Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Em heqaretên ku li Rêber Apo hatine kirin bi tundî şermezar dikin!
Kurdistan

KJK: Em heqaretên ku li Rêber Apo hatine kirin bi tundî şermezar dikin!

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku ew heqaretên li Meclîsê li Rêber Apo hatin kirin qebûl nakin, bi tundî şermezar dikin û vê yekê weke sûcê sorkirina şer dibînin. KJK'ê bang li alîgirên aştiyê kir ku helwestê nîşan bidin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“Gotinên qirêj, gemarî, şoven û mêrê serwer ên ku herî dawî qaşo parlamenterê ÎP’ê Tûran Çomez û qaşo serokê ÎP’ê li hemberî Rêber Apo gotin, encamek ji mejiyê dijminatiya sed salî ye. Weke KJK em van gotinên rezîl ti carî qebûl nakin, bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo weke ku bi derziyê bîrê bikole bi ked û têkoşîneke mezin hewl dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve bibe, gelên Tirkiyeyê, gelê Kurd, jin û zarokan dixe nava aramiyê. Li hemberî vê çand û rêbaza siyaseta mêr ê serwer, nijadperest û şoven ku sed sal in li hemberî gelan, li hemberî gelê Kurd û jinan dijminatiyê dike, Rêber Apo alternatîfeke demokratîk a gelekî bi wate diafirîne. Hewldana têkbirina van hewldanên ji bo demokrasî û aştiyê, sorkirina dijminatiyê û israra li ser nêzîkatiya dijberîkirinê tê wateya pêlîstina bi çarenûsa gelên Tirkiyeyê yê 82 milyon mirovî û gelê Kurd ê 60 milyon mirovî. Mafê kesî nîne ku bi paşeroja mirovan, bi paşeroja jin û zarokan bilîze, mafê kesî nîne ku vê yekê bike qurbanê berjewendiyên xwe yên şexsî. Yên weke Tûran Çomez û Dervîşoglû rantxur in ku xwe ji xwînê û şer xwedî dikin. Ev zanin ku dema şer qediya û aştî hat wê ranta wan jî ji holê rabe, zerar bigihêje berjewendiyên wan ên şexsî, lewma weke dînamîka darbeyê tevdigerin. Mejiyê wan ê darbekar, komploger, dijminê jin û gelan ti carî demokrasiyê, aştiyê, xwişk û biratiyê qebûl nake.

SORKIRINA DIJBERIYA LI RÊBER APO TI CARÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Piştî ku li Meclîsê ji bo mîmarê aştiyê ya tevgera jinê ji bo Rêber Apo dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate qîrîn, pêleke dijberiya li Rêber Apo, dijberiya li Kurdan û jinan hate rakirin. Xwedîderketina li Rêberekî ku aştiyê diafirîne û gavên mezin ên wêrekî di vê oxirê de diavêje, qîrîna dirûşman ji bo wî gelo ne bi dilê kê ye, kê aciz dike? Di vir de çi sûc heye? Eger ev dewlet wê aştiyekê pêk bîne, hingî xwedîderketina li Rêberê aştiyê, qîrîna dirûşman ji bo wî, çima wê bibe sûc? Çalakî û daxwazeke li ser bingeha demokratîk e. Lê belê li hemberî vê yekê sorkirin û geşkirina dijberiya li Rêber Apo, dijberiya li kurdan û jinan ti carî nayê qebûlkirin.

