Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Komalên Ciwan: Em ê xwedî li mîrateya şehîd Rohat Rover derkevin
Kurdistan

Komalên Ciwan: Em ê xwedî li mîrateya şehîd Rohat Rover derkevin

Komalên Ciwan ragihand ku di têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de wê xeta berxwedanê ya Rohat Rover ji xwe re bikin esas û got, “Em ê xwedî li heqîqeta şehîdan derkevin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Komalên Ciwan fermandar Rohat Rover (Azad Akinci) di salvegera yekemîn a şehadeta wî de bi bîr anî ku 10’ê Îlona 2024’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.

Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan bi vî rengî ye:

“Em wekî Tevgera Ciwanên Apoyî di yekemîn salvegera şehadeta; sembola mutewazîbûn û sekna Apoyî fermandarê me yê ciwan Rohat Rover bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û di şexsê Rohat Rover, Ezîz Ereb û Helo Dersim de, em bejna xwe li beramber bîranîn û fedaîbûyîna hemû şehîdên şoreşê ditewînin. Dibêjin ku meşaleya wan pêxistiye û pêşiya ciwanan ronî kiriye, em ê bi wê ronahiyê bibezin serketinê û xeyalên wan ê Kurdistana azad pêk bînin.

Tevgera Apoyî ya ku bi ciwantî dest pê kir û tovê xwe li her derê reşand, bû şitil û îro bi sekna fedayiyên weke Rohat Rover ew şitil mezin bû, bû darek mezin ku her ciwan ji bo xwe bi rêxistin bike, ji fêkî û berhemê wê sûd werdigire. Heman demê xislet û cewhera Tevgera Apoyî ya li ser nirxên dîroka civakî şîn bibû îro berbelavî her derê bûye. Wekî nûnertiya hemû gelên bindest bi pêşengtiya jin û ciwanan de gerdûnî dibe. Bêguman ew meşa 52 salan di nav şerek dijwar de hate meşandin, bi berdêlên giranbûha gihîşt roja me ya îro. Yek ji wan lehengan jî, heval Rohat bû ku, 20 salan bêy navber bi ruh û dînamîzma ciwantiya Apoyî fermandartî û pêşengtî kir.

Hîn di zarokatiya xwe de ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bi koçbertiyê re rû bi rû ma û ev yek hêrsek mezin di heval Rohat de avakir. Ew hêrs di giştî jiyana wî de dibe sedema mezin kirina têkoşînê. Di temenê xwe yê ciwan de taybetmendiyên wî yên pêşengtiyê xwe didin der.  Di pêngava “ÊDÎ BESE” de pêşengtiya qebûlnekirina tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên li ser gelê Kurd dike. Bi rihekî serhildêr hezaran ciwanên Kurdistanê seferberê serhildanan dike. Di kolan û taxên Kurdistanê de nefes girtina dagirkeriyê heram dike. Bi vê girêdan û biryardariya xwe ya bi welat û axê ve, bû yek ji sembola ciwanên Kurd ê wêrek, bêtirs û çavreş.

Egîdê hemdem û lehengê ciwan her cihê ku çûyê, cewherê milîtantiya Apoyî jiyan kir û da jiyan kirin. Heval Rohat di giştî meş û jiyana xwe ya şoreşgerî de şopên mayînde di dil û bîra gelê me yê welatparêz de hişt. Di her gavek xwe de baweriya serketinê di nava heval û hogirên xwe de xurt kir. Tekoşîna xwe ya li Bakurê Welat dayî destpêkirin, li Başûr, Rojhilat, Mexmûr û Rojava di asta pêşengtiyê de meşand. Bêyî navber 16 salan di xebatên ciwanan de di asta herî jor de berpirsyartiyên mezin girt ser xwe û di kîjan xebatî de cihgirtibe jî ew îradeya ciwanan parast û ji bo nasnameya ciwanan avabibe kedekî bêhempa da. Di pêvajoyên herî dijwarde ku dijmin biryara tunekirina têkoşîna ciwanên Apoyî dabû, Şehîd Rohat wekî mertalek îdeolojîk tevgeriya û bû parêzvanek serketî yê xeta milîtantiya Apoyî. Bi rihek fetihkar li ser dijmin de çû û êrîşên wan vala derxist.  Bi hêz û sekna xwe ya rêxistinî, dilnizimî û wêrek fermandartiya rast fêrî me kir.

