Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lîstikvan Ahmet Mumtaz Taylan: Divê her kes tevkariyê li pêvajoyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kenanoglû: Civaka Tirkiyeyê nêrînên Abdullah Ocalan meraq dike
Rojane

Kenanoglû: Civaka Tirkiyeyê nêrînên Abdullah Ocalan meraq dike

Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû anî ziman ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wan li qadê kar kirin û dîtin ku civaka Tirkiyeyê nêrînên Rêber Apo meraq dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de li gelek herêmên Tirkiyeyê bi rêxistinên civakî yên sivîl û gel re hevdîtin lidar xist û hewl dide pêvajoyê ji civaka Tirkiyeyê re vebêje. HDK’ê di nava du hefteyên dawî de di çarçoveya “Civînên avakirina aştiyê” de ji derdorên cuda yên civakê re qala pêvajoyê dike.

Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû li ser karên HDK’ê û çavdêriya civaka Tirkiyeyê ji ANF’ê re axivî.

Kenanoglû bi bîr xist ku heman piştî destpêkirina wezîfeya wan a hevberdevkê ya bi Meral Daniş Beştaş re pêvajoyê destpê kir û anî ziman ku bi destpêkirina pêvajoyê re weke HDK’ê wan bi beşên cuda yên civakê re dest bi kombûnan kirin. Kenanoglû got, “Ji bo danîna hîmên civakî yên vê pêvajoyê em kar dikin. Me ji aliyekî ve konferans lidar xist, li aliyê din jî kampanya îmzeyan ji bo aştiyê dan destpêkirin. Wekî din bi navê ‘Civînên Aştî û Civaka Demokratîk’ me li gelek herêmên Derya Reş, Egeyê, li gelek gund, bajarokan li nava saziyên baweriyê û komeleyan civîn lidar xist. Li ser wateya pêvajoyê, armanca wê û sedema xwedîderketina li pêvajoyê hevdîtin kir.

Ji ber vê yekê pêwîstî bi vî karî hebû: Mixabin ev pêvajo ne weke pêvajoya beriya niha (2013-2015) ye ku hingî xwedîderketinek lê hebû, ji civakê re dihate ragihandin. Wê demê desthilatdariyê ‘Heyeta Mirovên Aqilmend’ ava kiribû; derfetên dewletê bi kar dianî û li bajaran civîn lidar dixist, ji rûspiyan re qala pêvajoyê dikir.

Lê niha desthilatdarî vê pêvajoyê bi navê ‘Tirkiyeya bê teror’ bi rengekî ku ne li gorî ruhê pêvajoyê ye ji bo propagandaya xwe vedibêje. Qenalên alîgirê desthilatdariyê zimanê desthilatdariyê bi kar tînin, medya ku îdîa dike ew muxalîf e nêzîkatiyeke li dijî pêvajoyê nîşan dide. Lewma barê gihandina pêvajoyê ya ji civakê re li ser milê me ye; yanî saziyên tevgera Kurd û saziyên weke HDK’ê vî barî radikin. Gelek beşên civakê haya xwe ji pêvajoyê nîne. Di heman demê de ji ber dezenformasyonê jî pêvajo di nava helwesteke dijberiyê û şaş de tê nirxandin. Me ev yek di civînan de bi şênberî dît.”

‘DIVÊ AGAHIYA RAST BIGIHÊJE CIVAKÊ’

Kenanoglû ragihand ku bi taybetî mehên havînê li gelek herêmên Derya Reş û Egeyê bi beşên cuda re civîn lidar xistin, qala pêvajoyê kirin, hewl dan daxwaza aştiyê xurt bikin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Jİ ber vê jî mehên havînê em berê xwe didin herêman. Li Derya Reş li bajarên weke Ordû, Samsûn, Çorûm, Tokat, Sêwasê heta bi gundan me hewl dan serdanan bikin, qala pêvajoyê bikin û bersivê bidin pirsan. Zivistanê jî li Stenbol, Îzmîr, Enqereyê bi komeleyên herêman, yanî bi beşên civakî yên ku ne nêî tevgera Kurd in, kar bikin. Ev yek karekî di çarçoveya ‘Civînên avakirina aştiyê’ de ye.

Aştî bi qebûlkirina civakê dikare ava bibe. Birêz Ocalan jî dibêje; Em dibêjin ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’. Ji bo afirandina daxwaza civakê, xwedîderketin û avakirina civaka demokratîk divê têkoşîneke hevpar bê meşandin. Ji bo vê jî divê agahiya rast ji civakê re bê ragihandin.

Bi vê armancê me bi Artvîniyan û Çorûmiyan re civîn kirin. Li Stenbolê me serdana Tokatiyan kirin, serdana cemxaneyan kirin. Em bi civaka Elewî re civiyan. Niha jî ez ê biçim Îzmîrê. Armanca me ew e ku em fikaran ji nava civakê rakin, bersivê bidin pirsan û ji bo pêvajo bi rengekî rast bi pêş ve biçe piştgiriya civakî werbigirin.”

