Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sala derketina taktîkî ya gerîlayên azadiyê: 2024
Rojane

Sala derketina taktîkî ya gerîlayên azadiyê: 2024

Di dema nêzbûna dawiya sala 2024’an de, ji çar aliyên Kurdistanê heta metropolên Tirkiyeyê gerîlayên azadiyê berxwedaneke girseyî raber kirin û ji bo têkoşîneke ku di sala 2025’an de bi serketinê encam bibe, bingehekî xurt ava kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya sala 2024’an weşand. Çalakiyên şehîd Rojhat û şehîd Erdal ên ku di sala 2023’yan de textê dijmin hejandin û hêzên HPG û YJA Starê yên ku dagirkeriya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi pêngavên şoreşgerî paqij kirin, bi îdîa û motîvasyoneke serketinê ya mezin ketin sala 2024’an. Gerîlayên azadiyê diyar kirin ku her tim di navenda têkoşîna wan de, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye û di sala 2024’an de bi têkoşîna xwe dijmin ber bi xwe ve kişandin. Di nava deh salên dawî de, tevî sûcên qirêj ku dijmin di çarçoveya konsepta îmhayê de dimeşîne, gerîlayên azadiyê di sala 2024’an de tecrubeya şer a deh salan bi performanseke bilind raber kir. Hêzên HPG û YJA Starê ji demsal ber bi demsalê ve derketinên taktîkî pêk anîn, li dijî dijminê dagirker bûn kelheke xurt û ji wê jî wêdetir, pişta dijmin şikandin.

HÊZÊN HPG Û YJA STARÊ DERKETINÊN TAKTÎKÎ PÊK ANÎN

Pêngavên şoreşgerî yên ku di mehên dawî yên sala 2023’yan de destpê kirin û di mehên bihara sala 2024’an de bi hemû heybeta xwe dewam kirin, performansa lêdanê ya gerîla, qabîliyeta wê ya tolhildanê û biryardariya wê ya berxwedanê bi rengekî şênber nîşan da. Ev pêngav heta kêliyên şer hatin qeydkirin û rastiya şerê li Kurdistanê hate parvekirin. Vê yekê di gel û raya giştî de bandoreke mezin afirand. Bi mizgîniya di Newrozê de hatî dayîn re, SÎHA’yên dewleta Tirk hatin xistin û vê yekê moral û bawerî da gelê Kurd û rejîma faşîst a li Tirkiyeyê jî ber bi tirseke cidî ve bir. Gerîla derfetên herî biçûk veguherand derfetên herî mezin û parastina rewa ya Kurdistanê bi rengekî xurt domand û di sala 2024’an de gihişte lûtkeyê. Gotina Rêber Apo ya “Teknîka herî mezin mirov e” baweriya dijmin a ji teknîkê re hejand. Agirê Newrozê bi mizgîniya gerîla re gur bû û rûyê zarokên Kurdistanê kenand.

PERFORMANSA HAVÎNÊ YA GERÎLA: BERXWEDAN Û DERKETINÊN EFSANEWÎ

Bi mehên Havînê re, berxwedan û performanseke çalakiyan a ji Bakur heta Başûr li hemû qadên gerîla bû yek dil, derket holê. Li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke efsanewî ya ku derewên dewleta Tirk a faşîst deşîfre dike, bû yek ji bûyerên herî balkêş a salê. Bi pêşengiya şehîd Edessa Cejna, şehîd Bêrîtan Nurhaq Çiya, şehîd Şêxmûs Malazgirt, şehîd Berwar û şehîd Mehmet Cûdî ji Dersimê heta Botanê, ji Mêrdînê heta Serhedê berxwedaneke gerîla ya bêhempa hate raberkirin. Dewleta Tirk a faşîst îdîa dikir ku li Bakur gerîla nemane, lê belê di sala 2024’an de li Bakurê Kurdistanê neçar ma ku zêdeyî hezar operasyonan lidar bixe. Fermandarên pêşeng û gerîlayên ciwan ên ku salên xwe dayîne têkoşînê, li Bakur bi îradeyeke ji pola berxwedan raber kirin. Vê berxwedanê pêşengî ji têkoşîna gel re kir.

LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ HAVÎNEKE DÎROKÎ

Derketineke din a taktîkî ya ku di mehên Havînê de bal kişand, li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Zap a ku 3 sal in bê navber li ber xwe dide, di sala 2024’an de weke seteke ku mirov nikare derbas bike, parastina xaka Kurdistanê domand. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya şehîd Alan Milazgirt û şehîd Dr. Sara Tolhildan berxwedan domandin. Li taktîkên gerîla yên mîna sabotaj, sûîqest, xwe berdana nava çeperên dijmin û derb lêdanê, taktîkeke hewayî ya nû hate zêdekirin. Ku ev taktîka hewayî ji aliyê yekîneyên Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş ve hate pêşxistin. 99 çalakiyên hewayî yên di sala 2024’an de hatin pêkanîn, di kapasîteya parastina hewayî ya HPG û YJA-Starê de pêşketineke mezin danî holê.

PAYÎZ: ÇALAKIYA DÎROKÎ YA LI ENQEREYÊ

Çalakiya ku di mehên Payîzê de şopeke ku nayê jibîrkirin hişt, ji aliyê fedayî Asya Alî û fedayî Rojger Hêlîn ve li TUSAŞ a Enqereyê pêk hat. Di demeke ku di siyaseta Tirk de tevilhevî hebû de, vê çalakiyê profesyoneltiya Milîtaniya Apoyî û biryardariya wê car din nîşan da. Çalakî bi asteke kîlîtbûna li hedefê û bi rengekî profesyonel hate kirin, vê yekê kapasîteya gerîla nîşanî hemû cîhanê da.

SALA 2024’AN, JI BO SALA 2025’AN XETEKE ZELAL PÊŞKÊŞ DIKE

Di dema nêzbûna dawiya sala 2024’an de, ji çar aliyên Kurdistanê heta metropolên Tirkiyeyê gerîlayên azadiyê berxwedaneke girseyî raber kirin û ji bo têkoşîneke ku di sala 2025’an de bi serketinê encam bibe, bingehekî xurt ava kirin. Gerîlayên Azadiyê wê derketinên xwe yên taktîkî yên di sala 2024’an de pêk anî, di sala 2025’an de xurt bike û bi biryardariya encamkirina bi serketinê bidomîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê Bayraktar a ayîdê dewleta Tirk a dagirker xist
Nûçeya Pişt re Koordînasyona Ciwanan: Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 13’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Kemal Kûrkût hate bîranîn

Kemal Kûrkût ku di sala 2017'an de li Amedê ji aliyê polîsan ve di Newrozê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em sibe bi rê dikevin

Hevseroka Gitşî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî 'Meşa Mezin a Azadiyê' axivî û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?