HEWLDANA JI BO SABOTEKIRINA PÊVAJOYÊ YE

Helwestên bêhurmet, dijminane û mêranî yên li dijî Serokwekîla Meclîsê û endama Şandeya Îmraliyê birêz Pervîn Buldan, hem li dijî jinek û hem jî li dijî raye herî bilind a TBMM’ê weke heqeretek e. Ev yek sûce û mijara lêpirsînê ye. Em weke tevgera jin heqaretên li dijî birêz Pervîn Buldan û di şexsê wê de li ser Rêber Apo qebûl nakin û van helwestan wekî sûcê teşwîqkirina şer binav dikin. Ev nêzîkatî û helwest ji bo sebotekirina pêvajoyê ne. Divê her kes li hember vê hişyar be û li dijî wê derkeve.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî pêvajoyek dîrokî hate destpêkirin. Lê belê, hişmendiya şovenîst, nijadperest û zordar ku ji destpêkê ve mayînde maye, bûye sedema pêşketinên xeternak. Li şûna piştgiriya aştî û xwişk-biratiyê, çapemeniya Tirk zimanek bikar aniye ku şer û dijminatiyê teşwîq dike. Partiya IP û nûnerên wê bi medyaya sereke re hevkariyê dikin da ku pêvajoyê bi dawî bikin. Ev rewş welêt ber bi rêgezek xeternak ve dibe. Di demekê de ku çarenûsa gelên Rojhilata Navîn ji nû ve tê nivîsandin, ev hişmendiya ku dijminê gelê xwe ye, hewl dide ku ji şer sûd werbigire. Êrîşên li ser Rêber Apo, ku gel û jin wî wekî pêşengê aştiyê dibînin, welêt ber bi karesatê ve dibe.

DIVÊ EM TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MEZIN BIKIN

Em hişyariyê didin. Eger ji bo pêşvebirina xwişk-biratî û aştiya hezar salî ya Kurd-Tirkan samîmiyetek hebe, wê demê divê ev zimanê çapemeniya rantxur a şerxwaz û qirêj, ev zimanê siyasetê di çarçoveya sûcê sorkirina şer de bê dîtin û darizandin. Eger dewlet bi rastî jî ji dil e, eger wê xizmetê ji aştiyê re bike, wê xurt bike, wê civakî bike hingî divê gavên erênî biavêje. Aştiyeke demokratîk û bi rûmet mafê gelên Kurd û Tirk e, mafê jin, ciwan û zarokan e. Weke tevger bi pêşengiya sermuzakerevanê xwe Rêber Apo me samîmiyeta xwe ya di vê mijarê de nîşan dan, em hîn jî nîşan didin. Lê belê em ê heqaret û provokasyonên bi vî rengî qebûl nekin û li hemberî wê jî heta dawiyê têbikoşin.

Di serî de jin em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, civaka demokratîk ya Tirkiyeyê û hemû alîgirên aşitiyê dikin ku li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan bidin û helwesta xwe ya demokratîk pêş bixin. Aşitiyeke Kurd-Tirkan a ku wê pêş bikeve, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn û jinan pêngaveke dîrokî ye. Şerekî ku bi provokasyonên kesên weke Tûran Çomez dest pê bike jî wê bibe rûdana bi dehan Xezeyan, wê bibe şerekî wisa ku neteweya wan bi wan bide jibîrkirin û her wiha wê hemû kes zirarê jê bibîne. Ji ber vê yekê divê em heya dawiyê xwedî li Rêber Apo û xeta Aşitî û Civaka Demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, derkevin û ji bo ku weke sermuzakerevan rola xwe bilîze em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo serxweşiya şervanê YPS’ê Yusuf Gucel serdanek girseyî
Nûçeya Pişt re Li komxebata ziman nûnerên olê: Li dijî qedexeya li ser ziman berxwedan divê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroza Stenbolê: Bi deh hezaran kes diherikin qadê

Li Stenbolê pîrozbahiya Newrozê destpê kir. Bi deh hezaran kes ji bo derbasî nava qada…

Ji aliyê Stêrk TV

AKP’yiyan wesayitên şaredariyê jî ji hev xistin

Eşkere bû ku AKP'ê piraniya wesayitên Şaredariya Serêkaniyê ji hev xistine, parçeyên wan jê kirine…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara meha Adarê ya rojnameya Serxwebûn derket

Hejmara 507’an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Ji gerîla mizgîniya Newrozê; agirê Newrozê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?