên berbiçav ên ku me avêtine ti gav neavêtine. Em vê yekê dibînin û dizanin. Lê tevî vê yekê, li gorî baweriya ku me bi armancên ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ aniye, em li pişt pêvajoyê sekinîn. Bi hesasiyeteke mezin me hewl da ku vê helwesta xwe bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ev hewldanên me yên di vî warî de têne dîtin Niha, ji bo vê banga dîrokî ya nû, em radigihînin ku em ê gavên berbiçav ên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin. Em vê gava şênber, mîna gavên din ên ku me avêtine, ji bo girêdana xwe ya bi Rêber Abdullah OCALAN re nîşan bidin û bi baweriya ku gelê me û mirovahî wê bi Manîfestoya Civaka Demokratîk azad bibin, diavêjin.

Rêber Apo di banga 19’ê Hezîrana 2025’an de diyar kir ku her kes erka ku dikeve ser milê wan bi cih bînin û gavên pêwîst ên ku bên avêtin destnîşan kir û bê pêvajo çawa bimeşe danî holê. Divê tespîtên Rêber Apo li ber çavan bên girtin û fêmkirin. Ev bang ne tenê ji bo me ye, di heman demê de ji bo dewlet, bi taybetî jî Meclîsê, hemû saziyên siyasî û kesên berpiryar in. Heta îro, me li gorî berpirsyartiya xwe ya dîrokî û bi hesasiyeteke bilind gavên stratejîk avêtine.

Niha, em bi biryar in ku gavên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin. Em vê gava nû bi hizirandina gel û gelên xwe diavêjin. Lê divê were fêmkirin ku pêvajo bi yekalî an jî bi gavavêtin me pêş nakeve. Ji ber vê yekê, divê bi awayekî rast nêzî pêvajoyê bibin û gavên pêwîst werin avêtin. Li ser vê bingehê, divê esareta Rêber Apo yê ku pêvajoya Civaka Demokratîk pêş xistiye bi dawî bibe. Ji ber ku ger Rêber Apo azad bibe, ev pêvajo dikare pêş bikeve û bigihîje armancên xwe. Berovajî vê yekê, ne pêkan e ku bi parastina şert û mercên heyî pêşdetir biçe. Ya duyemîn, divê ji bo siyaseta demokratîk û hiqûqa tevahî tiştên pêwîst bên kirin. Divê siyaset û Meclîs li gorî vê yekê însiyatîfê bigire û gavan biavêje. Pêvajoyek û pêşveçûnek watedar tenê bi vê yekê pêkan e.

Di encamê de, dema ku em biryardariya xwe ya ji bo avêtina vê gava dîrokî nîşan didin, em hewce dibînin ku bi heman hesta berpirsiyariyê tiştên ku divê were kirin dubare dikin. Em hêvî dikin ku tiştên ku me gotine wê werin fêmkirin û li gorî wê tevbigerin. Em bi baweriya ku mîna heta niha me kiriye û ji niha pê ve jî wê ji bo gelê me destketiyên mezin bi xwe re bîne, van gavan diavêjin. Em hîn jî baweriya xwe ya ku wê ev gav bersiva xwe bibîne û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi ser bikeve, diparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Doza Kobanê û mafê hêviyê testa baweriyê ya dema nû ye’
Nûçeya Pişt re Guleç: Ji bo civak xwedî li pêvajoyê derkeve, gaveke girîng bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Remy Pagani: Aşitî cidiyetê dixwaze, divê Ocalan azad bibe

Siyasetmedarê Swîsreyê Remy Pagani ku pêvajoya aşitiyê ya li Kolombiyayê ji nêz ve şopandiye, got:…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: 4 drone hatin xistin

QSD'ê ragihand ku di çalakiyên parastina rewa de yên li dijî êrîşên dagirkeriyê hatin kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

Berdana Hevşaredara berê ya Qereyaziyê Melîke Goksû bi hinceta ku beşdarî Desteya Çavdêrî û Îdareyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?