Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kiliç: Entegrasyona demokratîk ji veguherînên li cîhanê ne cudaye
Rojane

Kiliç: Entegrasyona demokratîk ji veguherînên li cîhanê ne cudaye

Dr. Hasan Kiliç diyar kir ku Peymana 10'ê Adarê vîna ji bo entegrasyona demokratîk nîşan dide û destnîşan kir ku ev yek ji pêvajoyên veguherînê yên li herêmê ne serbixwe ye. Li gorî Kiliç, vegera koçberan bi tinekirina komên çete pêkan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî di nav de bûn, di 7’ê Cotmehê de li Şamê di çarçoveya Peymana 10’ê Adarê de bi heyeta Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re civiya. Di civînê de mijarên entegrasyonê û vegera bi ewle ya Kurdên ji cih û warên xwe bûne hatin gotûbêjkirin. Mazlûm Ebdî di 10’ê Cotmehê de, di axaftina 10’emîn salvegera damezrandina QSD’ê de, bang li koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir ku ji bo vegerê dest bi amadekariyan bikin.

Dr. Hasan Kiliç derbarê geşedanên li Sûriyeyê de ji ANF’ê re axivî û pêvajoya veguherînê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mijarên entegrasyonê û vegera bi ewle ya penaberan nirxand.

TECRUBEYA ROJAVA SYKES PICOT BETAL KIR

Kiliç bal kişand ser wê yekê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dînamîkên navxweyî û zextên derve ve di çi pêvajoyê re derbas dibe û got: “Tecrûbeya Rojava, wekî ku li seranserê cîhanê heqê wê tê dayîn, di sedsala 21’an de wekî tecrûbeyeke xweser û taybet tê tomarkirin. Li gel dorpêç û astengiyên mezin, bi hêza cewherî ya civakê ev model rojekê jî bê domandin, serkeftineke mezin e. Ji ber vê yekê, her carê dayîna mafê keda mezin a heta îro hatiye dayîn, berpirsiyariyeke etîk-polîtîk e. Wekî din, bi tecrûbeya Rojava re pratîkên jiyana hevpar ku ev ax ji Sykes Picot ve jê hatibû biyanîkirin, careke din zindî dibin.

Normal e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wekî her avahiyeke rêveberiyê, hem ji dînamîkên navxweyî hem jî ji zextên derve bandor bibe. Ya esasî li vir, rêbaza çareserkirina pirsgirêkan e. Wekî her avahiyeke ku dixwaze pirsgirêkên ji ber zextên navxweyî an jî derve bi piştgiriya civakê çareser bike, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heta îro bi awayekî serketî hebûna xwe domand. Helbet ev nayê wê wateyê ku ew ê bi problemên nû re rû bi rû nemînin. Di encamê de, alternatîfeke modernîteya kapîtalîst tê jiyîn û ev yek ji bo hêzên emperyalîst gefeke îdeolojîk-polîtîk e. Jiyana, wekhevîxwaz û azadîxwaz a di modela Rojava de, realîteyeke antî-kapîtalîst hildigire û ji bo pergalê gefeke xwezayî ye. Ji vî alî ve, em dikarin pêşbînî bikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di serdema nû de bêtir bi zextên kapîtalîst ên hegemonîk ên bi eksena îdeolojîk-polîtîk re rû bi rû bimîne.”

LI ROJHILATA NAVÎN JANÊN ZAYÎNA PERGALAKE NÛ TÊN KIŞANDIN

Hasan Kiliç bal kişand ser pêvajoya entegrasyonê ya ku QSD bi Hikûmeta Demkî ya li Şamê re dimeşîne û wiha domand: “Peymana 10’ê Adarê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re îmze kir, vîna siyasî ya ji bo entegrasyona demokratîk nîşan dide. Ji ber vê yekê, li vir ji gaveke dîplomatîk a taktîkî zêdetir, sekneke stratejîk heye.”