Bi taybetmendiyên xwe yên herikbar, kedkar û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd şer û xizmet kir. Çavkaniya hêza heval Rohat jî hezkirin û girêdanbûyîna wî ya ji Rêber Apo re bû. Bi kûrahiya xwe ya di îdeolojiya Apoyî de hezaran ciwanan perwerde kir û berê wan da nav refên azadiyê. Di asta jor de hîskirina rastiya Rêber Apo hişt ku vê heqîqetê derî bi derî belav bike. Hêrsa xwe ya li beramberî komploya navneteweyî vegerand rêxistinkirin û tevlîkirina gel a nav refên têkoşînê. Sekna ku karîbû li her çar parçeyên Kurdistanê pêşengtiyê bike, di esas de karaketerê wî yê gerdûnî bû. Wekî derwêşekî jiyan kir û bi hevaltiya xwe, xwe gihand asta kamilbûnê.

Tişta herî zêde di şexsê heval Rohat de xwe dida der bandorbûna rêhevaltiya bi hevalên jin re bû. Sekna zilamê klasîk û feodal ji xwe re qebûl nekir li beramberî vê, sekna Fikrî Baygeldiyan a zilamê azad ji xwe re esas girt û li ser vê esasê têkoşiya. Pîvana serketinê di nav ruhê hevpar ê xeta azadiya jinê de dît. Li ser vê esasê karîbû bi hemû hevalên jin re hevaltîya rast avabike.

Pêwîste baş were zanîn ku her pêvajoya pêşdikeve bi encama têkoşîna gelê Kurd û bi fedayiyên wekî Rohatan, bi keda hezaran şehîdên ciwan gihaye roja me ya îro. Rêber Apo bi hilgirtina înîsiyatîf û barekî dîrokî ji bo gelê Kurd û hemû mirovahiyê derfetekê pir mezin a aştiya civakî û demokratik avakir. Em wekî Tevgera Ciwanên Apoyî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo soz didin ku em ê sekna Rohatan ji xwe re esas bigirin. Ji bo pêvajo bigihêje serketinê xeta fedayîtiya diyar kirî de em ê heta dawî şer û têkoşîn bikin û jiyana azad ava bikin.

Bêguman, xwedîderketina li rastiya şehîdan, bi serxistin û pêkanîna xeyal û armancên şehîdan ve pêkan e. Çawa ku heval Rohat bi cewherê koma îdeolojîk ya Apoyî meşiya û em hemû dane meşandin, niha erka hemû ciwanên Kurdistanê vê rastiyê ji herkesî re dayîna nas kirine. Wekî Tevgera Ciwanên Apoyî pêwîste li her derê ji bo jîndarkirina sekna Rohatan, di serî de ciwanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li hemû qadên têkoşînê de xwedîlêderketina li keda mîrateya şehîdan wê ji bo me esas be.

Li ser vê esasê, em dubare fermandarê xwe yê nemir û mînaka kesayeta serketinê bi heskirin û minnetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya li ser şop û mîrateya wan a pîroz, bilindkirina têkoşînê dubare dikin. Di şexsê malbata hêja ya Şehîd Rohat de dubare sersaxiyê ji hemû gel û ciwanên Kurdistanê re dixwazin û em dibêjin em ê wekî ciwanên Apoyî xwedî li mîrasa wan derbikevin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPJ’ê bang li jinan kir: Ber bi civaka demokratîk û aştiyê gavê biavêjin
Nûçeya Pişt re Sala 2024’an nêzî 150 aktîvîstên hawirdorparêz hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiyên ji bo bîranîna 14’ê Tîrmehê: Helîkoptereke Skorsky hate xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna Şehîdên 14'ê Tîrmehê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdengî biçin Şamê

Şêx Murşîd El-Xeznewî li Qamişloyê di komxebatê de axivî û got, “Partî û rêxistinên me…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê merasîma leşkerî ya 4’ê Nîsanê ya YPJ’ê

YPJ'ê li Kobanê bi merasîmeke leşkerî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?