Li Kurdistanê bi taybetî bi êrîşên dewleta Tirk re ekosîstem û xweza jî rastî talaneke mezin tê. Bi salane beşekî mezin ê qadên daristanî yên Kurdistanê, tên şewitandin. Santralên Hîdro Elektrîk (HES), Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) û bendav her roja borî hîn zêdetir xwezaya Kurdistanê talan dikin.
Bi êrîşên bi hinceta ewlekariyê tên kirin re, cureyên di ekosîstemê de jî her diçe kêm dibin; li hin herêman jî rû bi rûyê xeteriya tunebûnê dimîne. Li gorî daneyên fermî piraniya 777 HES û 68 JES’an li Kurdistanê ne.
Dr. Pinar Dînç a ku bi xebatên xwe yên li ser jîngeh û şer tê zanîn, li Beşa Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Lund a Swêdê weke doçent wezîfe dimeşîne û li Navenda Xebatên Rojhilata Navîn weke lêkolîner xebatên xwe didomîne, têkildarî talana ekolojîk a li Kurdistanê û qirkirina xwezayê ji ANF’ê re axivî.
Pinar Dînç diyar kir ku texrîbata li Kurdistanê, ne texrîbateke jirêzê ya jîngehê ye û bal kişand ser astên cuda yên bandorên polîtîkayên şer ên li ser xwezayê. Pinar Dînç îfade kir ku şerê bi salan ê li erdnîgariya Kurdan, hem civakê hem jî xwezayê bi rengekî cidî bandor dike.
Pinar Dînç bilêv kir ku divê destûr were dayîn ku xweza baş bibe û got, “Divê em dest ji vê talan, texrîbat, mêtingerî û hilweşînê berdin û ji bo jinûve avakirinê têbikoşin. Lê belê tam berevajî, bi pêvajoya aştiyê re behsa ocaxên madenê yên zêde dibin, îhaleyên nû yên hatine vekirin û korîdorên enerjiyê tê kirin. Ez vê weke xeteriyeke girîng, nuqteya kor a ekolojîk a aştiyê dibînim.”
Pinar Dînç anî ziman ku li Kurdistanê hin bendav tenê bi armanca çêkirina texrîbatê hatine avakirin û got, bi bendavan re çavkaniyên avê yên li xwezayê jî tên kontrolkirin. Pinar Dînç bal kişand ser bandorên bendavan ên li ser hevsengiya ekolojîk û jiyana li herêmê û got, “Tevgera Ekolojîk a Mezopotamyayê, POLEN Ekolojî û platformên din ên ekolojîk ên li herêmê li ser encamên ekolojîk û civakî nirxandinan dikin. Ji bo encam hîn baştir bên fêmkirin, divê ew bên şopandin. Divê xebatên heman bên destekkirin û di aliyê hejmar de bên zêdekirin.”
AŞTÎ DERFETAN PÊŞKÊŞ DIKE
Pinar Dînç îşaret bi girîngiya têkoşîna ekolojiyê ya di dema nû de jî kir û got, divê hundirê nêzîkatiya ekolojîk were tejîkirin. Pinar Dînç ev tişt ragihand: “Aştî derfetan pêşkêşî me dike. Divê em van derfetan ji bo başbûn û bikaranîna rast binirxînin. Bi talana ekolojîk re hewl tê dayîn ku têkoşîna gel bi gotina ‘em ê kar bidin we’ were bêbandorkirin. Divê têkoşîna gel veguhere têkoşîneke hevpar. Hevrûbûnên di pêvajoya nû de, divê li qada têkoşîna ekolojîk jî hebe. Ekolojî jî divê bibe parçeyekî hevrûbûnê. Teqez pêdivî bi mekanîzmayekê heye.
Ji bo êşên nû neqewimin, divê di aştiyê de israr were kirin. Lê aştî tenê nayê wateya bêdengbûna çekan. Aştî tê wateya parastina xwezayê jî; ewlehiya xwezayê were parastin û neyê talankirin.”

