Projeyên maden, Santrala Enerjiyê ya Rojê (GES) Û Santrala Elektrîka Hîdro (HES) yên di demên dawîn de li Kurdistan û Tirkiyeyê hejmarên wan zêde bûne, tê xwestin ku bi biryara erênî ya ‘’Nirxandina Bandora Hawirdorê’’ werin pêkanîn. Projeyên ku li herêmê tên plankirin, gefan li giyageh û çavkaniyên avê yên binerd dixwin ku ew çavkaniyên debarê yên sereke yên gundiyan in. Gelê herêmê yê ku dixwaze jîngeh û çavkaniyên xwe yên debarê biparêze bêyî ferq û cudahiya gund û navçeyan birêxistinbûna xwe ya li hemberî projeyan didomîne.
Bes di nava saleke dawîn de li dijî projeyên ku li Kurdistanê tên plankirin heşt platformên herêmî hatin avakirin û li gelek gundan jî çalakiyan vedana konan hatin destpêkirin. Gimgim, Sur, Kanîreş, Pasur û Şirnex ew navend in ku bi têkoşîna ekolojiyê derdikevin pêş. Di platformên hatine avakirin de bi sedan gundî hem ji bo birêvebirina pêvajoyên hiqûqî hem jî ji bo li qadê têbikoşin tên li ba hev.
Berdevkê Meclîsa Ekolojiya ya Amedê Sabrî Kiliç ê ku ji nêz ve çalakiyên ku di demên dawîn de tên lidarxistin, dişopîne û beşdarî wan dibe, diyar kir ku bingeha civakî ya têkoşîna ekolojîk berfireh bûye û têkoşîna tê dayîn rê li ber avabûna hişmendiya ekolojîk û civakî vekiriye û got: ‘’Dema ku em li gundên ku bi awayekî rasterast ji talana ekolojîk bandor bûne, dinêrin, ji zarokên 7 salî heya însanên 70 salî ji hemû temenan însan ji bo parastina jîngehên xwe tên li ba hev û ev yek hêmaneke gelekî girîng e.’’
166 DANEZANÊN ÇED’Ê HATIN WEŞANDIN
Lı Amedê di navbera dîrokên 1’ê Çileyê û 17’ê Cotmehê de bi tevahî 166 danezanên ÇED’ê hatin weşandin. Ji vam danezanan 73 bi biryara erênî bi encam bûn û 6 serlêdan hatin betalkirin yan jî hatin îadekirin. Projeyên GES’ê jî di pêvajoyên ÇED’ê yên li bajêr de cihekî girîng girtin. Di serdema berbehs de ji 29 projeyên GES’ê’danezan hatin weşandin û derbarê 8 ji wan de biryara erênî da.
‘ŞÎRKET PÊVAJOYÊ WEKE DERFETEKÊ DIBÎNIN’
Sabrî Kiliç piştre anî ziman ku nabe talana ekolojîk a li Kurdistanê bi projeyên çend şîrketan nayên sînordarkirin û got ku ev polîtîkayeke dagirkeriyê ya sîstematîk e. Sabrî Kiliç diyar kir ku ji talana ekolojîk ya heyî wêdetir divê weke meseleyeke piralî ya aliyên wê yên aborî, civakî, çandî û siyasî heyî were nirxandin û da zanîn ku polîtîkayên berbehs li gel destpêkirina pêvajoya aşitiyê ji nû ve zêde bûne.
Sabrî Kiliç piştre ev yek anîn ziman:
‘’Li gel Banga Aşitî û Civaka Demokratîk sermaye em dibînin ku bi rêya hin yekdestan berê xwedidin Kurdistanê û hewl didin her cihî bikin daneheva sermayeyê. Bi temamî bi aqilê dagirkeriyê tev digere û her li gel qadên medenê, kanên medenan, bîrên lêgerîna petrolê , projeyên enerjiyê û kiryarên hevşib li Kurdistanê dibin sedema talana ekolojîk.
