Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
Kurdistan

KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe

KCK’ê diyar kir ku li Sûriyeyê demeke nû destpê dike û got, “Tişta sereke ya ku gelên Sûriyeyê bi hesreta wê ye, Sûriyeyeke demokratîk e. Çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Di encama geşedanên ku di du hefteyên dawî de li Sûriyeyê qewimîne, rejîma Baas’ê hilweşiya. Bi hilweşîna rejîma Baas’ê re, li Sûriyeyê demeke nû destpê kiriye. Em hêvî dikin ku ev rewşa nû bibe sedem ku hemû gelên li Sûriyeyê bi hev re bi rengekî wekhev û azad bijîn. Gelên Sûriyeyê ev 10 sal in ji bo afirandina Sûriyeyeke demokratîk û ji bo pêşxistina jiyana azad, demokratîk û xwişk-biratiyê têkoşîn meşandin û ji bo vê yekê berdêlên giran dan. Gelên Sûriyeyê ku têkoşînên mezin meşandine, vê yekê zêde heq dikin. Em bawer dikin ku gelên Sûriyeyê xwedî wê tecrube, zanebûn û ferasetê ne ku vê yekê pêk bînin. Hêviya me ew e ku ev hesreta gelên Sûriyeyê, pêk were.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hilweşîna rejîma Baas’ê car din îspat kiriye ku sîstema netew-dewlet a yekperest wê rastî dawiyeke çawa were û ev tişt hat gotin, “Sîstema netew-dewlet ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye çêkirin û hêzên modernîteya kapîtalîst jî ev sîstem îxracî Rojhilata Navîn kirine. Ev sîstem sedemê esas ê pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn e. Modela netew-dewletê ya ku di nava civakê de yekperestiyê esas digire, li dijî rastiya mirovan e. Ev yek bi geşedanên li Rojhilata Navîn, car din bi eşkere derketiye holê. Rêber Apo rastiya netew-dewleta yekperest, bi kûrahî nirxandiye û diyar kiriye ku ev sîstem dijberê mirov û civakê ye, civak wê zêdetir nekare vê sîstema yekperest rake û ev sîstem wê were derbaskirin, di encama vê de wê li Rojhilata Navîn pêşî li demokratîkbûnê veke. Geşedanên li Sûriyeyê derketine holê, ev rastiya dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî diyarkirin, piştrast kirine. Rejîma Baas’ê di nava 14 salên dawî de tevî ev qas geşedanên li Sûriyeyê qewimîne, ev rastî nedîtiye, di sîstema netew-dewlet a yekperest de israr kiriye, xwe demokratîk nekiriye û di encamê de dawiya xwe dît.”

TIŞTA BINGEHÎN Ê KU GEL PÊ HESRET MANE, PÊŞKETINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK E

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt jî hatin gotin:

“Weke KCK’ê ji bo li Sûriyê derbaskirina pergala netew-dewletê ya yekperest û pêşketina veguherîna demokratîk, em her tim di nav hewldanê de bûn. Me ev yek gelek caran ji rêveberiya Sûriyê re hem bi devkî hem jî bi nivîskî ragihand. Me got ku divê li Sûriyê dev ji feraseta yekperest a netew-dewletê were berdan û ji bo pêwîstiya veguherîna demokratîk a Sûriyê gav bên avêtin. Ji bo pêvajoya veguherîna demokratîk a Sûriyê dirêj nebe û gel hîn zêdetir êş nekşînin me pir girîngî da vê. Ji bo vê em di nav hewldanek zêde de bûn. Gelê Kurd jî bi têkoşîna ku pêşxistî re xwestiye Sûriyeyek demokratîk pêş bikeve, bingeha vê pêş xistiye. Em dizanin ku rêveberiya xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo Sûriyê bibe demokratîk di nav hewldanê de bû. Lê belê Rejîma Baasê di hişmendiya netew-dewletê ya yekperest de israr kir. Di encamê vê de jî qeyrana li Sûriyê kurtir bû, çareserkirina pirsgirêkan hate taloqkirin û gelan hîn zêdetir êş kişandin.

Ji vê şûnde tiştê ku gelên Sûriyeyê hesreta wê dikşînin pêşketina Sûriyeyeke demokratîk e. Di nav Sûriyeyeke demokratîk de hemû gelên Sûriyeyê, aliyên olî, zimanên cuda, mezheb û çandên cuda bi hev re, wekhev û azad dikarin bijîn. Li Sûriyeyê çareserkirina pirsgirêkan bi vê re gengaz e. Kurd, Ereb, Durzî, Tirkmen, Suryanî, Êzidî, Ermenî, Nûsayrî, Sûnî û hemû cudahiyên Sûriyeyê dikarin bi vî awayî jiyanek nû ava bikin. Bi hev re dikarin bi awayek azad û xwişk-biratî jiyan bikin û Sûriyeyeke ku mafê her kesî tê nasîn dikarin ava bikin. Li Sûriyeyê pêşketina vê di heman demê de wê hemû Rojhilata Navîn erênî bandor bike û ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn feydeyekê mezin bike. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe nîşan da ku hêza herî dînamîk a vê yekê ye. Weke KCK’ê wê sekn û têkoşîna me ya neteweya demokratîk a ku jiyanek wiha pêş dibîne, cudaparêzî û bi hevre jiyankirina cudahiyan esas digire wê bidome. Li hemberî netew-dewleta ku çavkaniya hemû pirsgirêkan e, çareseriya pirsgirêkan û bi hevre, wekhev, demokratîk û azad jiyankirina hemû gelan bi hişmendiya neteweya demokratîk pêkan e.

