În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li komxebata ziman nûnerên olê: Li dijî qedexeya li ser ziman berxwedan divê
Kurdistan

Li komxebata ziman nûnerên olê: Li dijî qedexeya li ser ziman berxwedan divê

Di "Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna ji bo Kurdî" de nûnerên ol û baweriyan axivîn û ba kişandin ser rola ziman.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ku ji aliyê Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ve li Wanê tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Di rûniştina duyemîn de bikaranîna zimanê Kurdî ya di qadên ekolojî, perwerde, tenduristî, ol, bawerî û di qadên de û têkoşîna ji bo vê hate nîqaşkirin.  Di rûniştina şeşemîn ya komxebatê de mijara “Di têkoşîna ji bo zimanê Kurdî de rista bîr û baweriyê” hate nîqaşkirin.

Ji ewil endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Lokman Ozdemîr axivî. Ozdemîr, diyar kir ku 50 sal in têkoşîna gelê Kurd bedelên gelek giran dan û da zanîn ku ev bedel ji zimanê Kurdî azad nîne. Ozdemîr ku bal kişand ser têkiliya medrese û zimanê Kurdî wiha got: “Kurd hewl didin zimanê xwe biparêzin û kedeke mezin didin. Gelek pêşengên zimanê Kurdî ji medreseyên Kurdî derketine. Medreseyên Kurdan şêwaza jiyana Kurdan in û balkêş in. Zimanê Kurdî di medreseyan de cih girt û medrese bihêz û xurt bûn.”

Endama Estîtuya Kurdî ya Amedê Nesrîn Navdar jî bi zaraveya Kirmanckî axivî û diyar kir ku mafê tu serdestan nîne ku zimanê miletekî qedexe bike. Nesrîn Navdarê anî ziman ku ji aliyê baweriyê ve jî qedexekirina ziman rûreşiyek e û got: “Mirov xweza ye û têkiliya navbera wan de gelek bi hêz e. Qur’an dibêje ku her qewm bi zimanekê cuda hatiye afirandin. Heta niha bi zaravayê Kirmanckî qet perwerdehî nehatiye dayîn, lewma Kirmanckî gelek lawaz maye.”

Li ser navê Komeleya Alimên Olî ya Wanê Kerem Yilmaz bandora olê ya li ser ziman vegot. Yilmaz, got ku tu kes mafê mirov nade, divê em bi xwe mafên xwe bistînin. Yilmaz, anî ziman ku heke mirov xwedî li zimanê xwe derkeve dê her kes alîkariyê bide û wiha pê de çû: “Miletê Kurd xwe Kurd hesab nekiriye û xwe bi xwe bişaftî ye. Dewletê gelek polîtîka ceribandin, lê nekarîn Kurdan di bişaftinê re derbas bike. Lê me bi xwe bi bişaftina navxweyî xwe bişaft. Li ser navê olê me hînî zimanê xwe dikin. Heke em bibin berxê serjêkirî, dê dijmin jî bi ser me de bên. Mirovê ku Kurdî nezane û di mala xwe Kurdî neaxive, divê ji aliyê ziman ve bên hişyarkirin û ziman li ber çavên wan bên şirînkirin.”

Li ser navê Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Sutiye Dapakli jî daxuyand ku ew zimanê xwe pir paşguh dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe. “Ji ber ku em li malê bi kar naînin, zimanê me winda dibe. Divê em jî xwe li hember zilma ku dewlet li ser me ferz dike biparêzin. Divê em li hember van polîtîkayên qedexe li ber xwe bidin û her kêliyê bikaranîna zimanê xwe derbas bikin.”

Rêveberê Navenda Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Îmam Şenol jî got: “Pirtûkên Kirmanckî tên nivîsandin, lê em wan fêm nakin. Ji ber ku em wan fêm nakin, pirtûk li wir dimînin. Em bi îradeya xwe asîmîle nebûn. Ji aliyekî ve dewletê em asîmîle kirin û ji aliyê din ve jî gelê kurmancan em tepeser kirin. Her kes dibêje ku ew ji Kirmanckî hez dikin, lê kes ji bo Kirmanckî tiştekî nake. Her çend dewlet destûrê bide me ku em mafên xwe bi kar bînin jî, me envanter an daneyên ku em vî mafî bi kar bînin tune ne. Divê bi heman awayî ku nêzî kurmancî dibin, nêzî kirmanckî jî bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Em heqaretên ku li Rêber Apo hatine kirin bi tundî şermezar dikin!
Nûçeya Pişt re ‘Qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî hate rakirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

Derhêner Omer Bîçer bal kişand ser rola sînemeya Kurd a di Pêvajoya Aştî û Civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike

Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşa xwe ya li ser Til Rifatê ku 2 sivîl…

Ji aliyê Stêrk TV

De Sanctis: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe

Sekreterê Neteweyî yê ANPI Fabrizio De Sanctis anî ziman ku ji bo Rêber Apo karibe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?