Kiliç diyar kir ku divê ev nêzîkatiya stratejîk a pêvajoya entegrasyona demokratîk ji veguherînên cîhanî û herêmî cuda neyê dîtin û ev nirxandin kir: “Paradîgmaya serweriyê diguhere. Piştî serdema mîrîtiyên feodal, derbasî serdema împaratoriyê bû, û ji serdema împaratoriyê jî derbasî serdema netewe-dewletê bû. Demeke dirêj e forma serweriya netewe-dewletê jî hildiweşe. Êdî forma serweriya netewe-dewletê cihê xwe ji formeke nû ya serweriyê re; ango ji paradîgmayeke nû re dihêle. Heger mirov bibêje, ‘janek zayînê’ tê kişandin.”

RÊVEBERIYA XWESER DIKARE LI ROJHILATA NAVÎN BIBE KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK Û BIBE MÎNAK

Kiliç axaftina xwe wiha domand: “Pêkanîna entegrasyona demokratîk li Sûriye û Rojhilata Navîn, dikare di lêgerîna formên nû yên serweriyê yên navenda wan Rojhilata Navîn e de modelekê derxe holê. Tecrûbeya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk aniye, ji vî alî ve di cihekî girîng de radiweste. Ji bo tevahiya Sûriyeyê, avakirina Sûriyeyeke yekpar a li ser bingeha ne-navendîparêziyê, dikare deriyên komara demokratîk veke û ji bo tevahiya herêmê bibe mînak. Her parêzgeh dikare ne-navendîparêziya xwe pêk bîne û di navbera xwe de tifaqên herêmî ava bike. Bi vî rengî, hem civak li hemberî neyîniyên ku navendîparêzî derdixe holê tê parastin, hem jî li hemberî destwerdanên derve aştiyeke navxweyî ya li ser eksena neteweya demokratîk pêk tê. Bi belavbûna vê pergalê li Rojhilata Navîn, modela Konfederal a Demokratîk a Rojhilata Navîn dikare bikeve meriyetê û li ser bingeha modelê bibe mînakeke cîhanî.”

‘BERIYA VEGERÊ DIVÊ HÊZÊN PARAMÎLÎTER BÊN TUNEKIRIN’

Kiliç destnîşan kir ku ji bo koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi ewle vegerin, divê hêzên paramîlîter bên tunekirin û got: “Bi qasî ku em dizanin, vegera Kurdan li ser axa ku lê dijîn, yek ji mijarên muzakereyê yên di navbera Hikûmeta Demkî û Rêveberiya Xweser de ye. Astengiya herî girîng a li pêşiya vegera Kurdan, hebûna pêkhateyên paramîlîter ên bi navê OSO (Artêşa Azad a Sûriyeyê) ye. Ev pêkhate, piranî avahiyên çete ne ku bi Sûriyeyê re di nav têkiliyeke dîrokî û civakî de nîn in û ne diyar e ka bi hikûmeta navendî ve girêdayî ne an na. Hebûna van pêkhateyan, li welatekî ku otorîteya navendî û ewlehiya hiqûqî lê nîn e, ji bo mirovên sivîl xetereya herî mezin e. Ev cure çete jixwe tam di şert û mercên wiha de ku garantiyên hiqûqî nîn in, hebûna xwe didomînin. Ji ber vê yekê, ji bo vegerê divê pêşî ev pêkhateyên paramîlîter bên tunekirin. Piştî vê yekê, pêdiviyên siyasî, civakî, aborî û psîkolojîk ên vegerê dikarin bên pêkanîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÎREN FIRAT

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karayilan: Heval Mordem pêşengê berxwedana destanî ya Zapê bû
Nûçeya Pişt re ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in jiyana ku dixwazin vedibêjin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên li dijî HDK’ê hatin protestokirin

Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDK’ê û girtina Mehmet Turkmen li gelek bajaran hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Tîmên Operasyonê yên QSD’ê şaneyek DAÎŞ’ê ya xeternak têk birin

QSD’ê ragihand ku şaneyeke DAÎŞ’ê ya ku cebilxane, teqemenî û madeyên lojîstîk ji bo êrîşî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

Serokê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Ercan Yilmaz diyar kir ku qanûna çarçoveyê ji bo çareseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?