Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê
Jin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê

Platforma Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wê çalakiyên 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Bi Jiyan, Jiyan, Azadî xwe biparêzin" pêk bînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî aşkere kir. Daxuyanî îro (10 Mijdar) li Parka 4ˈê Nîsanê ya li bajarê Hesekê bi amadebûna nûnerên rêxistin û tevgerên jinan ên li herêmê hate dayîn. Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Mihemed bi zimanê erebî, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bi zimanê Kurdî û rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif bi zimanê suryanî daxuyanî xwendin.

ˈTÊKOŞÎNA AZADIYÊ DİDOMEˈ

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna azadiya ya jinan hate kirin û hate gotin “Bi rihê berxwedana serdemê û bi rihê berxwedana jinan em 25ˈê Mijdarê pêşwazî dikin. Têkoşîna me ya jina azad  ji dîroka kevnar  ve heya roja îro bê navber didome.  Ji  Rosa Luxsemburg, heya Sakîna Cansiz, ji  Rîhan Şiwêş heya Asya Alî, ji  Yusra Derwîş heya Zelal Zagros, ji Gulîstan heya Hêro, ji Sorxwîn Dêrsim heya Şamîram Xabûr têkoşîn  berdewam dike. Di şexsê rêhevalên me yên  dozê de em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dûbare dikin ku em ê hesret û armanca wan a azadiyê  bi cîh bînin.”

Di daxuyaniyê de berxwedana Rêber Abdullah Ocalan, dîsa berxwedana jinên di girtinên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin hate gotin: “Em ê şopdarên dengê rastiya zindana bin, em ê bi rihê vê berxwedanê ji sîstema desthildaran re bêjin na û hezar carî na.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku sîstema serwer a zilam û ya modernîteya kapîtalîzmê her çendin zeyîf dibin ewqasî qirkirinên xwe didin ferzkirin û krîzan çêdikin. Hate gotin ” Di encama siyasetên pergala modernîteya kapîtalîst de qetilîam zêde bûne, aloziyên jiyanî, kuştin, koçberî, nexweşiyên civakî, tundî, bazirganiya bi jinan, dîsa destdirêjiya li zarokan û standina azadî û mafên rewa zêdetir bûne. Bi hincetên zayendî, olî û neteweyî jinan bi rêbazên herî tund qetil dikin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker hate kirin û wiha hat domandin “Komkujiyên xeternak, dagirkerî û koçberkirin in ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî jin zarokan û tevahî gelan pêk tîne, mînaka her ber bi çav a . Dewleta Tirk ku hewl dide projeya demokratîk û ewlehiya herêmê têk bibe, kesayetên siyasî yên welatparêz wekî siyasetmendar Hevrîn Xelef yên ku roleke sereke di şoreşa jinan û têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞˈê de lîstine dike hedef. Lê em dibînin ku hesab ji kujerên jinan nayê pirsîn û adalet û aştî pêk nayên.”

Di daxuyaniyê de siyasetên dijminane, dagirkerî û bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hember pêkanînên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin.

LI HEMBERÎ ŞIDETÊ BANGA PÊŞXISTINA XWEPARASTINÊ

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû tevgerên jinên li Sûriye û Rojhilata Navîn hate kirin ku hemberî hişmendiya ku şidetê dimeşîne, xweparastin û zanistiyê pêşbixin. Her wiha bang li hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê hate kirin “Em hêza xwe bikin yek û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwebiparêze û  hêza xwe ya parastina jin pêş bixin.”

Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê wê ji dîrokên 10-25’ê Mijdarê bi silogana “Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze” werin lidarxistin.

Bernameya çalakiyên 25ˈê Mijdarê wiha ye:

-Li gund û bajarokan wê semînerên danasîna girîngiya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî werin dayîn.

-Wê li bajaran civînên girseyî werin lidarxistin û senevîzyon li ser tundiya li ser jinan werin pêşandan.

-Wê li tevahî kantonan belavok werin belavkirin.

-Li bajaran wê di nava 3 rojan de perwerde li ser qanûna malbatê, zayendparêzî û hevjiyana azad ji  mêran re werin dayîn.

-25ˈê Mijdarê wê li ser asta kantonan meşên girseyî werin lidarxistin.

-Bi beşdariya şandeyek ji Almanyayê wê atolyayek li ser qetilkirina jinan were lidarxistin.

-24ˈê Mijdarê wê bi armanca bidawîkirina tundiya li ser jinan kampanyeke haştagê li ser medyayên dîjîtal were destpêkirin.

-Wê mal werin ziyaretkirin, rewşa jinan were şopandin û Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî were nîqaşkirin.

-Li tevahî kantonan wê şanoyek ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve were pêşkêşkirin.

-Wê der barê cûreyên tundiya li ser jinan de panel û komxebat werin lidarxistin.

-Her tevgereke û rêxistineke jinan jî wê li gorî bernameya xwe ya taybet çalakiyan li dar bixin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nûçeyên Şevê
Nûçeya Pişt re Jinan li Agiriyê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li depoya parfuman şewat: 6 mirî, birîndarek

Li tesîsa parfuman a li navçeya Dilovasi ya bajarê Kocaelî ya Tirkiyeyê şewat derket û…

Ji aliyê Stêrk TV

Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi modelên alternatîf bi ser bikevin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di ‘Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê’ de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bestayê kursiya axaftina azad: Em rê nadin talana xwezayê

Li Bestayê li hember talana xwezaya Şirnexê nobet berdewam dike. Di nobetê de kursiya axaftina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Qonaxa duyemîn a paqijkirina mayînan dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?