Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ji bo balê bikşîne ser şer, pevçûnên çekdarî û mirinan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê “Komxebata Aştî û Diyalogê” li dar xist. Piştî axaftina encamnameya komxebatê hat ragihandin.
Encamnameya bi sernavê “Danezana Wijdanê Hevpar a Qoserê: Meşa ji Aştiya Navxweyî ber bi Aştiya Mezin ve” ji hêla Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk a Mêrdînê Davut Bozan ve hat xwendin.
Di encamnameyê de ev tişt hatin parvekirin: “Heta ku em yekîtiya navxweyî pêk neynin, li kolanên xwe aştî û giyanê civakî ava nekin, ne pêkan e ku em aştiya mayinde û mezin ku em dixwazin ava bikin. Em bi biryar in ku enerjiya xwe ne ji bo şerê li dijî hev, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bingehîn bikar bînin. Em ê li bajêr li dijî hişber, selefxurî û dejenerebûna civakî têkoşîna hevpar bimeşînin û em ê di vê mijarê de ji aliyên hestewar alîkariyê bixwazin. Em ê ji bo ciwanan xebatên zanistî, hunerî û çandî bimeşînin û em soz didin ku beriya ku pirsgirêk mezin bibe û di destpêka wê de em ê mudaxaleyî wê bikin û ji bo pêşiya şer û mirinan bigirin em ê têkevin navbera aliyan. Em ê qet ji rêzê nêzîkî qetilkirina mirovan û mirinan nebin; em ê zimanê aştiyê kolan bi kolan, mal bi mal mezin bikin.”

