În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Çalakiyên 8’ê Adarê yên jinan
Jin

Çalakiyên 8’ê Adarê yên jinan

Jinan beriya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dadikevin qadan. Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

WAN

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin, em ji bo azadiyê dimeşin” hatin vekirin û pankartên “Ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê pira berxwedanê”, “Berxwedan jiyan e”, “An jiyanek azad an berxwedana bi rûmet” û “Şoreş jinan azad dike” hatin hilgirtin. Daxuyaniya bi sernavê “Em li dijî kuştina jinan serî radikin” ji aliyê Aktîvîsta TJA’yê Zîlan Aslan ve hat xwendin. 

Zîlan Aslan da zanîn ku weke jinên TJA’yê ji îro û pê ve li Wanê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kirin û got, “Çalakiyên me yên protestoyî wê heta mîtînga 9’ê Adarê li her kolan, her tax, her navçeya Wanê bidomin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî 8’ê Adarê bibin, berxwedan û serhildana xwe mezin bikin, hevgirtina xwe mezin bikin. Heta ku li vê erdnîgariyê aştiyeke bi rûmet ava bibe, rêxistina me veguhere azadiya me û jin û zaroke neyên qetilkirin em ê li kolanan bin. Em bi tilîlîliyên xwe têkoşîna xwe mezin dikin.”

 Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî axivî û anî ziman ku armanca sereke ya jinan aştiya civakî ye ku ew ber bi 8’ê Adarê ve diçin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji vir bang dikin; Her ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin, ji bo aştiyeke bi rûmet û civakî tenê rêyek heye. Ev rê; Nexşeya rê ya Birêz Abdullah Ocalan e ku ji bo hemû gelan, jin, ciwan, zarok û her kesî felsefeya jiyana hevpar û demokratîk ava kir. Ji ber vê yekê em careke din tekez dikin ku pêvajoya heyî girîng e ku ji bo aştiya civakî diyalog bê avakirin. Ji bo aştiyê divê hemû gel bi berpirsyarî rabin. Weke jinên TJA’yî heta ku li van xakan jiyana azad û wekhev pêk neyê em ê têkoşîna xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi ruhê jina azad aştiyê ava bikin.” 

 Daxuyanî bi çepik, dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.

ENQERE

Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi wesîleya 8’ê Adarê li navenda giştî ya sendîkayê civîna çapemeniyê li dar xist. Sekretera Meclisa Jinan a KESK’ê Done Gevher, bertek nîşanî polîtîkayên dijminatiya jinan a AKP’ê da.

Done Gevher bernameya çalakiyan wiha rêz kir:

-1’ê Adarê wê li Nisêbînê Zîncîra Aştiyê ya Jinan were avakirin.

-4’ê Adarê panela bi sernavê “Sala Malbatê’ were lidarxistin.

-3-7’ê Adarê li cihên kar gotubêjên bi miijarê keda lênihêrînê û şixûlîna bêyî ewlehî bên lidarxistin.

-5’ê Adarê ji bo piştevaniya bi girtiyên jin re qert bên şandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li bajarên ku grev lê hene, di rojên ku wê jinên KESK’î diyar bikin de serdanên piştevaniyê ya jinan werin kirin.”

EDENE

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya 8’ê Adarê de li pêşiya navçeya Yuregir daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevserokê DEM Partî ya Edeneyê Helîn Kaya wiha got: “Em ê li dijî şerên desthilatdariyên serwer ên mêr, pêşengî ji avakirina aştiyê re bikin. Em ê Şoreşa Jinê ya Rojava biparêzin.”

Helîn Kaya anî ziman ku ew ê 8’ê Adarê bi îlhama ku ji Şoreşa Jinê ya Rojava girtine, biparêzin.

AMED

 Li gelek navçeyên Amedê bi pêşengiya şaredariyên DEM Partiyê çalakî hatin lidarxistin.

Muduriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê û Meclîsa Jinê li Sûka Keda Jinê bi jinan re li hev civiyan.

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de serdana jinên ku li serayên Muduriyeta Bahçeler hilberandina nebatan dikin, hat kirin.

Hevserokê Şaredariya Peyasê Cengîz Dundar jî tevlî çalakiyê bû û dar hatin çandin.

Muduriyeta Jinan a Şaredariya Sûrê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Taxa Çarixlî ya Sûrê bi jinan re hat gel hev. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray, aktîvîstên TJA’yê û gelek jinên li taxê beşdarî hevdîtinê bûn.

 Sultan Yaray di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û got ku divê jin di hemû qadan de pêşeng bin. 

 Di hevdîtinê de ji jinan re sînevîzyonên tenduristiyê hatin pêşandan, piştre jinan bi hev re govend gerand.

Şaredariya Yenîşehîrê jî bi dirûşmeya” Em li dijî qirkirina jinan serî hildin, em ji bo azadiyê dimeşin” li Taxa Cimîka ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê civînek lidar xist.

 Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag di çalakiyê de axivî û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku têkoşîna jinan wê bi biryardarî bidome.

Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Cansel Talay der barê mafên heyî yên jinan de agahî da û bal kişand ser têkoşîna hiqûqî û hevgirtinê.

 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Freedom House: Li cîhanê asta azadiyê kêm bû, Tirkiye “welatê ne azad e”
Nûçeya Pişt re Înîsiyatîfa Jinê ya “Pêdiviya min bi Aştiyê heye” hat avakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

Endamê Rêxistina CPT-Amerîka Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirkiye ji Baregeha Koxê Dupişka ber bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Perûyê krîza hilbijartinê: Ji hezaran kesan protestoya ‘hîle’

Li paytexta Perû Lîmayê bi hezaran kes bi îdîaya ‘hîle di hilbijartinê de hatiye kirin’,…

Ji aliyê Stêrk TV

Bahçelî: Mitînga 4’ê Çileyê di nav sînorên azadiya ramanê de ye

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî mîitînga ku Platforma Civaka Demokratîk a ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?