Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > KCK: Tirkiye divê demildest ji zihniyeta dijminê mirov û xwezayê rizgar bibe
Civak & Ekolojî

KCK: Tirkiye divê demildest ji zihniyeta dijminê mirov û xwezayê rizgar bibe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilweşîna madenê ya li navçeya Licik a Erzînganê daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiye divê demildest ji zihniyeta dijminê mirov û xwezayê rizgar bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

KCK’ê diyar kir ku bûyera li Licikê qewimî, car din nîşan da ku têkoşîna li dijî zihniyeta AKP-MHP’ê çiqas girîng e û got: “Tirkiye divê demildest ji vê zihniyeta rantker, talanker, çavbirçî û dijminê mirov û xwezayê rizgar bibe. Divê hemû beşên civakê, hêzên demokrasî, ekolojîst, her kesê ku qîmetê dide mirov, civak û xwezayê li dijî vê zihniyetê helwesteke xurt raber bike. Êdî divê Tirkiye û Kurdistan ji vê zihniyetê bê rizgarkirin, xweza bê azadkirin, jiyan demokratîk bibe.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Li navçeya Licik a Erzinganê di encama hezîna axa bi siyanûr û teqîna boriyan de 9 karkerên madenê di bin axê de man û herêm bi temamî rû bi rûyê karesateke pir cidî ma. Di encama feraseta mêtinger û rantker de rewşeke pir cidî û xeter qewimî. Ne tenê jiyana 9 karkerên di bin axê de man, erdnîgariyeke pir berfireh û ekosîstem ji kîmyewiyên bi jehr bandor bûn û ketin bin xeteriyê. Tişta qewimî, tam Çernobîl e.

ZIHNIYETA DIJMINÊ XWEZAYÊ DI BIN DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê DE HÎN ZÊDETIR BÛ

Weke tê zanîn di salên dawî de li gelek deverên cîhanê bi siyanûrê lêgerîna li zêr hatiye qedexekirin, madenên ji vî cûrî hatine girtin. Sedemê vê yekê texrîbata ku siyanûr bûye sedem. Kîmyewiyên bi jehr hem ji jiyana mirov hem jî ji xwezayê, xak, av, şînkahî û hemû zindiyan re xeteriyeke cidî çêdike. Ev encam di gelek bûyerên qewimî de ne, hatine tecrûbekirin. Heman tecrûbe li Tirkiyeyê jî çêbûne. Li ti deverên din ên cîhanê bi qasî li Tirkiyeyê karesatên ku kîmyewiyên bi jehr û maden bûne sedema wê, nîne. Bi sedan caran maden bi karesatên mezin bi encam bûne, bi hezaran karkeran jiyana xwe ji dest dane, xweza û ekosîstem zirarên mezin dîtin, hilweşîna ekolojîk çêbûye. Bi taybetî bi desthilatdariya AKP’ê re Tirkiye çend caran rû bi rûyê van karesatan maye. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê siyaseteke di çarçoveya mirov, civak û xwezayê de nameşîne, bi temamî siyaseteke tenê bi armanca rant û hilweşînê dimeşîne. Ev zihniyet û siyaseta dijminê mirov, civak û xwezayê di bin rêveberiya AKP-MHP’ê de hîn zêdetir bûye. Rewşa li Licikê qewimî, mînaka vê ya dawî ye.

LI LICIKÊ EŞKERE BÛ KU AKP-MHP ÇIQASÎ XWECIHÎ Û MÎLÎ YE

Di destpêkê de divê em vê yekê bizanibin ku bi taybetî karesatên madenê, karesatên ku ji aliyê mirovan ve rû didin, bes zirarê nadin mirovan, yan jî tenê mirovan nakujin. Bi hezaran, bi sed hezaran cureyên şînkahî û lawiran ji vê yekê bandor dibin, mîkroorganîzmayên ku ji axê re baş in û axê xwedî dikin tune dibin, ax qirêj dibe, av qirêj dibe û di ekosîstemê de texrîbatên mezin pêk tên. Bi qasî jiyana mirovan, bandoreke neyînî li xwezayê jî dike. Ji ber vê yekê helwestnîşandana di çarçoveya jiyana mirovan de û li gorî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, şaş e. Helbet jiyana mirovan pir girîng e. Lê belê em dizanin ku mirov jî beşeke ji xwezayê ne. Mirov bi xwezayê re pêk tê û bi xwezayê re dijî. Bêyî xwezayê em nikarin bijîn. Hewa, av, ax û tevahİya ekosîstemê çavkaniya jiyana hemû zindiyan e. Xweza dayîka me hemûyan e, ew me diafirîne û zindî dihêle. Eger em xwezayê qirêj bikin, zirarê bidin xwezayê yan jî wê tune bikin, em ê dawiya xwe bînin. Divê em bi nêrîn û feraseteke wiha nêzî jiyan û xwezayê bibin. Lê belê mixabin ku di desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst de perçeyeke biçûk jî, ji vê ferasetê nîne. Desthilatdariya AKP û MHP’ê bi tu awayî girîngiyê nade jiyana mirovan û xwezayê, derd û armanca wan bes pere, qezenca madî û kedxwarî ye. Tirkiye bi temamî radestî şîrket, mafya, rant û sermayedarên pereyan hatiye kirin. Ew bi xwe jî hevkarên wan şîrket, mafya, rant û pereyê ne.

