Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter a 33’emîn eşkere bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 138’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wekîlê Fransî bi fermî xwest ku serdana Îmraliyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Gunerîna qanûna bingehîn ne armanca me ya sereke ye
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Gunerîna qanûna bingehîn ne armanca me ya sereke ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari baş kişand ser nîqaşên guherîna qanûna bingehîn yên di rojevê de û diyar kir ku armanca wan a sereke pêngavên demokratîkbûyînê ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Gulan 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari têkildarî pêvajoya heyî û nîqaşên li ser qanûna bingehîn ji ANF’ê re axivî.

Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya ku ji meha Cotmehê ve ye berdewam dike, di dîroka Tirkiyeyê ya sed salî de ji bo aşitiyê derfeteke gelekî girîng e û da zanîn ku divê ji bo vê derfetê hewleke mezin were dayîn.

Hatîmogûllari diyar kir ku ji bo pêkanîna aşitiyê erka herî girîng dikeve ser milên parlamentoyê û anî ziman ku guherîna qanûna bingehîn ji bo wan ne pêşanî ye.

‘EV YEK WÊ LI PARLAMENTOYÊ WERE ÇARESERKIRIN’

Tulay Hatîmogûllari destpêkê bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û têkildarî komîsyona meclîsê ku Devlet Bahçelî jî banga wê kir, ev yek anîn ziman:

‘’Banga Birêz Abdullah Ocalan, kongreya PKK’ê ya xwefesixkirinê ya piştî bangê û pêvajoya ji niha û pê ve ya guherîn û veguherînê bi rastî jî ji aliyê Tirkiyeyê ve gelekî girîng in. Bi rastî jî ev yek di dîroka Tirkiyeyê ya 100 salî de ji bo aşitiyê derfeteke gelekî girîng e.

Ji ber wê yekê divê desthilatdarî, dewlet, muxalefet û hemû beşên civakê bi vî awayî li nêzî vê pêvajoyê bibin. Ger em vê derfetê baş bi kar neynin mixabin ku em nikarin aşitiyeke mayînde jî pêk bînin.

Girêdayî vê yekê pêvajoya ku Birêz Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmehê de daye destpêkirin, di axaftinên xwe de jî nîşan da ku wî bi xwe jî têkildarî çareseriya vê pirsgirêkê peyam hene. A niha jî xebatên komîsyonê hene ku herî dawiyê ev yek anîn ziman. A rastî Birêz Abdullah Ocalan jî hê di hevdîtina ewil de ev yek anîbû ziman. Ji heyeta me re aniye ziman ku ‘divê komîsyonek were avakirin.’

Erê, em avakirina vê komîsyonê gelekî girîng dibînin. Wê naveroka wê çawa be? Wê awayê biryargirtinê çawa be? Wê bibe komîsyoneke ku dikare biryaran bigire? Helbet divê em em van detayan hemûyan biaxivin. Tiştên ku divê li ser werin axivîn ev in.

Lê belê mijara ku divê biryara wê were girtin ev e: Divê parlamento di vê pêvajoyê de  bi awayekî fermî vê erkê bixe ser milên xwe. Avakirina komîsyonekê ji ber vê yekê gelekî girîng e.  Çimkî helwesta zelal ya Birêz Ocalan, ya me, ya siyaseta demokratîk û ya mixalefetê jî ev e: Ev kar wê li parlamentoyê were çareserkirin. Aşitî wê li parlamentoyê were pêkanîn. Em avabûna vêkomîsyonê gelekî girîng dibînin û me di hevdîtinên xwe yên dawîn ên li gel partiyên siyasî jî ev yek kir rojeva xwe.  Destpêkê me seredana partiyên muxalefetê kir. Van rojan em ê seredana partiyên desthilatdariyê jî bikin û em ê vê nêrîna xwe bi awayekî berfireh li gel wan parve bikin.’’

‘NÎQAŞÊN QANÛNA BINGEHÎN JI BO ME HÊ NE ROJEVA SEREKE NE’

Tulay Hatîmogûllari bernameya DEM Partiyê ya têkildarî nîqaşên li ser qanûna bingehîn  ku gelek caran tê rojevê jî axivî û diyar kir ku hin pêngavên ku divê destpêkê werin avêtin hene.  Tulay Hatîmogûllari ev pêngav anîn ziman û diyar kir ku bes piştî pêkhatina van pêngavan wê çêkirina qanûneke bingehîn pêkan be:

‘’Ji bo pêşketina vê pêvajoyê hin pêngavên ku divê werin avêtin hene. Em dikarin ji vê yek re bibêjin paqijkirina rêyê, nîşaneya niyetê yan jî hin pêngavên lezgîn ên têkildarî mafên mirovan.

Ji bo me yekem pêvgava ku divê were avêtin, dabînkirina şert û mercên guncav ên ku hemû kes bikaribe bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ev gelekî girîng e. Çimkî ew bi xwe wê vê pêvajoyê bi rê ve bibe û pêş bixe. Ji ber vê yekê divê hemû kesên eleqedar bikaribin li Birêz Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin. Divê yekem pêngava ku were avêtin ev be.

