Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Desteya Rêveberiya Xwecihî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî qanûna çarçoveyê ya bi navê “Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” ji ANF’ê re nirxand.
Tîryakî anî ziman ku yek ji kêmasiyên herî girîng ên qanûnê ew e ku ne xwedî sererastkirinek têkildarî statuya Rêber Ao ye û diyar kir ku di mînakên cîhanê de li ser rewşa hiqûqî ya muzakerevanan sererastkirin hatine kirin. Tîryakî got, “Mijara statuya Birêz Abdullah Ocalan, ya rast dibe ku aliyê herî girîng ê kêmasiya vê qanûnê ye. Dewlet jî otorîteya cemaweriyê jî, desthilatdariya siyasî jî Birêz Ocalan weke muzakerevanê sereke qebûl dikin. Lewma di nava vê qanûnê de nebûna sererastkirinekê li ser mercên Birêz Abdullah Ocalan kêmasiyek e, bêguman kêmasiyek e.”
Tîryakî got, ew hêvî dikin ku di dema pêş de di vê mijarê de sererastkirinek bê kirin.
‘BIRÊZ OCLAN JI STATUYA XWE WÊDETIR PAŞEROJ Û AZADIYA GELÊ KURD DANÎ PÊŞ’
Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman ku Rêber Apo ji statuya xwe wêdetir demokratîkbûan Tirkiyeyê û azadî û paşeroja gelê Kurd da pêş û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Birêz Ocalan ji statuya xwe wêdetir demokratîkbûna li Tirkiyeyê, azadî û paşeroja gelê Kurd; ji statuya xwe bêhtir yên li zindanan, yên li derveyî welat û rewşa gerîlayên PKK’ê yên di nava têkoşîna çekdarî de danî pêş.
Dibe ku mirov vê yekê weke fedakariyekê bibîne, lê belê em hêvîdar in ku pêvajo bi rengekî erênî bi pêş ve biçe. Em hêvî dikin ku gel wê di nava demeke kurt de qîmetê vê pêvajoyê fêhm bike. Û dibe ku rewşa hiqÛqî ya Birêz Ocalan di sererastkirinên ji niha û pê ve de cih bigigre, ku aktorê herî girîng ê vê pêvajoyê ye û lîderî jê re kir.”
Tîryakî ragihand ku cudahiya herî gigrîng a pêvajoya heyî ji pêvajoyên çareseriyê yên beriya niha ew e ku li gel desthialtdariyê partiyên muxalefetê di asteke girîng de piştgiriyê didin pêvajoyê.
‘BICIHANÎNAN QANÛNÊ BI ŞERTEKÎ DIN VE HATIYE GIRÊDAN’
Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku bicihanîna qanûnê bi şertekî cuda ve hatiye girêdan, ku ji bo wan ev yek ji rexneyên herî girîng e û got, “Dema bicihanîna vê qanûnê weşandina li Rojnameya Fermî nîne. Em li bendê ne ku karên qanûndanînê herî dereng heta roja Sêşemê biqede. Yanî wê qanûnî bibe û piştî demeke kurt li Rojnameya Fermî bê weşandin. Lê bele bicihanîna wê jî bi mercekî cuda ve hatiye girêdan. Ji bo me yek ji xalên bê rexnekirin ê girîng ev e. Yanî me dixwest ku qanûn piştî li parlamentê hate qebûlkirin û li Rojnameya Fermî hate weşandin yekser bikeve meriyetê. Lê belê di nava qanûnê de tê gotin, piştî ku Desteya Ewlekariya Mîllî (MGK) tespît kir ku PKK’ê bi temamî têkoşîna çekdarî qedandiye û ev biryar li dû weşandina li Rojnameya Fermî dikeve meriyetê.
Lewma bicihanîna vê qanûnê, berdana mirovên li girtîgehê, vegera mirovên li derveyî welat, vegera gerîlayên PKK’ê ya li welêt wê piştî wê yekê pêk were ku Desteya Ewlekariya Mîllî biryarekê werbigire û ev biryar jî li Rojnameya Fermî bê weşandin. Li gorî me ev yek wê zêde dirêj dewam neke û em bi taybetî destnîşan dikin ku ev yek divê dirêj dewam neke.”
‘DIRÊJBÛNA BIRYARDAYINA MGK DIBE KU BIBE SEDEMA RÛDANA HIN PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ’
Tîryakî ragihand ku eger ev pêvajo dirêj dewam bike dibe ku pirsgirêkên civakî rû bidin û got, “Eger pêvajo dirêj dewam bike, ji ber hesabên cuda yên siyasî bicihanîna wê bê taloqkirin, dibe ku bibe sedema rûdana pirsgirêkên civakî û bendewariyeke me ya bi vî rengî nîne. Ji ber ku em zanin, PKK’ê bi biryara kongreyê destnîaşn kir ku têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye û çekên xwe şewitand. Temamiya gerîlayên PKK’ê derketin derveyî sînorên welêt. Piştre ji bo pêşîgirtina li provokasyonekê jî xwe ji xetên sînor vekişandin û beşeke girîng a kampên PKK’ê hatin valakirin. Û li pey hev çek hatin îmhakirin.
Bi dîtina me di vê mijarê de jî pêşketineke girîng çêbû. Lewma wê dereng nebe ku Desteya Ewlekariya Mîllî biryara xwe bide. Piştre jî wê derketina ji girtîgehan, vegera ji derveyî welat û tevlîbûna gerîlayên PKK’ê li siyaseta demokratîk pêk were.”
‘EM Ê KONGREYEKE DÎROKÎ YA LI GORÎ PÊVAJOYÊ LIDAR BIXIN’
Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman ku piştî qanûn kete meriyetê wê li çar aliyên welêt, li Kurdistanê û Tirkiyeyê civînên gel, civînên navendî lidar bixin û di van civînan de careke din ji gelê xwe re qala pêvajoyê bikin.
Tîryakî diyar kir ku li pêşiya wan kongreyeke girîng heye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Li pêşiya me kongreyeke girîng heye. Em ê kongreyeke gelekî dîrokî lidar bixin ku bi berpirsyariya vê pêvajoyê rabe û partiyeke siyasî bi rêxistin bikin ku vê pêvajoyê bimeşîne.
Hêviya me ew e ku 20’ê Îlonê vê pêk bîne. Dibe ku berî yan jî piştî 20’ê Îlonê jî were lidarxistin. Eger rewşeke awarte rû nede em ê di 20’ê Îlonê de kongreya xwe lidar bixin.”

