Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hat pirsîn
Kurdistan

Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hat pirsîn

Li Amed, Êlih û Colemêrgê bi pêşengiya ÎHD’ê û Xizmên Windayan çalakiyên ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Çalakiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan a bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li Amed, Êlih û Colemêrgê berdewam kirin.

AMED 

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 847’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolû ya Amedê pêk hat. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD, Dayikên Aştiyê, nûner û rêveberên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tevlî bûn. Beşdaran wêneyên windayan hildan û her wiha wêneyên windayan li erdê hatin raxistin. Di hefteya 847’emîn de li aqûbeta winda Omer Sogut hat pirsîn.

Beriya daxuyanî bê xwendin, Sekreterê ÎHD’ê ya Amedê Omer Saman axivî û bal kişand ser nedîtina windayan. Omer Saman her wiha bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan.

Aktîvîstê mafê mirovan Firat Mercan jî metna serpêhatiya windakirina Omer Sogut xwend û bi bîr xist ku tevî hemû serlêdanan jî ev 30 sal in edalet bi cih nehatiye.

Piştre ji bo bîranîna Omer Sogût û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

ÊLIH   

Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan di hefteya 683’yemîn de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin, gelek kes amade bûn. Vê hefteyê aqûbeta Ahmet Tekîn ê ku di Gulana 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê di kontrola rê de ji aliyê leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ve hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. Çîroka Tekîn ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Huseyîn Elçî ve hat xwendin.

Birayê Tekîn Bedrî Tekîn jî diyar kir ku hemû hewldanên wan bê encam mane, lê ew ê heta pêkanîna edaletê dev ji têkoşînê bernedin.

Çalakî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 173’yan de li ser Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin cem hev. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo Sertîp Şen ê ku di 2’ê Gulana 2019’an de li gundê Hirmîn ê Geverê dema pezê xwe diçêrand, di encama gulebarana ji qada leşkerî ve hat qetilkirin, hatin cem hev. Serpêhatiya Sertîp Şen hat vegotin û banga darizandina kiryaran hat kirin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DFG’ê rapora binpêkirina mafan a meha Nîsanê eşkere kir
Nûçeya Pişt re ‘Li girtîgehan hê jî rojnamevan hene’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di şewta Pîremegrûnê de ciwanek jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Pîremegrûn a Silêmaniyê di tankerek a veguhestina sotemeniyê de şewat derket û di…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê em bi rêya perwerdeya malbatê tundiya li dijî jinan ji holê rakin’

Çalakvanên warê jinan dibêjin: “Divê di qanûnên Iraqê de çaksazî bê kirin ji bo parastina…

Ji aliyê Stêrk TV

WHO: Mpox ne Covîda nû ye

Dîrektorê Ewropayê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Hans Kluge got ku jixwe cîhan derheqê Mpoxê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?