-Piştî banga Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên ku rû didin wê werin şopandin.
– Wekîlê Parlamenta Ewropayê Mimmo Lucano got, “Divê Ocalan azad be û weke yek ji aktorên sereke tevlî vê pêvajoyê bibe.”
– Prof. Dr. Abdurrahman Gulbeyaz, diyar kir ku piştî rabirdûya şer, bawerî tenê bi gotinên siyasî nayê avakirin û got: “Demokrasî ne ew e ku dewlet civakê bişibîne xwe, berevajî vê yekê, ew e ku dewlet xwe bişibîne civakê û li gorî rastiya berbiçav a civakê amade bike.”
– Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, diyar kir ku tevî piştgiriya xurt a civakê ya ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di hin mijaran de pêvajo hêdî dimeşe û got ku divê gavên ku dewlet biavêje werin lezkirin.
-Bîranînên ku dê li Kurdistan û Ewropayê ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê werin lidarxistin wê werin şopandin.
– Çalakiyên xizmên winda û girtiyan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê werin şopandin.
– Dayilka Botan Karsû yê nexweşê kanserê Vehîbe Karsû anî ziman ku di hevdîtina dawî de kurê wê gelekî kêm kiribû û ji ber nexweşiyê nekarî wî nas bike. Karsû got, kurê wê nayê dermankirin û doktor li şûna dermankirinê henekê xwe pê dikin.
– Hevala Dr. Jiyan ku beşdarî hemû serdemên dîrokî yên tevgera me ya azadiya jinê bû, di van pêvajoyan de bi rolên girîng rabû. Yek ji hevalên jin bû ku beşdarî karên destpêkê yên artêşbûna jinê û YAJK’ê bû.
-Îro malên taziyeyê li bajêrên Kurdan ji avayiyek xizmetguzariyê zêdetir in. Navendên tomarê yên hafizaya civakî ne. Kî, kengî, çawa û di bin kîjan mercan de hatiye wendakirin li wir tê vegotin; çiqas tê vegotin ew çend tê bi bîranîn.

