Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, bersiva civakî ya li hemberî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, rola Meclîsê, gavên ku divê dewlet biavêje û pirsgirêkên ciwanan ji ANF’ê re nirxand. Sabahat Erdogan Saritaş, diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê dewlet gavên berbiçav biavêje û siyaset zêdetir berpirsiyariyê hilde ser milê xwe.
Sabahat Erdogan Saritaş, da zanîn ku pêvajo ji aliyê civakê ve tê piştgirîkirin û destnîşan kir ku gel ne li derveyî pêvajoyê ye, rasterast kirdeya wê ya bingehîn e. Sabahat Erdogan Saritaş got: “Gel ne li kêlekê, ne li derve û ne jî di pozîsyona temaşevaniyê de ye, rasterast di nav de ye û bixwe xwediyê vê pêvajoyê ye.”
Sabahat Erdogan Saritaş, diyar kir ku gavên ku divê dewlet biavêje dereng dimînin û got ku gava qanûnî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hat avêtin girîng e, lê ne bes e. Sabahat Erdogan Saritaş, destnîşan kir ku divê di mijarên girtîgehan û vegereke ji çiyayan de gavên berbiçav bêne avêtin û diyar kir ku derengketin baweriya bi pêvajoyê lawaz dike.
Sabahat Erdogan Saritaş, bal kişand ser wê yekê ku divê siyaset zêdetir berpirsiyariyê hilde ser milê xwe û got: “Di vê mijarê de divê ti partî li paş nemîne, ji bo tu kesî lûksek bi vî rengî nîne.” Sabahat Erdogan Saritaş, diyar kir ku ji bo avakirina baweriya civakî divê siyaset jî wêrekî nîşan bide.
Sabahat Erdogan Saritaş, destnîşan kir ku êşên bi salan in tên kişandin divê êdî bibin mijara rûbirûbûnê û van tiştan got: “Êşên mezin hatin jiyîn, bedelên mezin hatin dan. Niha dema rûbirûbûna bi van re û dema çareserkirina vê bêçareseriya bi salan e.”
Sabahat Erdogan Saritaş, bal kişand ser pirsgirêkên ciwanan jî û got ku zext, pirsgirêkên aborî û nediyarî ciwanan ji siyasetê û jiyana civakî dûr dixîne. Sabahat Erdogan Saritaş got: “Ev welat siberojekê nade ciwanan, nediyariyê lê ferz dike” û diyar kir ku ciwan ber bi tiryak, behîs û lîstikên şansê ve tên kaşkirin. Sabahat Erdogan Saritaş, anî ziman ku tevî vê yekê qadên têkoşînê yên ciwanan hene û got: “Di aştiyê de jî di siyasetê de jî ti ciwanekî vê welatî ne neçar e ku radestî polîtîkayên aqilê desthilatdariyê bibe.”
Sabahat Erdogan Saritaş, diyar kir ku ev pêvajoya aştiyê rêyeke dirêj e û bal kişand ser girîngiya bawerî û biryardariyê û got: “Em ji rêyeke pir dirêj hatin, hêj bi qasî wê rêya me heye. Ji ber wê yekê, bêyî westiyan, divê em bi hişmendiya berpirsiyariyên xwe mîsyonê hilgirin ser milê xwe.”
Sabahat Erdogan Saritaş, destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê eleqedarî Kurdan nake, eleqedarî hemû civaka Tirkiyeyê dike û diyar kir ku divê di navbera aliyên cuda yên civakê de diyaloga rasterast bê danîn. Sabahat Erdogan Saritaş got: “Mirov divê êdî di şûna Kurdê di serê xwe de, bi Kurdê li hemberî xwe re axaftinê hilbijêre.”
Sabahat Erdogan Saritaş, diyar kir ku avakirina aştî û civaka demokratîk bi axaftin, nîqaşkirin û rûbirûbûnê re gengaz e û got: “Pîvanên bingehîn ên çareserî û aştiyê ev in.”

