Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Dadgerî newekheviya zayendî mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newaya Jin bi manşeta ‘Parastina cewherî mafê hebûnê ye’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna kedê ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê’ hat axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Konferansa ‘Yekîtiya Neteweyî’: Divê Kurd hiqûqa xwe ya navxweyî ava bikin
Kurdistan

Konferansa ‘Yekîtiya Neteweyî’: Divê Kurd hiqûqa xwe ya navxweyî ava bikin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di konferansa yekîtiya neteweyî de axivî û anî ziman ku ji bo azadiya Kurdan divê hiqûqa xwe ya navxweyî û yekîtiya xwe ava bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiyan a Herêman a Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di konferansa “Kurdên Bakur yekîtiya neteweyî nîqaş dikin” axivî û di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de bal kişand ser girîngiya avakirina hiqûqa hevpar û yekîtiyê.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar girîngiya zimanê Kurdî destnîşan kir û ragihand ku axaftina bi zimanê dayikê destketiyekî têkoşîna azadiyê ye. Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku têkoşîna Kurdan bingeha yekîtiya neteweyî daniye û got, ev yekîtî divê demokratîk û tevgir be.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê di dewama axaftina xwe de ragihand ku li ge nêrînên cuda jî di mijara azadiya gelê Kurd de zemîneke hevpar ava bûye.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku şerê li Kurdistanê ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê ne û got, “Divê em êdî li ser rê û rêbazên avakirina azadiyê biaxivin.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi dewamî ragihand ku Kurd di nava hiqûqa heyî ya dewletê de nîne, lewma divê hiqûqa xwe ya navxweyî ava bikin û got, “Em di nava hiqûqa dewletê de nînin. Ji ber vê jî têne girtin, neçar dimînin ku xaka xwe biterikînin. Pêwîstiya me bi hiqûqekê heye. Ew jî hiqûqa navxweyî ya Kurdan e. Hiqûqa me ya navxweyî jî nîne.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê got, “Eger em nikaribin di nava xwe de hiqûqeke demokratîk ava nekin, em ê nikaribin bi dewletê re jî nîqaşeke hiqûqî bikin.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar berxwedana li Rojava weke mînak nîşan da, banga yekîtiyê dubare kir û anî ziman ku Kurd li dijî parçebûnê divê bi hev re tevbigerin.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di dawiya axaftina xwe de bang kir ku dewlet bi raboriyê re rûbirû bibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Me her tişt dît, lê me tenê azadî nedît. Niha di têkoşîna azadiyê de tevgera Kurd û Birêz Ocalan rêbertiyê dikin. Her kesê ku paradigmaya Birêz Ocalan qebûl dike, di heman demê de rêbertiya vê têkoşînê jî dike. Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê demokrasî û aştiyê ava bikin.”

Piştî axaftina Ûçar, beşdarên din ên konferansê jî dîtinên xwe parve kirin. Halîm Îpek da zanîn ku ji Peymana Qesrî Şîrîn heta roja îro yekîtî derdê sereke ye û wiha axivî: “Yekîtî di nava gelê Kurd de heye û gel vê helwestê jî nîşan dide. Lê partiyên siyasî yên Kurd nayên cem hev. Divê partiyên siyasî bi berpirsyarî tevbigerin.”

Ohannas Gafur Ohannîan jî bal kişand ser Komkujiya Ermeniyan û wiha axivî: “Milyonek û nîv Ermenî li ser vê axê hatin qetilkirin, rastî destdirêjiyê hatin û hatin koçberkirin. Ev gelê qedîm îro li ber tunebûnê ye. Ez li ber bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim. Heke yekîtiya neteweyî pêk neyê, wekî berê dê dîsa me bi hev bidin qirkirin.”

Doktor Xelîl jî destnîşan kir ku her çiqas serkeftin nêzîk dibe, astengî jî ewqas zêde dibin û got ku welatê Kurdan Kurdistan e. Doktor Xelîl axaftina xwe wiha domand: “Behsa Komkujiya Ermeniyan hat kirin; bi milyonan mirov ji gelek neteweyên cuda hatin kuştin. Heke em yekîtiya xwe ava nekin, dê dîsa bi milyonan mirov bimirin. Ji bo vê yekê, mîsoger e ku em yekîtiya xwe ava bikin.”

Piştî axaftinan sînevîzyonek têkildarî yekîtiya neteweyî hate nîşan dan. Piştî nîşandana sînevîzyonê, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konferansa ‘Kurdên Bakur yekîtiya neteweyî nîqaş dikin’: Yekane çareserî, yekîtî ye
Nûçeya Pişt re Li Maliyê şerê giran: Tê gotin ku Wezîrê Parastinê hatiye kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Êrîşên siyasî û leşkerî hêviya aştiyê dişkîne

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê desthilata Tirk hişyar kir û got, “Em desthilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê Meclisê bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin re…

Ji aliyê Stêrk TV

MSF: Şewba Ebola ya li Kongoyê fikareke zêde çêdike

Bijîjkên Sînornenas (MSF) hişyarî da ku şewba Ebola ya li Komara Kongoya Demokratîk bi lez…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Dadgerî newekheviya zayendî mezin dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan car din edalet xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?