Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK’ê di 27’emîn salvegera damezrandina xwe de, banga yekîtiya neteweyî dubare kir
Rojane

KNK’ê di 27’emîn salvegera damezrandina xwe de, banga yekîtiya neteweyî dubare kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi wesîleya 27’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyanî da û banga xurtkirina yekîtiya neteweyî û kombûna hemû hêzên Kurd li ser bingehek hevpar kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 27’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Konseya Rêvebir a KNK’ê bi vî rengî ye:

“27 sal beriya niha di Gulana 1999’an de li welatê Hollanda li bajarê Amsterdamê, bi beşdarbûna gelek mêhvan û dostên Kurdan, nûnerên gelên Kurdistanê, di huzûra cîhanê de kombûn û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihandin. 

Ew roj rojekî dîrokî bû, cara yekem bû ewqas nûnerên partî, rêxistin, sazî û pêkhateyên Kurdistanî û ji hemû pîşeyan kesayetên serbixwe yên Kurdistanê, dihatin ba hev û dezgeheke neteweyî avadikirin. Di xebata yekîtiya neteweyî de, di vê astê de gava yekem bû û di dîroka Kurdistanê de mînakekî weke vê nîne. Lewma jî ev roj bû dîrok û bû rojekî pîroz. 

Yekîtîya neteweyî ya Kurdan, serê sedan salane bûye xwestinek mezin, bûye xewn û xeyala şairan, nivîskaran, xebatkaran, serok û rêberan. Şair û nivîskarê mezin Ehmedê Xanî 332 sal beriya niha vê xeyala xwe bi vî rengî dinivîse:  

“Ger dê hebûya me tifaqek 

Vêkra kiriba me inqiyadek 

Tekmîl dikir me dîn û dewlet 

Tehsîl dikir me ilm û hikmet” 

Her wiha Hacî Qadir ê Kûyî ku weke Ehmedê Xanîyê duyem tê navkirin, 140 sal beriya niha, wiha dewam dike: 

“Lem beyne ittifaqî peyda biken be merdî 

Şerteke bo hemû temam e 

Ew şerte be kullî îttîfaq e” 

Gelek serok û rêberan jî xwestine yekîtîya neteweyî avabikin, lê mixabin serneketine. Avakirina KNK’ê berdewama karên wan hemûya ye, avakirina KNK’ê pêkanîna wesiyet û xewnên wan e. 

KNK’ê, ji roja avabûnê pê ve xebata xwe ya pêkînana tifaqa mezin ya neteweyî û niştimanî dike. KNK’ê wekî dezgehekî neteweyî û niştimanî di van 27 salan da gelek xebatên girîng pêk anîn. Bîr û hizra yekîtiya navxweyî hate bilind kirin. Diyaloga navxweyî hate xurt kirin. Di warê dîplomasiya navxweyî û derve de gavên girîng hatin avêtin. KNK’ê bi kar û xebata xwe ya salan, di navbera Kurd û Kurdistanîyan de taybetmendiyeke pozîtîf ava kir. Her kom û kombûna KNK’ê, bû şêwreke neteweyî û niştimanî. Di warê têkilîyên navxweyî de huqûqek hate temîn kirin… 

Bi îlana Cejna Zimanê Kurdî re KNK’ê tradisyoneke mezin da dest pê kirin ku îro bûye cejneke seranserî û neteweyî li Kurdistanê û meydanên dîasporayê û her sal tê pîroz kirin.  

Bi beyana Belgeya Stratejîk ve di têkilî û pozisyonên dînamîkên Kurdistanê de normên hiqûqî û ehlaqî hatin destnîşan kirin ku herkes rîayet bike. 

 Ji avabûna KNK’ê heta niha çarêk sedsal derbas bûn. KNK’ê wê hewldanên xwe yên yekkirin û xurtkirina dîplomasiya Kurdistanê, mezintir bike. KNK’ê wê hewl bide hemû hêzên parastina Kurdistanê di bin yek koordînasyonê de kom bike û xurt bike. KNK’ê wê bê navber hewlên xwe yên serxistina şoreşa Kurdistanê li hemû parçeyan xurttir bike. Her wiha KNK’ê wê bê rawestan ji bo armanca mezin ya yêkîtiya neteweyî û niştimanî dê kar û xebatên xwe berdewam bike.  

KNK’ê niha di nava hewldaneke mezin de ye. Ew jî ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî, bi beşdarbûna hemû partî, rêxistin, sazî, dezgeh, kesayetên sebixwe yên Kurdistanî û hemû pêkhateyên Kurdistanê, xebata komkirina Konferanseke Neteweyî ye. Ev xebat bi lezgînî berdewa me. 

KNK’ê di 27 salîiya xwe de li ber ronahiya felsefeya Ehmedê Xanî, careke din bang li hemû gelê Kurdistanê dike; çi reng dibî, çi hêz dibî, bi çi bîr û bawerî û ramanê dibî, ferq nake, werin nav KNK’ê de cihê xwe bigrin. Cihê hemû Kurdistan.yan di bin sîwana KNK’ê de heye. 

Di van 27 salan da hinek endam û damezrênerên KNK’ê şehîd ketin û hinekan jî jiyana xwe ji destdan. KNK’ê di şexsiyata Ismet Şerîf Wanlî, Îbrahîm Ehmed û Şehîd Denîz Bulbun de, hemû şehîdên Kurdistanê û hemû endamên KNK’ê yên jiyana xwe ji destdayî, bi dilekî germ bîr tîne û li ber bîranîna wan rêz digre. 

Bi vê munasbetê em carekî din, 27 saliya damezrandina KNK’ê, li hemû gelên Kurdistanê û dostan Kurdan pîroz dikin û ji hemû hêzên neteweyî re serkeftinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Geverê mirina bi guman a jinek
Nûçeya Pişt re KJAR: Jiyana Zeyneb Celaliyan di metirsiyê de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyên li Girtîgeha Evînê: Azadî bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan dibe!

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê diyar kirin ku azadiya gelên Îranê bi têkoşîna rêxistinbûyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên di lîsteya terorê de ne êrişî taxên Helebê dikin

Komên çete yên di lîsteya pêkanînan a navneteweyî de ne, êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozel: CHP bi awayekî fiîlî hate girtin armanca wî ‘siltaniya teqez’ e

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, di mîtînga ku li Îzmîrê hat lidarxistin de parast…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Kramatorskê di êrişa Rûs a li ser 2 otobusan de zêdeyî 30 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komploya 9’ê Cotmehê li Rojavayê Kurdistanê bi xwepêşandanan hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Perwerdeya zimanê kurdî mafekî sereke ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?