Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA-GEL: Divê gel û dostên me mîna lehiyekê biherikin Kolnê
Kurdistan

KONGRA-GEL: Divê gel û dostên me mîna lehiyekê biherikin Kolnê

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji bo meşa mezin a li Kolnê ku wê 17'ê Sibatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand û got, “Meşa Kolnê ji bo azadiya Rêbertî divê bibe bersiva herî xurt a ji bo pêngava serketinê ya gerîla.”

Bang bi vî rengî ye:

“Bi pêşengiya Îngilistan û Fransayê, welatên rojavayî bi peymana Lozanê re hîmên polîtîkaya înkar û îmhayê ya Kurdan a sed salî danîn. Dewleta Tirk bi piştgiriya ji van welatan wergirtî, li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirikrinê bi rengê siyasî, çandî û fîzîkî meşand. Li dijî van polîtîkayan gelê Kurd gelek caran li ber xwe da. Lê belê bi piştgiriya welatên rojavayî serhildanên Kurdan bi komkujiyê hatin tepisandin.

Gelê Kurd ku li dijî qirkirinê ji bo nasname û hebûna xwe têdikoşe, bi navên asî, eşqiya û cahîl, bi navên neyînî hate pênasekirin. Li hemberî komkujî, koçberkirina bi zorê û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî gelê Kurd welatên rojavayî timî helwesteke jinedîtîhatinê nîşan dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku gelê Kurd li ber qirkirinê bû, çarenûsa gelê Kurd guhert. Bi fikir û karîzmaya xwe ya Rêbertiyê, bû hêvî ji gelekî re ku li ber tunebûnê bû. Kir ku gelê Kurd jinûve rabe ser piyan, ji xwe bawer be û ji bo paşeroja azad têbikoşe, berê xwe bide serketinê. Gelekî ku di bin zexta qirkirinê de bû û dihate xwestin ku bê qedandin, kir gelekî welê ku hêz û hêviyê dide hemû hêzên di lêgerîna azadiyê de ne. Rêber Apo ji ber ku plana qirkirina Kurdan a bi peymana Lozanê hate plankirin têk bir, bû hedefa hêzên komploger ên navneteweyî.

Gelê Kurd di nava vê sedsalê de li dijî qirkirinê ji bo parastina hebûna xwe têkoşiya, lewma ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve bi gotinên neyînî yên weke asî û eşqiya hate pênasekirin. Niha jî di şexsê Rêber Apo de bi gotina moda ya modernîteyê ‘terorîst’ tê îlankirin, bi her awayî neheqî, bêhiqûqî û kiryarên li dijî mirovahiyê lê tê kirin.

Çawa ku gelê Kurd ê li Tirkiyeyê ji her cûre maf û hiqûqê bêpar hatiye hiştin û her daxwaza xwe tê terorîzekirin, Rêber Apo jî li Îmraliyê ji her cûre hiqûqa neteweyî û navneteweyî bêpar hatiye hiştin, 25 sal in bi polîtîkayên kêfî yên dewletê tê xwestin bê qedandin. Nêzî sê sal in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Di mijara jiyan û tenduristiya wî de fikarên mezin hene. Li hemberî vê rewşê ku li cîhanê mînaka wê nîne, saziyên navneteweyî bêdeng in.

Sîstema qirkirinê ya Îmraliyê encameke ji sîstema qirkirinê ya gelê Kurd e. Ji vê rewşê ew hêzên rojavayî berpirsyar in ku hîmê polîtîkayên qirkirina Kurdan danî û sed sal in bi her awayî piştgiriyê didin dewleta Tirk. Bêyî piştgiriya welatên rojavayî, dewleta Tirk nikare polîtîkayên înkar û îmhayê dewam bike.

Di qonaxa heyî de sîstema dewletê ya înkar û tekperestiyê di pêvajoyeke mezin a krîz û hilweşînê de ye. Plana têkbirinê ya dewletê ku li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dimeşîne bi xwe têk çûye. Tirkiye veguheriye dewleteke çete û mafyayê, aboriya wê her roj têk diçe, ji aliyê siyasî û acivakî ve her roj hîn bêhtir rewşa xwe nebaş dibe. Ev wêne wêneyê hilweşîna sîstema dewleta faşîst e.

Krîza giran a ku faşîzma dewleta Tirk di nav de ye, berxwedana dîrokî ya gerîla ku konsepta leşkerî ya dewletê ya xwe dispêre teknîkê têk bir, hilweşîna psîkolojî-moralê di nava sîstemê de nîşan didin ku êdî dem hatiye ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê bê hilweşandin.

Bi meşandina pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ku dostan dan destpêkirin, di vê demê de derfet hene ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin.

Grevên birçîbûnê yên dorveger ên girtiyên azadiyê yên li zindanan, ‘Nobedên Edaletê’ yên dayikên şehîd û girtiyan, karên li Kurdistanê û derveyî welat têne meşandin, eger li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bêne plankirin û meşandin, wê teqez encam bi dest bikeve, ku derfetên vê yekê hene.

Weke Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo me berê xwe dane armancekê. Weke gelê me û dostên me yênl i Ewropayê, em bi wezîfeyeke dîrokî re rû bi rû ne. Di vê demê de ji bo hilweşandina sîtema Îmraliyê kuw eke navenda polîtîkayên qirkirina Kurdan hatiye avakirin û li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê em têkoşîna xwe ya li Ewropayê bi rengekî encamgiriyê bimeşînin.

Ji ber vê jî meş û mîtînga 17’ê Sibatê ya li Kolnê ku wê bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bê lidarxistin, gelekî girîng e. Meşa Kolnê ji bo azadiya Rêbertî divê biber bersiva herî xurt a li qada civakî ya ji bo pêngava serketinê ya gerîla.

Bi tevlîbûna herî xurt a li meşa Kolnê, li dijî heqaret û neheqiyên di şexsê Rêber Apo de li gelê me tê kirin, divê helwesta ‘Êdî bes e’ bê nîşandan û em dengê xwe û helwest xwe bigihînin hêz û saziyên pêwendîdar.

Li ser vê bingehê divê gelê me û dostên me yên li Ewropayê bi ruhê seferberiyê, bi coşa pêvajoya xwegihandina Rêbertî yê azad, li Kolnê di 17’ê Sibatê de kom bibin. Divê gel û dostên me 17’ê Sibatê mîna lehiyekê biherikin Kolnê û dîrokê binivîsînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qeyûmê Colemêrgê navê Xeze û Qûdsê li kolanan kir
Nûçeya Pişt re Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê ya li Xakurkê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê ya li Xakurkê weşand ku di encamê de 5 dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

YRA: Êrîş li dijî mafê agahîwergirtinê ye

YRA'yê li ser êrîşa li hemberî rojnamevan Hêmin Mamend daxuyaniyek da û got, "Divê bûyerê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Reîsî hate dîtin

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di encama ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da. Hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Law ê ku kîtên mirinê ji sedan kesan re şandibû wê ji cînayetê neyê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Skoçyayê giraveke çêkirî ya efsûnî ji dema Neolîtîkê maye hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?