Çarşem, 18 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    PÎK: Em operasyonên li dijî endamên HEVBENDÎ şermezar dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka MPKE’yê Petra Bayr: Tirkiye ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweşê giran Civan Boltan: ‘Ev sê hefte ne min nabin nexweşxaneyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş nobeta li pêşiya Wezareta Edaletê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê nobeda bêdem destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinardekirina neftê ya ji xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kirmanşanê bavek keça xwe ya 16 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Rojava: Jin divê bi qanûnî bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Komcivîna Yekîtiya Jinên Kurd: Divê jin pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin
Rojane

Komcivîna Yekîtiya Jinên Kurd: Divê jin pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, li eywana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) bi dirûşmeya “Bi pêşengî û yekîtiya jinên Kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve” komcivîn lidar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2026 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Komcivîna ku gelek jin lê amade bûn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Endama platformê Saliha Ayata anî ziman ku ew ê li ser avakirina tora têkoşîna ya li dijî polîtîkayên li hember jinê nîqaşan bimeşînin.

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku jinên Kurd hê nekariye yekîtiyeke xurt ava bike û vê rastî wekî kêmasiyeke cidî nirxand.

Gulcan Kaçmaz da xuyakirin ku divê jinên Kurd ji Rojava heta Rojhilat li ser zemîneke hevpar a têkoşînê bên cem hev û got ku dema yekîtî pêk were hem li dijî polîtîkayên şer û hem jî li dijî êrîşên zîhniyeta serdest a mêr, sekneke xurt dikare were raberkirin.

Gulcan Kaçmaz anî ziman ku divê jinên Kurd di nav şerê li Rojhilata Navîn de roleke pêşeng bilîzin û got ku divê destketiyên Kurdan ji ber nêrînên îdeolojîk ên cuda neyên piştguhkirin.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît da zanîn ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê li her çar parçeyên Kurdistanê deng veda û got ku ew ê di vê çarçoveyê de xebatên xwe dewam bikin.

Di komcivînê de behsa 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat kirin. Hat destnîşan kirin ku divê jin rola xwe ya pêşeng di hemû warên jiyanê de bi yekîtî bidomînin û girîngiya yekîtiya jinên Kurd hat nirxandin.

Hat diyarkirin ku têkoşîna li her parçeyê aliyê din xurt dike û hat gotin ku armanc yekîtiya neteweyî ye. Bang li her kesî hat kirin ku bi felsefeya “Jin jiyan azadî” di 8’ê Adarê de dakevin kolanan.

Her wiha Sakîne Cansiz û Hevrîn Xelef hatin bîranîn û hat gotin ku têkoşîn li ser rêya wan didome û divê yekîtiya jinên Kurd bê xurtkirin.

Piştre peyama Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrat, hat nîşandan. Her wiha peyamên 30 jinên Başûr ku ji ber şerê li Rojhilat û pirsgirêkên derketin nehatin û Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê hat xwendin.

Komcivîn ji çapemeniyê re girtî dewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî bi telefonê bi hev re axivîn
Nûçeya Pişt re PJAK: Êrîşên Îranê yên li dijî hêzên Kurd nîşaneya tirsê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Gimgimê nobeda JES’ê di roja 21’an de ye: Em xaka xwe naterikînin

Nobeda çadirê ya ku li Gimgimê li dijî JES’a ku tê plankirin were avakirin hatibû…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Mîmarî bêyî qanûn û prensîban nabe

Rêber Apo di hevdîtina 16'ê Sibatê de ya bi Heyeta Îmraliyê re kir bal kişand…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îzmîrê 10 kes hatin girtin

Li Îzmîrê ji 54 kesên hatin binçavkirin 10 kes bi îdîaya "Rabûna li ber qanûna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

PÎK: Em operasyonên li dijî endamên HEVBENDÎ şermezar dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Seroka MPKE’yê Petra Bayr: Tirkiye ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê nexweşê giran Civan Boltan: ‘Ev sê hefte ne min nabin nexweşxaneyê’

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo girtiyên nexweş nobeta li pêşiya Wezareta Edaletê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?