Bi hev re Kurdistan û Tirkiyeyê îstîsmar dikin, xwezaya wê qetil dikin û ekosîstema wê xira dikin. Bi destê van xwezayê Kurdistan û Tirkiyeyê û jiyana mirovan ber bi hilweşandinek mezin ve diçe. Li her derê madeyên kîmyewî yên jehrî, birîna daran, HES û bendav… Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi sefseteyên faşîstên mîna Hîtler û Mussolînî yên ‘herêmî û neteweyî’ bi salan e hewl dide sûcên xwe veşêre, bixapîne û civaka Tirkiyeyê bêdeng bike. Mixabin ji ber ku muxalefeta li Tirkiyeyê ji desthilatdariyê ne cudatir e û di bin bandora îdeolojiya neteweperest de ye, rûyê sexte yê desthilatdariya AKP-MHP’ê nikare eşkere bike û hewl nadin ku civak rastiyan bi awayekî zelal bibînin. Hêzên demokrasiyê jî qels in, bi îradeyeke hevpar nikarin gaveke radîkal biavêjin, nikarin vê zîhniyeta rantxwarî, çavpere, antî-xwezayê û mirovahiyê tehşîr bike û rawestînin. Ji ber ku ev hemû li Tirkiyeyê nayên kirin, desthilatdariya AKP-MHP’ê vê sefseteyê li her derê mîna ku tiştekî nû û baş e bi kar tîne û pêşî li nerazîbûnên civakî digire. Lê belê gelo AKP-MHP’ê çiqasî herêmî û neteweyî li Licikê eşkere bû. Gelo mirovekî ku ji warê xwe û neteweya xwe hez bike, bi vî rengî nêzîk dibe? Jiyana karkerên di binê axê de man e, bandora kîmyewî ya ku li sed hezaran ajal û nebatan, qirêjbûna Çemê Firatê, xeteriya ku tejaneya mezopotamyayê… Ev hemû careke din rastî û zîhniyeta desthilatdariya AKP-MHP’ê bi awayekî zelal raxistiye pêş çavan.

DIVÊ JI ZÎHNIYETA DIJ XWEZAYÊ DEMILDEST RIZGAR BIBIN

Asta xeteriya ku di encama hezaza li Licikê rû da ku di madena zêrê de qewimî, hêj nehatiye eşkerekirin. Ev yek Çernobîla AKP-MHP’ê ye. Desthilatdarî û medyayên alîgir, asta xeteriyê vedişêrin. Pirsgirêkê tenê mîna karkerên di binê axê de mane nîşan didin. Ji bo ku guneh û sûcên xwe yên mezin veşêrin bi rizgarkirina karkeran hewl didin rojevê dagirin. Di rastiyê de, ti guman û hestên wan ên derbarê jiyana karkeran de nîne. Me hemûyan bi hev re di Soma, Amasra û erdheja 6’ê Sibatê de dît ku AKP-MHP bi qasî misqalekî jî qîmetê nade karkeran û gel. Ji ber vê yekê, ya ku çapemeniya desthilatdar dike, berovajîkirina rojevê û veşartina gunehekî mezin e. Li vir rewşeke pir cidî heye. Dibe ku madeyên kîmyewî yên jehrî tevlî ava Firatê bibe û tejaneya Mezopotamyayê bikeve nava metirsiyeke mezin. Ne tenê Erzîngan û Licik, tevahiya Mezopotamyayê ketiye nava xeteriyê. Weke ku tê zanîn, çemê Dîcle û Firatê bi hev re tejaneya Mezopotamyayê pêk tîne û heta Kendava Basrayê dirêj dibe û diherike nava deryayê. Jehrîbûna Çemê Firatê tê wateya ku mirov, nebat, ajal, ax, av û mîkroorganîzmayên li van hemû deveran di xeteriyê de ne. Em bi hilweşîneke mezin a ekolojîk re rû bi rû ne. Bi wesîleya vê bûyerê, em zîhniyeta rantê ya AKP-MHP’ê ku dijminatiyê li gel, civak û xwezayê dike, bi tundî şermezar dikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê, erdnîgarî û xwezaya Tirkiye û Kurdistanê her roj bêhtir xera dike. Rewşa ku li Licikê rû da, diyar dike ku li dijî zîhniyeta AKP-MHP’ê têkoşîna me çiqasî pêwîst û rast e.  Divê Tirkiye di zûtirîn demê de dev ji vê zîhniyeta rantê, talanker a li dijî xwezayê û li dijî mirovahiyê berde. Pêwîste hemû beşên civakî, hêzên demokrasiyê, ekolojîst û her kesên qîmetê didin mirovan, civakê û xwezayê, li dijî vê zîhniyetê helwesteke xurt nîşan bidin. Niha divê Tirkiye û Kurdistan ji vê zîhniyetê rizgar bibe, xweza azad bibe û jiyana demokratîk pêk were.”

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê: Em bang dikin ku di asta herî bilind de piştevanî bê kirin
Nûçeya Pişt re HES, bendav û kanên xîzê Çemê Pasûrê gemarî dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ciwan ber bi Amedê ve bi rê ketin: Azadiya Rêber Apo azadiya gel e

Ciwan ji Edene, Wan û ji Agiriyê ji bo tevlî meşa “Bi Rêberê Azadiyê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Cezayê ragirtina li malê li rojnamevan Îsmaîl Saymaz hate birîn

Rojnamevan Îsmaîl Saymaz ku bi hinceta çalakiyên Gezî hate binçavkirin, cezayê ragirtina li malê lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hedlê Hesen: Şervanên me dîrokê dinivîsînin, em jî li pişt wan in

Hedlê Hesen diyar kir ku çi dibe bila bibe, ew in xwediyê axa xwe ne…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li quntarên Qerejdaxê mesaiya jinan a berhevkirina kerengan dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji objektîfa ciwanê vegeriyayî; li Efrînê bihar

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

KCDK-E’yê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Hevselê karê çapeyê: Em rojê 9 saetan dixebitin, lê berdêla karê xwe nagirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?