Pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de destpê kir, li gel Tirkiye û Kurdistanê li Ewropayê jî deng vedide. Pêşveçûna pêvajoyê, gavên hiqûqî û siyasî yên divê bêne avêtin û statuya Rêber Apo ji sernavên girîng ên nîqaşên li qada navneteweyî ye.
Yek ji kesayetên ku van nîqaşan ji nêz ve dişopîne endamê Parlamenta Ewropayê yê Îtalî Domenico “Mimmo” Lucano ye. Têkiliya Lucano ya bi Kurdan re digihêje dema beriya 30 salan a beriya Serokatiya Şaredariya Riaceyê. Piştî ku keştiyeke biçûk a ku penaberên Kurd tê de bû sala 1998’an gihîşt bajarokê Riace yê Calabriayê, ne tenê ji bo bajarok her wiha ji bo jiyana siyasî ya Lucano jî bû yek ji xalên werçerxê. Piştevaniya ku bi bicihkirina penaberên Kurd û vekirina malên vala ji bo penaberan destpê kir, di salên pêş de bû yek ji bingehên tecrûbeya qebûlkirina koçberan ku weke “modela Riace” li qada navneteweyî hate naskirin.
Lucano ku piştî bi salan ji bo Parlamenta Ewropayê hate hilbijartin, bi gotina “Ez bi saya Kurdan bûm şaredar” vê têkiliya xwe ya bi Kurdan re vedibêje. Lucano bal kişand ser hatina Rêber Apo ya Îtalyayê ya sala 1998’an û destnîşan dike ku divê Rêber Apo bi rengekî azad tevlî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe.
Lucano ji ANF’ê re axivî û çîroka bi penaberên Kurd a li peravên Riaceyê destpê kir, pêvajoya Rêber Apo ya li Îtalyayê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vegot.
‘ÇÎROKA MIN A BI KURDAN RE LI RIACEYÊ DESTPÊ KIR’
Lucano qala rasthatina xwe ya destpêkê ya bi Kurdan re kir û anî ziman ku gihîştina penaberên Kurd ên ji Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê ya li Riaceyê, di jiyana wî de bû xaleke werçerxê.
Lucano got, “Rojekê keştiyek ku penaberên Kurd ên ji Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê gihîşt Ricaeyê, gihîşt şaredariya min. Ev aktîvîstekî siyasî bûm û hîn ji destpêkê ve min armancên gelê Kurd pejirandibû. Ev mirov 2 salan li bajarokê min ê biçûk man. Me xaniyên vala dan wan û bi wan re têkoşîna azadiyê, daxwazên civakî û siyasî yên gelê Kurd parve kir.”
‘EZ BI SAYA KURDAN BÛM ŞAREDAR’
Lucano destnîşan kir ku hatina penaberên Kurd jiyana wî ya siyasî diyar kir û anî ziman ku wê demê li bajarok li ser Kurdan û meseleya Kurd kêm tişt dihate zanîn.
Lucano li ser bandora piştevaniya bi Kurdan re ya li ser jiyana wî ya siyasî got, “Ez bûm şaredar; di vir de para rastiya li gelekî mezin e ku haya kesî ji hebûna wan tine bû. Ez qala gelekî dikim ku beriya bi salan bi keştiyekê hat û gihîşt peravê şaredariya min.” Lucano bi gotina, “Ez bi saya Kurdan bûm şaredar” têkiliya xwe ya bi Kurdan re vegot.”
‘OCALAN LI GEL MERCÊN GIRAN JÎ TI CARÎ DEST JÊ BERNEDA’
Têkildarî hatina Rêber Apo ya Îtalyayê ya sala 1998’an Lucano biryarên siyasî yên heta gihîşt asta pêvajoya Îmraliyê rexne kir û got, “Dema ku Ocalan hat Îtalyayê, piştre hin lihevkirinên siyasî hatin kirin. Ya rast Ocalan hate xapandin. Ya ku ji hevalên xwe yên Kurd hîn bûm ev e. Piştre li Kenyayê hate girtin. Bi dîtina min wê demê berpirsyariya siyaseta Îtalyayê di pêvajoyê de hebû.”
Lucano pêvajoya dîlgirtinê ya giran û demdirêj a Rêber Apo bi bîr xist û got, “Ocalan li gel wan mercan û salên derbasbûyî jî têkiliya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dewam kir. Ji wê rojê û vir ve negihîşt azadiya xwe. Lê belê li gel vê yekê jî bi gelê Kurd re ji bo armanca azadiyê, ji bo azadiya gelê Kurd bi dewamî têkoşiya. Ez jî yek ji wan mirovan im ku vê armancê parve dikim.”
‘DIVÊ OCALAN BI RENGEKÎ AZAD YEK JI AKTORÊN SEREKE YÊ PÊVAJOYÊ BE’
Lucano Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û an^ziman ku mercên heyî yên Rêber Apo lê tê ragirtin û rola ku di pêvajoyê de pê radibe li hev nayê.
Lucano destnîşan kir ku divê Rêber Apo bi rengekî azad yek ji aktorên sereke yê pêvajoyê be û got, “Dema ku Ocalan li girtîgehê be mirov nikare qala diyalogeke aştiyê bike. Halbûkî di vê nîqaşa bi Tirkiyeyê re divê yek ji aktorên sereke be.”
‘EZ AMADE ME KU JI BO AZADIYA OCALAN TÊBIKOŞIM’
Parlamenterê Îtalyayê têkoşîna Rêber Apo şiband Nelson Mandela ku li Efrîkaya Başûr li dijî apartheidê têkoşiya û got, “Ocalan bêguneh e, tiştek nekiriye û ji bo gelê xwe têdikoşe. Weke Nelson Mandel mînakeke bêhempa ye. Ez li gel koma xwe ya siyasî amade me ku di vê asta xwe ya parlamenteriyê de têbikoşim û ji bo azadiya Ocalan bi Kurdan re tevbigerim.”