Li vir hêmana girîng ew e ku hewl tê dayîn li ser giyagehên gundan, erdên çandiniyê, çavkaniyên avê û qadên daristanî werin çêkirin. Di salên 90’î de gelê ku li gel şewitandin û valakirina gundan koçberî lê hate ferzkirin, roja îroyîn bi konsepteke cuda ji aliyê sermayeyê ve koçberî lê tê ferzkirin. Ev yek jî gefan li têkiliyên hilberînê yên gundiyan, debara wan, bîra wan a civakî û têkiliya çandî û dîrokî, ya di navbera gel û erdnigariyê de dixwe.’’
‘GUNDÎ BÛN XWEDÎ GOTIN Û TÊDIKOŞIN’
Sabrî Kiliç di dewama axaftina xwe de bal kişand girîngiya têkoşîna gundiyan a li dijî talana ekolojîk û got ku divê gundî di vê pêvajoyê de weke mexdûr neyên pênasekirin berovajî wê gundî bûne xwedî gotin, parastina mafê xwe yê biryardayîna têkildarî jîngehên xwe û aliyê kutêkoşîna birêxistinkirî pêş ve dibin.
Sabrî Kiliç got: ‘’Ev têkoşîna pêşketî, ji têkoşîneke li dijî talana ekolojîk û jîngehên xwe diparêze wêdetir divê ji aliyê pêşketina birêxistinbûna civakî ve jî weke hewleke biqîmet were dîtin.’’
‘LI DIJÎ TALANÊ HIŞMENDIYA CIVAKÎ DERKET HOLÊ’
Sabrî Kiliç piştre bal kişand ser berdewamiya têkoşîna gundiyan û ev yek anîn ziman:
‘’Em dikarin li gorî çavdêriyên çend salên dawîn vê yekê bibêjin: Em dibînin ku bingeha civakî ya têkoşîna ekolojîk berfireh bûye û têkoşîna hate meşandin rê li ber avabûna hişmendiya ekolojîk û civakî jî vekiriye. Ji bijî van yekan dema ku em têkoşîna li gundên ku bi awayekî rasterast ji talana ekolojîk bandor bûne, dinêrin, gelekî girîng e ku ji însanên 7 salî heya 70 salî ji bo parastina qadên xwe yên jiyanî hatine tên li ba hev.
Bi taybetî divê em balê bikşînin ser rola jinan a di vê pêvajoyê de. Di gelek qadan jin bes ne weke yên beşdarî çalakiyan bûne, di heman demê de weke kesên ku têkoşîn birêxistin kirine û berxwedêriya civakî li ser piyan digirin, derdikevin pêş. Em dibînin ku ji Arzoxliyê heya Koçmarinê, ji Husika heya Cixseyê li gelek qadên têkoşînê yên Amedê jinan carnan bi destê xwe birên sondajê girtine û carnan jî li hemberî wesayîtên ku talanê dikin, dibûn asteng.’’
‘TÊKOŞÎNÊ EKOLOJIYÊ TOREKE PIŞTEVANIYÊ AVA KIR’
Sabrî Kiliç di dewama axaftina xwe de qala zirara şîrketan a li ser qadên jiyanî kir, anî ziman ku têkoşînên li deverên cuda yên li dijî talana ekolojîk tên meşandin nabe ku ji hev cuda werin nirxandin û ev yek anîn ziman:
‘’Ev helwest, li dijî xwezaya têkoşîna ekolojîk e. Ji ber ku jiyana ekolojîk îfadeya tevehiyekê û zanista jiyanê ya bingehîn e. Bo nimûne li Erxeniyê golên siyanûran ku tê xwestin li ser çavkaniyên avê werin çêkirin, çavkaniyên me yên binerd û sererd jehrî dikin û ma em ê çawa vê yekê ji qadên jiyanê cudatir bigirin dest ku ew av ji Amedê heya Cizîrê, ji Mûsilê heya Bexdayê diçe. Çawa ku em van yekan ji hev cuda nagirin di heman demê de em têkoşînên ekolojîk jî ji hev cuda nagirin dest. Ji ber vê yekê têkoşîna ekolojîk, ji bo însanên ku li herêmên cudatir têdikoşin toreke piştevaniyê ava dike.’’
Sabrî Kılıç di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê destkeftiyên ku di serdemên dawîn hatine bidestxistin jî girêdayî tora piştevaniya werin nirxandin û bal kişand ser girîngiya xurtkirina tora piştevaniyê û têkoşîna li dijî talana ekolojîk a birêxistinkirî û pêkve.

