Sêşem, 12 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Lehengê rû li ken û wêrek
Kurdistan

Lehengê rû li ken û wêrek

Şehîd Cesûr li gel kesayeta xwe ya dirust û resen, zelalbûna armanca xwe û hezkirina jiyana gerîla rêçên pir xweşik li dû xwe hiştin. Di dilê hevrê û gelê xwe de weke şoreşgerekî leheng û rû li ken gihîşt şehadetê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

A rastî, jiyan bi çîrokan xwe ava dike. Her çîroka nû me hê nêzikî dema niha dike û têkiliyeke xurttir datîne. Şerê di başî û nebaşiyê, rastî û şaşiyê, nû û kevnê  merheleyên jiyanê ne ku ev çîrok tên hûnandin. Her wiha yên ku di vî şerî de ji bo rastiyê cihê xwe digirin hene ku nivîsandina çîrokan wan gelekî dijwar e. Destê mirovan naçe pênûsê, tilî diricifin û rengê hibra pênûsan bi hêsîrên çavan her sor dibe.Mirov dikare her tiştî binivîse lê belê nikare kesên ku giyanê xwe ji bo jiyan û azadiya gelê xwe feda kirine binivîsîne, a rastî jî her çiqas binivîsîne jî dizane ku tu gotin têrê nakin û tu carî nikare deynê wan bide. Çîrokên wan mirovan dibin cîhana heqîqetê yanî  ber bi duh, îro û sibê ve dibin. Yek ji wan çîrokan jî çîroka lehengê Amedê, Şehîd Cesûr Vedat Welat e.

AMED WARÊ LEHENGAN E

Di destpêka çîroka her lehengekî de mekanek heye, mekanê ku lehengê çîrokê çavên xwe li cîhanê vedike û lê mezin dibe. Li ser hemû xaka Kurdistanê şopên şerê azadiyê hene. Bi sedsalan e tovên azadiyê yên di kesayetiya zarokên leheng de hatine zîldan  şîn dibin. Bajarê dêrîn ê kurdan Amed, ew bajar e ku di dîrokê de bûye şahidê gelek lehengiyan û ji bo azadiyê gelek zarokên xwe yên leheng feda kirine. Ji ber vê ye ku Amed warê lehengan e ku li dijî zilm û dagirkeriyê li ber xwe didin û serî natewînin. Şehîd Cesûr jî yek ji wan lehangan e ku li ser xaka dêrîn berê xwe da şoreşê û  û bi vîneke qewî di şerê azadiyê de cihê xwe girt.

DI TEMENEKÎ BIÇÛK DE DIJMIN Û TEKOŞÎNA LI DIJÎ DIJMIN NAS KIR

Cesûr Vedat Welat (Abdulmuttalip Doğrucu) li navçeya Farqînê ya Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinyayê. Dewleta Tirk a dagirker li vir yanî li Farqînê ji salên 90’î ve li dijî gelê Kurd her cure şerê qirêj dimeşîne. Şehîd Cesûr jî weke gelekên din li ser wê xakê bi van rastiyan mezin bû. Hê di zarokatiya xwe de welatparêz bû û weke erkekî hemû welatparêzan girêdayî çand, ziman û axa xwe bû û wisa mezin bû. Di zarokatiyê de mirov bes pêlîstokên xwe nas dike. Lê belşê ev yek li Kurdistanê nepêkan e. Zarok di bin siya êrîş û dagirkeriya dewletê de mezin dibin.Li Kurdistanê ku her roj gund tên bombebarankirin, av tê qirêjkirin, xweza tê talankirin, zarokên leheng tên qetilkirin zarokên leheng mezin dibin. Gelê Kurd hê di zarokatiya xwe de bi dijminên xwe re rû bi rû dimîne û nas dike,  ji ber ku dewletek bi qasî dewleta Tirk a dagirker bêexlaq û qirêj nîne. Dewleta Tirk a dagirker temenê zarokan çi dibe bila bibe, her cure êşkenceyê li wan dike. Ji ber vê yekê ye ku Kurd tim li ber xwe didin. Bi vî awayî Şehîd Cesûr hê di zarokatiya de hem têkoşîn û hem jî rastiya dijminê xwe yê hov  nas kir. Dema ku ew 10 salî şahidbûna şehadeta gerîlayekî û  ji aliyê dewletê ve şewitandina gundê wan gelekî tesîr lê kir.

