În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Têkoşîna Şêx Seîd dayî îtiraza dîrokî ya li dijî înkarê ye
Kurdistan

KCK: Têkoşîna Şêx Seîd dayî îtiraza dîrokî ya li dijî înkarê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û got: "Gelê Kurd wê vê pêvajoyê bi serketî bi pêş bixe û têkoşîna ku ji serdema Şêx Seîd heta roja me bi bedelên mezin hatiye dayîn wê bi encam bibe û hesreta azadiyê bi dest bixe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 100’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şêx Seîd ê ku di sala 1925’an de hate darvekirin, welatparêzekî hestyar, wêrek, zana û pêşengê gel bû.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de wiha hate gotin:

“Di ser darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî yên ku di bîra gelê Kurd de cihekî kûr digirin 100 sal derbas bûn. Em wan her tim bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di sedsaliya darvekirina wan de, em careke din Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja ditewînin. Her wiha di şexsê wan de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê careke din bi minetdarî bi bîr tînin. Em dixwazin li vir diyar bikin ku xebata KNK’ê ya bi boneya sedsaliya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî pêk tîne pir watedar dibînin.

Şêx Seîd, wekî welatparêzekî hestyar, wêrek, zana û pêşengê gelê xwe, neheqiya li ser gelê Kurd qebûl nekir û li dijî înkara li ser gelê Kurd derket. Têkoşîna ku wî dayî, îtîrazeke dîrokî ya li dijî neheqî û înkara ku li ser gelê Kurd tê kirine. Her çiqasî têkoşîna wan bi komkujî û darvekirinên dewleta faşîst a qirker hatibe tepisandin jî, wan bi berxwedan, wêrekî û bêyî ku tawîzê ji doza xwe bidin çûn sêdarê û ev yek  tevkariyeke mezin da kevneşopiya berxwedana Kurdistanê. Di encama têkoşîna Şêx Seîd û Seyît Rizayan de, li Kurdistanê berxwedan û têkoşîn ti carî kêm nebû û ev pêvajo heta derketina PKKê dom kir. Bi derketina Rêber Apo û PKK’ê ya li ser dika dîrokê re têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî ket qonaxeke dîrokî ya nû, şoreşa vejîna neteweyî pêk hat û siyaseta înkar û tinekirinê şikest.

Têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd di çarçoveyek wisa de pêşketiye. Niha bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a dîrokî ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, ev têkoşîn ketiye qonaxa avakirina azadiya gelê Kurd. Gelê Kurd wê vê pêvajoyê bi serketî pêş bixe û têkoşîna ku ji serdema Şêx Seîd heta roja me bi bedelên mezin hatiye dayîn wê bi encam bibe, hesreta azadiyê bi dest bixe û bendewariya Şêx Seîd ku dema ku ew dibirin darvekirinê ji bo rûyê neviyên xwe reş neke û têkoşînê bidomîne, wê pêk were. Bila gumana ti kesî nebe ku gelê Kurd wê vê yekê bi ser bixe. Bi vê bîr û baweriyê, em careke din di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza ku me daye şehîdan dubare dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (280)
Nûçeya Pişt re Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta Rojava agirê azadiyê – V
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYA’yê serkirdeyekî El Kaide yê bi DAÎŞ’ê re têkildar, kuşt

CENTCOM’ê ragihand ku di operasyona hewayî ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê de, serçetekî El Kaide…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: ‘Em desteserkirin û bombeyan qebûl nakin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got: ‘’Di dema mezinkirina hêviyên aşitiyê de em…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrînê çar kes hatin revandin

Rêxistina Mafê Mirovan a Suriye-Efrînê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeyên Cinderês…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?