Jixwe em mijarên din jî gelek caran tînin ziman. Mijarên  girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin. Ev yek ji bo me gelekî girîng e. A rastî em li bendê bûn ku yasaya têkildarî înfazê beriya cejnê  were parlamentoyê. Her wiha bicihanîna biryarên AIHM’ê û Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) gelekî girîng in. Bo nimûne ger biryarên AIHM’ê bi lez werin bi cih anîn, wê Birêz Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û kesên ji ber Doza Kobanê hatine girtin, werin berdan. Ev yek ji bo Osman Kavala, Parlamenterê Hatayê yê TÎP’ê Can Atalay û hemû kesên din jî derbasdar e.  Dixwazim careke din bînim ziman ku yasaya têkildarî înfazê ji bo me gelekî girîng e û hêvî dikim ku beriya cejnê werin.

Piştî wê pêngava guherînên têkildarî Kanûna Têkoşîna li dijî Terorê ye ku guherîneke mezin hewce ye. Çimkî li Tirkiyeyê hemû gotinên muxalîf bi terorê tên darizandin. Ev yek ne rast e.  Weke Birêz Abdullah Ocalan  di hevdîtinê de anîbû ziman ku gotibû: ‘Azadî qîrkirina heya dawiyê ye.’  Bi rastî jî ev tê wateya demokrasiyê.  Ji ber vê yekê divê Kanûna Têkoşîna li dijî Terorê bi berfirehî were guherîn.

Her wiha pêngaveke din jî  têgeha mafê hemwelatîbûna wekhev e.  Li Tirkiyeyê gelekî gel û bawer,  ziman û çandên cuda hene.  Ji ber vê yekê em neçar in ku 86 milyon welatiyên Tirkiyeyê di çarçoveya hemwelatîbûna wekhev de bibînin.  Dixwazim diyar bikim ku nîqaşên têkildarî qanûna bingehîn  ji bo me hê ne weke rojeva sereke ye.  Girêdayî van mijaran divê  pêngavên cidî werin avêtin, paqijiya rêyê gelekî girîng e. Me beriya niha jî bi taybetî qala vê paqijiyê rêyê kir.

Tulay Hatîmogullari, da zanîn ku pêkanînên qeyûm bi qanûna ku dijî qanûnê ye di dema Rewşa Awarte de hatiye derxistin re tê domandin û anî ziman ku li 10 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hatine tayînkirin. Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku operasyonên li dijî Ekrem Îmamoglu û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî beşek ji vê hawirdora zextê ye û got, “Divê ev pêkanînên ku kesên hilbijartî dikin hedef di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Di zemîneke wiha de mirov nikare li ser qanûna bingehîn a demokratîk nîqaş bike.”

Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku ji ber vê sedemê divê qanûna qeyûm ji holê bê rakirin, kesên hilbijartî vegerin ser karên xwe û dawî li darizandina wan bê anîn.

Tulay Hatîmogullari, da xuyakirin ku weke partî her tim diyar kirine ku pêdiviya Tirkiyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye û got, “Yên ku herî zêde ji destûra bingehîn a heyî û pêknehatina wê zirarê dibînin em in. Destûra Cuntaya Leşkerî ya sala 1982’an êdî nikare ji pirsgirêkên li Tirkiyeyê re çareseriyê peyda bike. Destûreke bingehîn a demokratîk encax piştî ku zilm ji holê rabe û lihevkirineke civakî ya berfireh çêbibe, wê demê pêkan be.”

Tulay Hatîmogullari, di nirxandina xwe ya li ser Sûriyeyê de diyar kir ku rêveberiya Şamê pêşî li komkujiyan negirtine û hin ji wan jî di bin çavdêriya wan de pêk hatine û got, “Li dijî Elewiyên Ereb, Durzî û Xiristiyanan qetlîamên pir giran pêk hatin.”

Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku jinên Rojava ji bo Rojhilata Navîn bûne mînak û di nava siyasetê de çalak û aktîf bûne. Tulay Hatîmogullari, got ku pergala Rêveberiya Xweser a li Rojava dikare li seranserê Sûriyê bê belavkirin û got, “Pêdiviya Sûriyê bi lezgînî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye.”

Tulay Hatîmogullari, anî ziman ku pêşketina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê wê ne tenê bandor li welat bike û got, “Ev yek dikare bandoreke erênî li Sûriye, Iraq û Îranê jî bike. Tirkiyeya ku pirsgirêka Kurd çareser kiriye, ne tenê li Sûriyê… li tevahiya Rojhilata Navîn dikare bibe pêşengê aştiyê.”

Tulay Hatîmogullari, di dawiyê de jî diyar kir ku demokratîkbûna Tirkiyeyê wê ji bo aştiya herêmê diyarker be û got, “Dema ku li Tirkiyê daxwaza aştiyê tê kirin: em bi baweriya ku dê tevkariyê li aştiya herêmê jî bike li pişt vê daxwazê disekinin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Eren Keskîn: Girtiyên nexwe divê tavilê bêne berdan!
Nûçeya Pişt re Sozdar Avesta: Dem dema civaka demokratîk, aştî û yekîtiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê seferberiya 13’ê Cotmehê dewam dike

Amadekariyên ji bo “Mitînga Azadiyê” ya Amedê berdewam in. Li Amedê bi beşdariya parlamenterên DEM…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump ragihand ku ew ê Muhafizên Neteweyî ji sê bajaran vekişîne

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê yekîneya cîhgir a artêşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Kongreya MXDŞ’ê de rêveberiya nû hate hilbijartin

6'emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi hilbijartina hevserok û cîgirên hevserokên Meclîsa Gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî bi nûnerên partiyên Kurdan re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?