Azadiya civakê bi azadkirina jinê dikare pêk were. Azadiya jinê cewher û wateya civakîbûnê îfade dike. Sûriyeya nû ya bê avakirin, ancax bi pêşketina azadiya jinê re dikare demokratîk û azadîparêz be. Ti carî ji xeta azadiya jinê tawîz nayê dayîn û gavek bi paş ve neyê avêtin.

DEWLETA TIRK LI PÊŞIYA SÛRIYEYEKE AZAD ASTENGIYA HERÎ MEZIN E

Dewleta Tirk li pêşiya Sûriyeya demokratîk û azad a ku hesreta gel e, astengiya herî mezin e. Ji bo pêşî li pêşketina jiyana demokratîk û azad a li Sûriyeyê bigire, demeke dirêj e êrîşî Sûriyeyê dike û dagir dike. Tevî ku rejîma Baas hilweşiya jî dewleta Tirk dest ji vê helwesta xwe berneda. Dewleta Tirk jî mîna rejîma Baas xwedî zîhniyeta netewe-dewlet a tekparêz e. Bi êrîş û pêkanînên xwe yên ku pêş xistiye re armanc dike ku feraseta despotîk û sîstema tekparêziyê ya li Sûriyeyê mayînde bike. Armanca dewleta Tirk ne tenê qirkirina Kurdane, di heman demê de dixwaze pêşî li veguherîna demokratîk a li Sûriyeyê bigire, sîstema netewe dewlet a tekparêz û feraseta serdestiya despotîk mayînde bike û bihêle hemû gelên Sûriyeyê di bin qirkirinê de bijîn. Eşkere ye ku dewleta Tirk armanceke bi vî rengî dimeşîne û li ser vê bingehê êrîşên xwe yên li hemberî Sûriyeyê didomîne. Bi vê armancê re dewleta Tirk avaniya bi navê Artêşa Sûriyeyê ya Neteweyî ava kir. Hem bi xwe êrîş dike, hem jî dihêle bi destê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê êrîş pêk bên. Dewleta Tirk bi vê nêzîkatiyê êrîşî yekîtî û yekparçebûna Sûriyê dike û geşedanên Sûriyê tehdît dike. Divê hemû gel û hêzên Sûriyeyê yên alîgirê Sûriyeyeke nû û jiyaneke demokratîk û azad a bi hev re ya li Sûriyeyê, vê nêzîkatiya dewleta Tirk qebûl nekin û li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê helwest raber bikin. Divê li rex berxwedana gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih bigirin. Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin, li cem gelê berxwedêr a Kurd û gelên Sûriyeyê cih bigirin û helwesteke xurt a hevgirtinê pêş bixin.

BERXWEDANA GELAN WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE

Divê hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Sûriyeyê ya Neteweyî ku li ser navê dewleta Tirk tevdigerin berxwedana xwe xurt bikin. Divê gelên me li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û parastina xwe ya cewherî bikin. Li ser vê bingehê xwe birêxistinkirin, dê berxwedan û têkoşîna gelan a li dijî her şêwe êrîşan teqez bigihêje serketinê.

Gelê Kurd bi têkoşîna ku pêş xistiye re tevkariyeke mezin di têkbirina sîstema netewe dewlet a yekparêz û feraseta rêveberiya despotîk a li Rojhilata Navîn de kiriye û roleke diyarker lîstiye. Eger zemînek ji bo pêşvebirina Sûriyeyeke nû û demokratîk hatibe avakirin, ev yek bi saya têkoşîna ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye pêşxistine. Ne tenê li Sûriyeyê di heman demê de li Rojhilata Navîn di derketina pêşketineke bi vî rengî de jî xwedî parekê ye û pêşengiyê jê re dike. Eger rastiya Kurd neyê dîtin û mafê wan neyê naskirin ne Sûriye ne û jî Rojhilata Navîn pêkan nîne. Teqez wê cihê gelê Kurd li Sûriyê û Rojhilata Navîn hebe.

Bi van daxwaz û hestan em hemû gelên li Sûriyeyê pîroz dikin, bawer dikin ku wê hemû gel bi hev re Sûriyeyeke wekhev, demokratîk û azad ava bikin û em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê tevbigerin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parlamenterên Fransî: Rojava modelekê pêşkêş dike; divê were parastin
Nûçeya Pişt re El Sadr ji bo Sûriyeya nû bal kişand ser girîngiya ‘demokrasiyê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîdên ked û demokrasiyê li Mexmûrê hatin bîranîn

Şehîdên ked û demokrasiyê Emîne Pîran, Emîne Yilmaz, Binevş Avyanî, Mehmed Repinî, Mûstafa Repinî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîsyon civîna xwe ya sêyemîn lidar dixe

'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' ku di çarçoveya pirsgirêka Kurd de li Meclîsê ava…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel 22’ê Kanûnê ye

Dema hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê fuze avêt baregeha Komele

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?