Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Em Kurd ji rêveberiya demokratîk re namzet in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navek, du jiyan: Agir Adar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star ji bo jinên El Faşêrê bang kir: Em bi we re ne
Jin

Kongra Star ji bo jinên El Faşêrê bang kir: Em bi we re ne

Kongra Star ragihand diyar kir ku ew piştgiriyê didin jinên El Faşêr û Sûdanî û xwest, şer û her cûre tundiya li hemberî jinan bi dawî bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîteya TêkilÎ û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Kongra Star a Rojava, têkildarî şer û binpêkirinên li dijî jin û gelê El-Faşêr û Sûdanê tên jiyîn, li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Ronahî Hesen ve hat xwendin.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye;

“Em weke jinên têkoşer ên Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro bi awayekî dilê me tijî xemgînî û êş dengê xwe bilind dikin. Em hevgirtina xwe ya bi hemû jinên li Sûdanê re radigihînin û bi taybetî jinên li El Faşêrê dijîn bi bîr tînin; ji ber ku ew di bin şert û mercên tirsnak ên tundiya herî hovane, kuştin, tecawiza bi pergalî, girtina kêfî, windakirina bi zorê û koçberkirina bi hezaran kesan de jiyana xwe didomînin.

Tiştên li El Faşêrê li dijî jinan tên kirin ne tenê êrîşek e, sûcek li dijî mirovahî û tunekirina bi zanebûn a jinan e. Ev yek êrîşeke rasterast e, li dijî hemû civakên ku daxwaza azadî û edaletê dikin. Êşa we êşa me ye; em tirs û bêhêvîtiya we parve dikin. Cîhan nikare bêdeng bimîne; divê dengê we bê bihîstin û bêedaletî êdî gef li jiyana xwe nexwe.

Em bawer dikin ku jin dil û mêjiyê civakê ne; azadî û serxwebûna jinan bingeha civakek azad û adil e. Di bin şert û mercên zehmet ên jinên li El Faşêrê dijîn de, hem erka we û hem jî erka hemû jinên azad ew e ku xwe û hebûna xwe biparêzin. Parastin tenê bi bawerkirina kesên din mîsoger nabe; bi mîsogerkirina tedbîrên şênber ên mîna avakirina rêxistinên jinan ên bihêz, li hevanîna hemû jinên li her taxa bajar û gundan, avakirina qadên ewle, belgekirin, çavdêrîkirin û piştgiriya derûnî û madî ya ji bo mexdûran, wê pêkan bibe. Birêxistinbûna jinan a di nava rêxistinên civakî û jinan de ne vebijarkek e; li hemberî bêedaletî û zulmê, riya domandina jiyana bi rûmet e.

Têkoşîna jinan a li dijî dagirkerî, tundî û otorîterîzmê nikare takekesî be; ew yek têkoşîneke kolektîf e ku divê jin li her qadê bibin yek û li dijî neheqiyê bi dengekî hevpar bisekinin. Her êrîşa li dijî jinan, êrîşeke li ser tevahiya civakê ye. Gavên jinan ên parastina xwe û rêxistinkirina civakên xwe, gavên di riya azadî, rûmet û edaletê de tên avêtin in.

Em bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” re radigihînin ku êşa jinên Sûdanê dikşînin, êşeke gerdûnî ye. Berpirsyariya hemû jinên azad ên cîhanê ew e ku li kêleka wan bisekinin, dengê wan bilind bikin û civaka navneteweyî neçar bikin ku tedbîrên lezgîn bigre.

em îro dengê xwe ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan re bilind dikin. Em daxwaza bidawîanîna şerê li dijî jinên li El Faşêrê û hemû jinên li Sûdanê û rawestandina hemû cureyên tundiyê dikin. Divê qîrîna jinan bê bihîstin, jiyan û rûmeta wan bê parastin, stargehek bi ewle, piştgiriya tenduristî û derûnî ya lezgîn bê mîsogerkirin û alîkariya mirovî bêyî derengmayîn û astengkirinê ji hemû herêmên bi bandor bûne re bê şandin.

Her wiha em daxwaz dikin ku lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe û zelal bê vekirin ku sûcdar hesab bidin û binpêkirinên mafên jinan bê ceza nemînin. Em girîngiya piştgiriya însiyatîfên jinên herêmî, misogerkirina beşdariya çalak a jinan a di pêvajoyên  biryargirtinê de û ji nû ve avakirina civakê ya li ser bingehên edalet û wekheviyê tekez dikin. Bi vî yekê dê dawî li tundiyê bê anîn, aştiyeke rastîn û berfireh bê mîsogerkirin; wê jin bên parastin û hemû kesên di civakê de jiyana azad û bi rûmet bijîn.

Em weke Kongra Star, bawer dikin ku têkoşîna jinên Sûdanê ya ji bo mafê jiyanê û rûmeta mirovan, têkoşîna hemû jinên azad ên li seranserê cîhanê ye. Hevgirtina bi wan re, ne hesteke demkî ye; berpirsyariyeke exlaqî, mirovî û kolektîf e. Em radigihînin ku em bi we re ne, em êşa we parve dikin û em ê dengê we bigihîjînin tevahiya cîhanê. Têkoşîna we têkoşîna me ye; rûmeta we rûmeta me ye. Yekîtî, rêxistin û hêza xweparastinê, hêza rast e dê azadî û edaletê misoger bike. Kongra Star, di riya avakirina civakek bê tund û zextan û wekhevî, ewlehî û serxwebûnê mîsoger dike de, li kêleka jinan e û dê parastina felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” didomîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DYE’yê ji NY’ê xwest ku pêkanînên li ser Şara rake
Nûçeya Pişt re YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê komxebatek hevpar lidar xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karox Omer: Kurd li ku derê bin, dibin armanca dijmin

Rojnamevan û çavdêrê siyasî Karox Omer der barê qetilkirina du jinên rojnamevan û êriş û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên Şengalê ji bo azadiya fizikî ya Rêber meşiyan

Ciwanên Şengalê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo meşiyan û gotin; “Em li piştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star: Heya destkeftiyên jinan mîsoger nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin

Koordînasyona Kongra Star, bi sedema 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Kongra Star…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?