‘EM HEVDÎTINÊN XWE DIKIN RAPOR Û JI BIRÊZ OCALAN RE RADIGIHÎNIN’

Alî Kenanoglû diyar kir ku HDK bi van civînan namîne, rewşa di civînan de derdikeve holê dikin rapor, piştre jî van têkiliyên xwe dewam dikin û got, “Em vê dikin: Destpêkê pirs û fikarên têkildarî pêvajoyê werdigirin, dikin rapor û ji muxataban re dişînıin. Raporên me hene ku me beriya niha ji Girava Îmraliyê re nivîsandin. Birêz Ocalan jî meraq dike ku civak vê pêvajoyê çawa fêhm dike, giraniyê dide ser kîjan mijaran; ev rapor ji wir re jî tê ragihandin.”

‘FOBIYA OCALAN A KU JI ALIYÊ DESTHILATDARIYÊ VE HATIYE AFIRANDIN HÎN NEHATIYE ŞIKANDIN’

Kenanoglû destnîşan kir ku bandora polîtîkayên şoven û nijadperest ên ku desthilatdarî zêdeyî pêncî sal e dimeşîne wê bi hêsanî neyê şikandin, lê belê ‘fobiya Ocalan’ a ku di nava civakê de hate afirandin êdî dişikê û got, “Ne gelekî hêsan e ku mirov bibêje ‘şikestiye’, lê belê başbûne, pêşketinek heye. Li cihê ku em serdana wan dikin, em li ‘fobiya Ocalan’a a ku dewletê afirandiye û li dijberiyê rast tên. Mirovan navê Ocalan timî bi gotinên nebaş bihîstiye. Dema ku em dibêjin ‘Birêz Ocalan’ an jî ‘Ocalan’ rûyê wan balkêş dibe. Em vê vedibêjin, qala sedeman dikin. Yek ji pirsên bi giranî têne kirin bi vî rengî ye: Kûrbûneke ewqasî zêde ya Ocalan çima ye? Başkirina mercên wî yên jiyanê yan jî naskirina mafê hêviyê wê meseleyê çareser bike? Em jî qalê dikin bê çima pozîsyona xwediyê vî karî girîng e û ev tê fêhmkirin.”

‘CIVAK NÊRÎNÊN OCALAN MERAQ DIKE’

Kenanoglû anî ziman ku di mijara aştî û jiyana bi hev re ya civaka Tirkiyeyê de wan dîtin ku li gel polîtîkayên desthiltadariyê jî civak xwedî nêrîneke hişk nîne û got, “Divê mirov vê yekê bi du qonaxan binirxînin. Ya yekemîn, li ser serketina pêvajoyê gumanên cidî, bêbawerî heye. Sedema vê bêbaweriyê jî tevgera Kurd nîne; bi temamî ji ber desthilatdariyê ye. Di serî de Demîrtaş û Yuksekdag bernedana hevalan, bicihnenanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a Ewropayê û operasyonên li ser şaredariyan bawerî kêm kiriye. Li gorî salek û nîv a beriya niha bêbawerî îro zêdetir e û mixabin desthilatdarî ji aliyê afirandina vê bêbaweriyê ve serketî ye.

Lê belê di mijara jiyana bi hev re ya bi Kurdan re li gel ewqas propagandayê jî me dît ku nêrîneke hişk a dijber nîne. Pozîsyoneke civandina li hev a bi nêrîna ‘Bila şer nebe, çek bêdeng bibe, her kes mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne’ heye. Pirsgirêk bi temamî ji ber bêbaweriya ji helwesta desthilatedariya AKP’ê ye.”

Kenanoglû diyar kir ku li her cihê ew serdana wê dikin gotinên ‘cihêkariyê’ gelekî zêde bûn, lê niha ev bi temamî hatiye şikandin û got, “Vê yekê meraq dikin: Bi rastî jî çi dixwazin, gelo daxwaza wan hemû têkildarî meseleya Kurdan e? Pirsên bi vî rengî tên. Dipirsin, ‘Derd çi ye, çareseriyê çawa formule dikin?’ Li ser nîqaşên têkildarî sosyalîzmê dipirsin, ‘Gelo hîn jî nêrîneke bi wî rengî heye?’

Mirov dikare vê hîs bike. Eger derfetên ragihandinê ji Birêz Ocalan re bêne afirandin û ew karibe bi xwe biaxive, ev pêvajo wê hîn bi hêsanî bi pêş ve biçe. Ji ber ku em vebêjin, lê belê vegotina me heta cihekî têrê dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 3’Ê GULANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Li dijî dejenerebûnê xweparastina civakî û exlaqî şert e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

Bi boneya Roja Dayikan li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û banga aştiyê hate kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Di komxebata jinên Êzidî de peyama Rêber Apo hate nîşandan

Di Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî de peyama Rêber Apo ya beriya niha ji jinên Êzidî…

Ji aliyê Stêrk TV

Derbarê polîsê ku Efe kuşt îdîaname hat amadekirin!

Doza Efe Tektekîn ku di encama lêketina TOMA’yê de jiyana xwe ji dest da, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Lîstikvan Ahmet Mumtaz Taylan: Divê her kes tevkariyê li pêvajoyê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?