Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK’ê êrîşa li ser Hêzên Parastinê yên Suryan şermezar kir
Rojane

KCK’ê êrîşa li ser Hêzên Parastinê yên Suryan şermezar kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê êrîşa li ser Hêzên Parastinê yên Suryan ên li Rojava şermezar kir û bang li gelê Asûr-Suryan kir ku hîn bi xurtî tevlî parastina Rojava bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sê endamên Sotoro bi bîr anî, ku 28’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn û bang li gelê Asûr-Suryan kir ku di çarçoveya fikra neteweya demokratîk a gelan de yekbûna xwe hîn xurt bike, planên qirkirinê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi têkoşîneke yekbûyî têk bibe.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di 28’ê Sibata 2024’an de dewleta Tirk a qirker û mêtinger careke din êrîş bir ser Rojava. Dewleta Tirk vê carê li bajarê Dêrikê Hêzên Parastinê yên Suryan kir hedef û di encama êrîşê de 3 endamên Sotoro şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Di serî de em her sê şehîdên Sotoro û hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji gelê Suryan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemûyan re dixwazin. Em ji birîndaran re şifayê dixwazin û vê komkujiya hovane ya dewleta Tirk a dijminê gelan û hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê bi tundî şermezar dikin. Em êşa gelê xwe yê Asûr-Suryan parve dikin û bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevgirtina xwe diyar dikin.

Dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi vê êrîşê careke din nîşan da ku bi çiqasî dijminê gelan e û rûyê wan ê faşîst, komkujer û xwînrij bi vê êrîşê re careke din derkete holê. Hişmendî û siyaseta qirker a dewleta Tirk ewqasî kûr bûye ku ji azadiyan gelan ditirse û bi vê tirsê êrîşî gelan dike. Mîna dûpişkê jehrê belav dike. Bi van hestên faşîst, qirker û nijadperestî êrîşî şoreşa Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û her roj komkujiyan dike. Em hemû êrîş û komkujiyên dewleta Tirk şermezar dikin û bang li gelan hemûyan dikin ku li hemberî vî dijminê xwînxwar û komkujer yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin. Bi fikra welat û jiyana hevpar parastina xwe xurt bikin.

Em azadiya gelê Kurd û gelên din ên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê gelekî girîng dibînin û bawer dikin ku bi têkoşîna hevpar wê bêne rizgarkirin. Li ser vî esasî divê gel li hemberî êrîşan yekîtiya xwe hîn xurtir bike.

Gelê Asûr-Suryan yek ji gelên herî qedîm ê Mezopotamyayê ye. Gelê Asûr-Suryan ku xwedî dîrokeke ewqas kûr û xwedî mîrateyeke mezin a çandî ye, mîna gelên din bûye hedefa gelek komkujiyan û êşên mezin kişandiye. Dewleta Tirk a dagirker a qirker li ser gelê Asûr-Suryan komkujî pêk aniye. Gelê Asûr-Suryan piştî sedsaleke ji komkujî, êş û azaran, bi şoreşa Rojava re xwedî li îradeya derdikeve, azadiya xwe bi dest dixe û ziman, çand, bawerî û dîroka xwe weke gelên din dijî. Dewleta Tirk  ku xwe li ber vê negirt bi êrîş, komkujî û dagirkeriyê hewl dide vê pêşketinê rawestîne, gel careke din bike kole. Dewleta Tirk li ber çavên cîhanê komkujiyan dike, êrîşî jiyana gelan dike. Hemû binesaziya û avahiyan hildiweşîne. Lê dewletên ku bi Tirkiyeyê re têkiliyên wan ên berjewendiyên qirêj hene, ev jî nîşan dide ku bê çiqaş bûne şîrîkê van sûcan. Divê mirov vê rewşê bibîne, baweriya xwe bi hêz û yekîtiya xwe bîne û li ser vê bingehê tevbigere.

Sedema bingehîn a ku dewleta Tirk ev qas dijminatiya gelê Kurd dike heye. Gelê Kurd bi gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê re di nava piştevaniyê de ye û bi gel re dixwaze azad bibe. Ev helwesta gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd, hîmên mêtingeran û qirkeran hejand. Lîstik û polîtîkayên sedsalê yên ku gelan dianî beramberî hev pûç kir. Niha jî desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze bi van êrîşan hevgirtina gelan bişkîne. Bingeha êrîşa li ser gelê Suryan û hêzên parastinê yên li Rojava ev e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya gelê Asûr-Suryan jî heman tirs û hêrsê hîs dike. Ji ber ku di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li Meclîsê bi zimanên din, bi Suryanî jî hat axaftin û ev ji hêla hikûmeta AKP-MHP’ê ve rastî hêrseke mezin hat. Ev êrîş bi vê rewşê re ji nêz ve girêdayî ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Asûr-Suryan wê di çarçoveya fikra neteweya demokratîk a gelan de yekîtiya xwe hîn xurtir bike û bi têkoşîneke yekbûyî planên qirkirinê yên hikûmeta AKP-MHP’ê têk bibe.

Em careke din ji ber şehadetê, sersaxiyê ji gelê Asûr-Suryan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Divê gelê Asûr-Suryan jî mîna gelê Kurd cih û warê xwe neterikîne, bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xaka xwe biparêze.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê ADARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re ROJEVA 2’YÊ ADARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û PYD’ê çûn Germiyanê

Şandeyeke ku ji nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û ji nûnertiya PYD’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Hevrêya me Delal Zanyar şehîd bû -NÛ BÛ

HPG'ê diyar kir ku gerîla Delal Zanyar 23'ê Adarê şehîd bû û got, "Bi sekna…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin

Li gelek navçeyên Mêrdînê polîsên Tirk avêtin ser gelek malan û gelek kes binçav kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?