În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Êrîşên HTŞ’ê destkeftiyên gelan û jinan hedef digire
Jin

KJK: Êrîşên HTŞ’ê destkeftiyên gelan û jinan hedef digire

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku êrîşên dawî yên li ser gelê Durzî dewama komkujiyên li hemberî Elewiyan e û li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser destkeftiyên jinan û gelan, banga têkoşîna hevpar li civaka navneteweyî û gelên herêmê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komalên Jinên Kurdistan (KJK) li dijî êrîşên HTŞ’ê yên di demên dawî de li Sûriyeyê zêde bûne, daxuyanî da raya giştî û destnîşan kir ku HTŞ weke versiyoneke nûbûyî ya DAÎŞ’ê li herêmê şerên li ser esasê mezhebî, etnîk û zayendparêz gur dike, hêzên hegemon li pişt vê çêkerê ne.

KJK’ê diyar kir ku ev çêkerên cîhadîst ên ku li herêmê fealiyetên DAÎŞ’ê didomîne, ji aliyê hêzên ku dixwazin statukoya netew-dewletê biparêzin ve tên destekkirin û ragihand ku Sûriye bûye qadeke nû ya şerê qirêj.

KJK’ê li dijî van êrîşan bang li civaka navneteweyî û gelan kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Rastiya HTŞ’ê ku dewama êrîşkariya DAÎŞ’ê ya li ser şoreşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn hatî ferzkirin e, îro li Sûriyeyê pêvajoyeke nû ya bixwîn gur dike.

DAÎŞ ji bo bi dawîkirina hêrs û serhildana gelan a li dijî netew dewletên statukoger, hatibû avakirin.

Ev aparata bixwîn a hêzên sermayeya kûreyî, îro jî weke darbeyekê li dijî gelan didome.

Hêzên ku bi konsepta hêza hegemonîk tevdigerin, dixwazin Sûriyeyê bikin qada şerê qirêj. Li Sûriyeyê agahiyên komkujiyan, roj bi roj zêde dibin. Divê ev baş were zanîn, HTŞ nixumandinek e, di esas de yên li qadê şer dikin hêzên hegemonîk in.

Tevgera Azadiya Kurd çêkera xwe ya serweriya dinamik a li qadê xurt dike, gelên Sûriyeyê Kurdan weke hêviya rizgariyê dibînin û hevsengiyên hêzê yên nû yên li herêmê, lêgerînên nû yên ji bo çareseriyê jî aniye rojevê. Kurd ji bo lêgerîna çareseriyê bûne aktorê sereke û vê yekê hêzên ku ji rewşa kaotik tîmar dibin, hîn zêdetir êrîşkar kiriye.”

KJK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên hegemonîk û çêkerên desthilatdariya navendî kaosa li herêmê kûrtir kirine û ji vê zêdetir ti rola wan a din nîne û destnîşan kir ku tişta ji bo gelan pêwîst, çareseriya Netewa Demokratîk e.

KJK’ê got, “Şoreşa gelên Rojava û jinan ku 13 sal li pey xwe hiştin, hîn jî çavkaniya hêvî û kelecanê ye. Şoreşa Rojava hemû rastiyên ku sedemê şer û komkujiyê ne, di nava xwe de gihand çareseriyê û ji bo jiyana hevpar, bûye mînakek şênber.

Îro hêzên cîhadîst dixwazin gotinên mezhebî di nava Sûriyeyiyan de belav bikin, ev yek rê li ber komkujiyên nû vedike. Ev rewş hilweşîner e, ev gotin û hewldanên nefretê dibe ku dewlemendiya civakî û çandî ya Sûriyeyê tune bike. Êrîşên li hemberî Durziyan, dewama komkujiya li hemberî Elewiyan e. Şerên etnîkî û şerên dînî, desthilatdariyê tîmar dike. Lê ya ji bo gelan û jinan pêwîst, mafên zagona bingehîn û sîstema jiyana demokratîk e.”

KJK’ê diyar kir ku ev çêkera di bin “fermandariya Colanî” de, ne rewa ye û ev bang kir: “Divê hemû hêzên navneteweyî, demokratîk, sosyalîst û jin li dijî rêveberiya Colanî ya cîhadîst helwest nîşan bidin. Tê xwestin ku gelê Ereb jî bikêşin nava vê xefika bixwîn, divê gelê Ereb ji vê lîstokê re bêjin êdî bes e.

Weke KJK em dibêjin ku yekane rêya ku ji bo gelên Sûriyeyê bibe serketin, çareseriya Netewa Demokratîk e.

Ji bo ku pêkanînên dermirovî yên bi serê jinên Êzidî û jinên Elewî pêk hatî, di nava civaka Durzî de jî dubare nebe, divê hemû çêkerên jinan têkoşîna hevpar bilind bikin.

Em bang li hemû jinên Kurd, Ereb, Çerkes, Tirkmen, Sunnî, Elewî, Êzidî û Durzî dikin ku li dijî şer bi rengekî hevpar tevbigerin û têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konferansa Şengalê: Serkeftina pêvajoya civaka demokratîk, serkeftina Şengalê ye
Nûçeya Pişt re Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Colemêrgê û kesên hilbijartî li dijî xespkirina vînê çalakî dikin

Bi tevlîbûna Hevserokên DBP’ê û bi sedan kesan li dijî xespkirina vîna Wanê meş hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Qelebalixiya zêde ya li girtîgehên Fransayê, gihişt lûtkeyê

Li Fransayê ji 1’ê Mijdarê ve qelebalixiya giştî girtîgehan bû sedî 128,5’an. Li 13 girtîgehan…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Zîlan li Saratovê hate bîranîn

Li bajarê Yêrşovê yê Herêma Saratovê ya Rûsyayê, bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?