NAVÊ MAMÊ XWE LI XWE KIR Û TEVLÎ REFÊN AZADIYÊ BÛ 

Dibêjin ku kes nikare li hemberî zilmê kêfxweş bibe. Wî jî weke hemû kurdên ku li dijî dewletê neçar man û berê xwe dan Stenbolê hê di temenê xwe biçûk de di dilê xwe de li hember dijmin xwedî hêrseke mezin bû. Ew hêrs bû sedem ku gava roja wê hat, tola xwe ji vî dijminî hilîne. Piştî koçkirina li Stenbolê Cesûr ji bo debara malbata xwe di karên cuda de dixebite û li aliyekî jî ji bo bicihanaîna erka xwe ya welatparêziyê di nava ciwanên şoreşger de cihê xwe girt. Ew ciwanekî jêhatî bû. Bi salan di çalakiyên ciwanan de kedeke pîroz nîşan da. Her tim bi vîneke qewî li hemberî dijminê xwe yê hov sekinî.

Di nava malbata wî de gelek kes tevlî refên gerîla bûbûn. Her wiha apê wî Şehîd Cesûr (Vedat Dogrûcû) û eqrebeyê wî yê nêz Farqîn Amed (Recep Guneşlî) li dijî dijmin di nava refên gerîla de li dijî dijmin li er xwe dan û şehîd bûn, vê yekê jî gelekî bandor li wî kir. Soza ku dabû wan û hêrsa wî ya li dijî dijminê hov her tim ji bo wî bû sedema tekoşînê. Di vê çarçoveyê de navê mamê xwe li xwe kir û di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû.

BI BIRYARDARIYEKE MEZIN GAVÊN XWE AVÊTIN

PKK tevgereke perwerdehiyê ye. Di destpêka her tiştî de mirov xwe nas dike. Mirov di nava hebûn û çêbûnê de weke ji nû ve ji dayik dibe. Ev jidayîkbûn  bi yekitiya hizir û çalakiyan pêk tê. Kesên ku di her warî de serwext dibin û rastiya jiyanê fam dikin, tu carî têk naçin. Heval Cesûr jî bi saya perwerdehiya xwe di rêya kesayetekî azad de bi biryardariyeke mezin gavên xwe avêtin. Xwe bi perwerdehiyên leşkerî û îdeolojîk bi pêş xist.Li gel jêhatîbûna xwe di nava hevalên xwe de her tim xwedî roleke pêşeng bû. Tim ji kêmasiyên dihesiya û hewl dida ji wan xilas bibe û xwe bi pêş ve bibe. Wî hêrsbûn nedizanî. Dema ku hêrs dibû jî piştî demeke kurt rûkenîya xwe nîşan dida û  dibû sedema rûkeniya hevalên xwe. Dema ku didît moralê dide hevalên xwe kêfxweş dibû û ji vê yekê şanaz dibû. Dizanibû ku; şoreşgerê rastîn ew e ku yê rêhevalê wî pê serbilind dibe. Rêhevaltiya rastîn jî avakirina têkiliyên jiyanê yên kûr û hîskirina hev e. Ji ber vê yekê jî her tim ji aliyê hemû hevalên xwe ve bi jidilî û rûbikeniya ve hate naskirin.

LI DÛ XWE ŞOPÊN XWEŞIK HIŞT Û GIHÎŞT ŞEHADETÊ

Şehîd Cesûr hem di kêliyên şer de hem jî yên di jiyanê de xwedî helwesteke bibiryar bû bi vê yekê xwest bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di taktîkên gerîlatiyê de  xwe gelekî pêş xist û bû gerîlayekî serkeftî. Bi saya kûrbûn û perwerdeya xwe, her tim li ber xwe da û  li her derê rastiya dijminê nas kir û li gorî wê tevgeriya.Bi çanda rêxistinê  li hemû derên ku dihat wezîfedarkirin, her tim erka xwe bi baştirîn awayî  bi cih anî û li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dil û can li ber xwe da. Şehîd Cesûr jî mîna gelek lehengên şoreşger, bi kesayetiya xwe ya dirust û resen, zelalbûna armanca xwe û hezkirina jiyana gerîla rêçên pir xweşik li dû xwe hişt û  di 10’ê Adara 2023’yan de  di encama êrîşa dijmin de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medayê li gel  hevrêyên xwe Elî Xebat Botan û Rênas Raperîn tevlî karwanê şehîdan bû. Wî di dilê hevrê û gelê xwe de weke şoreşgerekî rûbiken cihê xwe girt. Bi rêz û hurmeta Şehîd Cesûr, peyrewên wî û gelek şehîdên leheng…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîla TV dîmenê çalakiya li Metînayê weşand
Nûçeya Pişt re Akkûyû bûye bîra mirinê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinan hesab ji berpirsyarên erdhejê pirsîn

Jin Bihevre Bihêzin bi şîara "Jin hesab dipirsin” di wesîleya 1'emîn salvegera erdheja 6'ê Sibatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Swîsre wê bi awayekî fermî Hamasê qedexe bike

Swîsre wê Hamasê ji 15’ê Gulanê û pê ve bi awayekî fermî qedexe bike ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da Hadî Elçîçek hate veşartin

Girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar Hadî Elçîçek ê ku jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

 2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?