Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!
Jin

KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

KJK: Di serî de jin em bang li gelên xwe û hêzên dost dikin ku têkoşîna li dijî komploya 9'ê Cotmehê hîn bilind bikin, daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji her demê bêhtir bi xurtî bilêv bikin û bêyî demê winda bike azadiya fîzîkî pêk bînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“9’ê Cotmeha 1998’an yek ji nuqteyên werçerxê yên esasî yên dîroka qirkirina Kurdan bû. Tifaqa global-herêmî ya hêzên navneteweyî û desthilatdariya herêmî ku rê li ber qirkirina Kurdan vekir, weke komplo û tifaqa herî qirêj û xetere ya dîroka Rojhilata Navîn û Cîhanê derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Rêber Apo ku bi rêya vê komployê dîl hate girtin, 28 sal in li Girava Îmraliyê di nava statuyeke welê de tê ragirtin ku mînaka wê nehatiye dîtin. Rêber Apo jî li hemberî vê statu û dîlgirtiyê berxwedaneke bêhempa meşand. Beriya her tiştî em Rêber Apo û vê berxwedana wî silav dikin ku me ronî û xurt dike, me bi rê ve dibe. Soz û biryardariya xwe ya ji bo serxistina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li ser xeta Rêber Apo dubare dikin.

Ji 9’ê Cotmehê û pê ve bi hezaran şehîdên me ji bo pêşîgirtina li vê komployê li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û xwînê. Di her rojên vê pêvajoya komployê de ya ku 28 sal in dewam dike, li her qada têkoşîna me şehîd çêbûn. Her şehîdekî me jî nirxekî mezin, mînakeke têkoşînê ya li dijî vê komployê ne. Her şehîdên me ku em bi hurmet û minet wan bi bîr tînin, rêya me ronî kirin, nirxên mirovahiyê yên ku di oxira wan de canê xwe feda kirin weke mîrate ji me re hiştin. Weke yên sax mane, dora hilgirtina vê mîrateya pîroz û mezin a ber bi avabûn, rizgarî û serketinê êdî ya me ye. Soz û biryardariya me ya ji bo Rêbertî û şehîdên me ye ku vê wezîfeya mezin bi ser bixînin. Rêya serketinê beriya her tiştî azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye. Weke wezîfeyeke mirovî li pêşiya me ye ku bêyî jibîrkirina vê rastiyê em komploya 9’ê Cotmehê pûç bikin, xeleka ji agir a ku şehîdên me li dora Rêberê me ava kirin veguherînin xeleka azadiyê. Hem pêşveçûna pêvajoya entegrasyona demokratîk hem jî têkoşîna demdirêj a sosyalîzma demokratîk bi vê ve girêdayî ye.

Ber bi sala 28’emîn a komploya naneteweyî re ne tenê Rojhilata Navîn cîhan tev di nava xelekeke ji agir de ye. Di serdemeke bi vî rengî de jinûve nirxandina komployê û liv û tevgera li hemberî vê yekê êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan û hêzên têkoşîna şoreşger e. Erdheja siyasî û civakî ku beriya 28 salan bi komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Modernîteya Demokratîk Rêber Apo destpê kir, êdî bandorê ne tenê li Kurdan dike, di heman demê de bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Modernîteya kapîtalîst bi hilweşîna reel sosyalîzmê re, ji salên 1990’î û pê ve hewl dide cîhanê jinûve dîzayn bike û hewl dide her tiştên li ser sosyalîzmê di hişê mirovan de heye tine bike.

