Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 55’an de ye: Gundiyên Tatanê nobetê dewr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber abonetiyê derbarê du rojnamevan de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê li gelek bajaran bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî: Di pêvajoyê de samîmiyet û edalet divê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêrejina Nisêbînî ‘Hêvî’ya Kurdistaniyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê kolberan qala êşkence û destdirêjiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJAR’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bi bîr anî
Jin

KJAR’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bi bîr anî

KJAR’ê di 16’emîn salvegera darvekirina Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê de ew bi bîr anîn û diyar kir ku têkoşîna li girtîgehên Îranê dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya 16’emîn salvegera darvekirina Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di demekê ku em dikevin 16’emîn salvegera darvekirina hevalên xwe Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan de, li aliyekê êrişên rejîma Komara Îslamî ya Îranê yên li dijî azadîxwazan û bi taybetî li dijî girtiyên siyasî zêde dibin, li aliyê din jî têkoşîna civakê roj bi roj berfirehtir dibe.

Wek KJAR şehîdên 9’ê Gulanê em bibîr tînin. Şehîd Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê, bi têkoşîna xwe jiyaneke bi wate pêşkêşî civakê kirin.

Her yek ji van hevrêyan, ber bi rêyekê ve gav avêtin û ji bo gihîştina armancekê têkoşiyan ku piştre di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de deng veda. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku Şîrîn Elemhûlî li ser dîwarê girtîgehê nivîsandibû, felsefeya jiyana wê bixwe bû.

Şîrîn Elemhûlî ji bilî ku girtiyeke siyasî bû, ew sembola nifşekî jinên Kurd û jinên azadîxwazên Îranê bû ku li hemberî heqaret, cudakarî û zordariyê serî netewandin. Dengê vê têkoşerê di serhildanên kolanan ên salên 2022 û 2025’an de û di daxwaza dadperweriyê ya Dayikên Aştiyê û têkoşeran de deng veda. Îro jî berxwedana jinên siyasî yên wekî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî, ji çanda ‘Berxwedan Jiyane’ ku Şîrîn Elemhûlî û hevalên me yên din bawerî pê anîbûn, çavkaniyê digire.

Ferzad Kemanger, ew mamostayê ku bi helbest û nivîsên xwe wêjeyek nû anî nav têkoşîna girtîgehê, wêjeyek ku tê de jiyan binirxtir û biwatedartir dibe. Nivîs û helbestên vî mamostayê azadîxwaz, xwendevanên wisa perwerde kirin ku di salên borî de di polan de sirûda azadiyê dixwendin. Darvekirina Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan, mirina siyaseta Komara Îslamî bêhtir eşkere kir. Ew di dilê gel de nemir bûn. Girtiyên siyasî yên azadîxwazên Kurd bi çalakiyên xwe nîşan dan ku çiqasî baweriya wan bi jiyaneke azad û demokratîk heye û ji bo wê têdikoşin.

Ezmûna deh salên borî nîşan daye ku Komara Îslamî, cezayê darvekirinê wekî amrazekî siyasî ji bo parastina desthilatdariya xwe bi kartîne. Ji serdemên bi xwîn ên zordariyê heta îro, bi hezaran mirov tenê ji ber raman, nerazîbûn, çalakiyên siyasî, parastina mafên gel an jî daxwaza azadiyê, bi cezayê mirinê re rû bi rû man. Zêdebûna berbiçav a darvekirinan, bi taybetî piştî serhildanên gelan, nîşan dide ku hikûmet hîn jî hebûna xwe di zordarî û avakirina tirsê de dibîne.

Îro, di rewşek ku çavê cîhanê li ser qeyran û şerên herêmê de, hejmara darvekirinan li Îranê her ku diçe zêde dibe û gelek girtiyên siyasî, xwepêşander û welatî di bin metirsiya pêkanîn cezayê mirinê de ne. Bêdengiya li hemberî vê sûcê, tenê rê li ber dubarebûna wê hêsantir dike. Ji ber vê yekê, KJAR bang li hemû jinan, saziyên sivîl, rêxistinên mafên mirovan, medyaya serbixwe û wijdanê zindî yê cîhanê dike ku li hemberî vê xeleka mirinê, çalakiyên xwe yên ji bo rawestandina darvekirinan berfirehtir bikin.

Na ji bo darvekirinê, erê ji bo jiyana azad

Jin, Jiyan, Azadî”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III
Nûçeya Pişt re ‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cebar Yawer: Dewleta Tirk dixwaze bikeve herêma Qendîl û Silêmaniyê

Şêwirmendê berê yê Wezareta Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer anî ziman ku dewlet…

Ji aliyê Stêrk TV

ADGB’ê banga xwedîderketinê li têkoşîna girtiyên şoreşger kir

Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB), 28 girtiyên şoreşger ên ku di 19-22’yê Kanûna 2000’an…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dersimê 2 kes hatin girtin

Li Dersimê 2 kes ji ber ku beşdarî protestoyên desteserkirina vînê bibûn hatin binçavkirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komeke din a dîlgirtiyên QSD’ê hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?