Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê hukmê ku di biryara Îmamoglû de binpêkirin tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye
Jin

Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Leyla Amûdê diyar kir ku YPJ hêza parastina jin û civakê ye û got, "Hewce ye mêr vê baş fêm bikin. Xwedîderketina li YPJ’ê, xwedîderketina li îrade, şoreş û destketiyên xwe ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Leyla Amûdê têkildarî statuya YPJ’ê, çalakî û kampanyayên ji bo xwedîderketina li YPJ’ê ji ANF’ê re axivî.

Leyla Amûdê diyar kir ku di Şoreşa Rojava de YPJ bi roleke dîrokî rabû û got, “Di şerê li hemberî DAÎŞ’ê û dagirkeriyê de şervanên jin di sengeran de û li kêleka hevalên xwe yên xort şer kirin. Bi rastî li Iraq û Sûriyeyê leşkerên artêşê reviyan. Lê jinên YPJ’yî bi berxwedana xwe hêz, wêrekî û  cesaret  dan mêran. Li hember wî şerê hovane bi fedakariyeke mezin li ber xwe dan. Kesî texmîn nedikir ku li hember hêzeke weke DAÎŞ’ê ya hov û tundrew wê jin karibin şer bikin û li ber xwe bidin. Şervanên YPJ’ê ev berxwedanî nîşan dan. Gelek çalakiyên bi lehengî jî hatin kirin. Hevalên weke Arîn, Barîn, Rêvan, Avesta û gelek hevrêyên din, bi rastî di vî şerî de bi rola xwe ya dîrokî rabûn û di asta fermandariyê de pêşengtî kirin.

Leyla Amûdê anî ziman ku ti carî eniya jin lê bûn neket û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Li eniya şervanên YPJ’ê lê bûn qehremanî û berxwedanî çêbû. Ew şêrejinên Kurd bi awayekî ji xwe bawer û bi serbilindî şer kirin û bi ser ketin. Jin di nav Şoreşa Rojava de, xwedî rolekî mezin bû. Lewma ji vê şoreşê re dibêjin, ‘Şoreşa Jin.’ Ev tiştekî wer ji xwe ber nebû. Ev rastî û heqîqetek bû. Vê berxwedan û qehremaniyê ev piştrast kir.”

Leyla Amûdê işaret bi entegrasyona di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de kir û ev anî ziman, “Niha pêvajoyeke entegrasyonê destpê kiriye. Di vê çarçoveyê de hinek lihevkirin çêdibin. Lê di mijara jinê de ji aliyê hikûmeta demkî ve refleksên neqebûlkirinê hene. Mîna pêdivî bi hêza jin nîne nêzîkatî tên raberkirin. Em jî dibêjin ku heya ew tundî, şer, talan, destdirêjî hebe wê hêza jinê YPJ jî hebe. Bêguman qebûlkirina statuya YPJ’ê ya bi awayekî fermî di artêşa nû ya Sûriyeyê de girîng e. YPJ bi nêrîna hêzên cuda ava nebû. Her wiha wê bi nêrînên yên derveyî me jî belav nebe. Lewma divê her kes zanibe ku wê YPJ bimîne û mayînde be.”

Leyla Amûdê destnîşan kir ku divê mêr jî beşdarî çalakî û kampanyayên ji bo YPJ’ê bibin û got, “Xwedîderketina li YPJ’ê, xwedîderketina li îrade, şoreş û destketiyên xwe ye.  Ev tê wateya xwedîderketina li destketiyên manewî, ruhî, fikrî, azadî û wekheviyê ne. Lewma divê mêr jî beşdarî çalakiyên ji bo xwedîderketina li YPJ’ê bibin. Hewce ye ev helwest di her milî de hebe.”

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Leyla Amûdê bal kişand ser çalakiyên li Kobanê yên mêr jî beşdar dibin û wiha axivî, “Di vê mijarê de ez timî Kobanê mînak didim. Di her 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de mêr bi jin û dayikan re tevlî çalakiyan dibin. Ev xisûseke gelekî girîng û pîroz e. Yên herî zêde tevlî çalakiyên jinan dibin, mêrên Kobanê ne. Divê li her derê mêr vê ji xwe re mînak bigirin û bi awayekî aktîf beşdarî çalakî û kampanyayên ji bo YPJ’ê bibin û YPJ weke  hêza parastina xwe jî bibînin. Em dibêjin YPJ hêza parastina jin û civakê ye. Nîvê civakê jî mêr in. Bi sedan şoreşgerên jin di eniyên şer de ji bo parastina jin û civakê di nav berxwedanê bûn. Lewma hewce ye mêr beriya jinê jî xwedî li YPJ’ê derkeve. Ez jî weke jineke şoreşger YPJ’ê weke hêza xwe ya esasî dibînim. Ji bo hebûna YPJ’ê çi ji destê me bê bêteredut em ê bînin cih.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê rêgeha têkoşîna me diyar kir’
Nûçeya Pişt re Ji Şengalê bang: Em cangoriyên xwe li Solaxê bi hev re bi bîr bînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

SGDF: ‘Wê tu xeyal nivco nemînin’

SGDF’ê di 11’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de daxuyaniyek da, diyar kir ku berpirsiyarên komkujiyê nehatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşa Mezin a Azadiyê li gel êrîşa polîsan dewam dike

Baskê Wanê yê Meşa Mezin a Azadiyê li gel astengî û êrîşan destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin û êşkence lê hatin kirin

Polîsan li Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Gelek kes hatin binçavkirin, êşkence li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê, Amûdê û Tirbespiyê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Urmiyê jinek hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?