Sîstema qirker a modernîteya kapîtalîst ku bandor û rola dîrokî ya Rêberê me dît, ji ber ku Rêber Apo li hemberî xwe weke astengiyeke xetere dît, komploya navneteweyî bi rêxistin kir. Lewma armanca komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û encamên wê bi xwe re anî her roj hîn bêhtir eşkere dibe. Komploya navneteweyî weke rêbaz û zîhniyeteke qirêj dewam kir û dewam dike ku tenê bi dem û cihekî nema, daîmî bû û li dijî gelan û jinan hate kirin. Eger mirov tenê li bûyerên pênc salên dawî yên ji Latîn Emerîkayê heta bi Rojhilata Navîn binihêre, mirov baştir metirsîdariya rewşê dikare fêhm bike. Hêzên sermayeyê yên navneteweyî, hêzên ku nikare wan kontrol bike bi rêya komployan li nava xitimîna şer dihêlin û bi vî rengî dewamiya xwe pêk tînin. Rêber Apo li hemberî vê yekê bi aqlekî stratejîk û dîrokî tevgeriya. Beriya her tiştî destnîşan kir ku civakîbûna ji qirkirinê derbas bûye divê bê parastin, rizgarî jî ji bo ti hebûnê bi tena serê xwe nabe û ev rastî weke ‘entegrasyona demokratîk’ pênase kir û têkiliya navbera gelan û dînamîkên civakî hîn xurt kiriye. Bi tecrûbeyên dîrokî komînalîzm bi şêweyê modernîteya demokratîk rojane kir û formula siyasî jî bi rengê entegrasyona demokratîk pêşkêş kir. Rêber Apo ku her komplo bi stratejiya çareseriyê ya nû pûç kir, ne tenê sîstema kapîtalîst, her wiha jiberên hêzên civakî yên li dijî kapîtalîzmê têdikoşin jî serûbin kir û hewl dide pêşî li komployên nû bigire û di vê mijarê de têkoşîneke bêeman dimeşîne.

Çawa ku komploya li hemberî Rêber Apo di şexsê kesayetekî de nema û li hemberî tevahiya mirovahiyê û jinan tê meşandin, azadiya Rêber Apo jî wê şexsî nemîne û bibe rêya çareseriya gelek krîzên jinan û mirovahiyê.

Ji bo mîmarê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ Rêber Apo tavilê bi fîzîkî azad bibe, karibe tevlî siyaseta demokratîk bibe divê zemîna hiqûqî û siyasî bê afirandin. Xwişk-biratî û aştiyeke li Tirkiyeyê xwedî muxatabekî bi tenê ye; ew jî Rêber Apo ye. Şert e ku ev Rêbertiya ji aliyê her kesî ve tê naskirin û qebûlkirin, azad bibe. Ev nebe nabe.

Her wiha divê bi lez bi cih bê anîn ku Rêber Apo weke koordînatorê desteya ku di çarçoveya qanûnê de hatiye avakirin bi rola xwe rabe, di serî de rojnamevan û akademîsyen karibe bi her derdorê re hevvdîtinê bike, mercên vê bêne afirandin, Rêber Apo karibe nêrînên xwe bigihîne her derdorê, karibe têkiliyê bi rêxistina xwe re dîne, statuya esaretê bi temamî bi dawî bibe û weke Rêberê siyaseta demokratîk xwedî mercên ewlekarî û tenduristiyê be.

Weke KJK’ê em careke din destnîşan dikin ku rastiya komploya 9’ê Cotmehê û neçareserî, krîz û bêstatuya wê bi xwe re anî ti careî qebûl nake, heta ku statuya komployê bi dawî bike têkoşîna xwe mezin bikin û bi pêş ve bibin. Li ser vê bingehê di serî de jin em bang li gelên xwe û hêzên dost dikin ku têkoşîna li dijî komploya 9’ê Cotmehê hîn bilind bikin, daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji her demê bêhtir bi xurtî bilêv bikin û bêyî demê winda bike azadiya fîzîkî pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Okinawayê ji leşkerên DYE’yê re qedexeya derketina derve
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Desthilatdariyê di erdhejê de jî cihêkarî kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku di salvegera erdhejê de serdana Semsûrê kir,…

Ji aliyê Stêrk TV

Gavên li gorî peymana 30’ê Çileyê hatine avêtin

Di çarçoveya xebatên bicihanîna peymana navbera QSD û Hikumeta Demkî ya Şamê de, hêzên ewlekariyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji çapemeniya azad ber bi çiyê ve: Egîd Amed

Çîroka berxwedanê ya Egîd ku li kolanên Amedê destpê kir, li Stenbolê bi kovara Ozgur…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?