Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Cizîrê bîranîna kesên li jêrzemînan hatin qetilkirin
Kurdistan

Li Cizîrê bîranîna kesên li jêrzemînan hatin qetilkirin

Li Cizîrê kesên ku li jêrzemînan di 7'ê Sibatê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), bi boneya salvegera 9’emîn salvegera komkujiya jerzemînên Cizîrê li eywaneke dawetê ya Cizîrê bernameya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de ji bo kesên di jerzemînan de hatine kuştin, panel hat lidarxistin û mewlûd hate xwendin. Malbatên qurbaniyan, Berdevka DEM Partiyê û parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, rêveberên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), DEM Partî yên Şirnex û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Li cihê bîranînê pankarta ku navên qurbaniyan û nivîsa “Lehengên Cizîra Botan” li serê nivîsandibû hat daliqandin. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre, panela bi navê “Aştiyê” hat lidarxistin. Di panelê de Hevseroka MEBYA-DER’ê Esmer Çikmaz, nivîskar Aysegul Devecîoglu, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan axivîn.

Di destpêke de Hevseroka MEBYA-DERê Esmer Çikmaz axivî û hovîtiya ku li jerzemînên Cizîrê qewimî bibîr xist û wiha got: “Em bûn şahîd ku di jerzemînên Cizîrê de çi hat serê zarokên me. Em tu car ji bîr nakin. 10 sal derbas bûn lê ji bo me weke roja îro ye. Em dibêjin îro roja reş e lê ronahî li pêş me ye. Şehîd namirin, şehîd namirin. Em Kurd destê xwe bidin hev, em ê bi ser bikevin.”

Piştre jî Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan axivî û destnîşan kir ku ew ê ji bo kesên hatine kuştin têkoşîna xwe ya hiqûqî û edaletê bidomînin û got ku di pêvajoyên çareseriyê de pêkhatina edaletê pirr girîng e.

Nivîskar Ayşegul Devecîoglu jî anî ziman ku ji bo aştî pêk were divê hemû beşên civakî tev li pêvajoye bibin û got: “Li vir aştî bê axaftin û li Rojava şer berdewam bike û mirov bên kuştin nabe. Em aştiyê dixwazin û em hêviya xwe li benda desthilatê nehêlin. Ji bo wê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ji Ayşegul Dogan axivî. Aysegul Dogan jî destnîşan kir ku ew ê hesabê vê komkujiyê bipirsin û wiha got: “Ji bo me hemûyan rojeke pir giran e. Tu gel vê pergalê qebûl nake. Doza me dozeke mafdar e. Em hêza xwe ji baweriya xwe û gelê xwe distînin. Ew hêza xwe ji mîrateya xwe ya têkoşînê distînin. Em dibêjin Kurd hene û mafê Kurdan jî hene. Kesên Kurdan nas dikin divê hebûna Kurdan jî nas bikin. Rojava li ber me ye, divê em destkeftiyên wê û statuya wê biparêzin. Li Tirkiyeyê heke yekitiyek wekhev pêk neyê em ê têkoşîna xwe dîsa bidomînin. Em dibêjin êdî dem dema li hevhatineke bi rûmet û aştiyeke mayînde ye. Di vî şerî de hemû kes winda dikin. Êdî tu kes ji Kurdan re nikare bêje hûn bê statu bimînin. Kurdan sed sal in serî netewandiye. Piştî vê demê jî tu Kurdek serî natewîne. Çiqas desthilat biguherin jî lê mêjî eynî ye, heta pergal neguhere û peymaneke nû ya civakî neyê nivîsandin doza me wê berdewam bike. Em ê bi rêbezên demokratîk hesabên êşa xwe bipirsin. Tu kes nikare van komkujiyan bi me bide jibîrkirin. Ne tenê gelê Kurd jî kesên ji xwe re dibêjin em demokrat in jî divê li hesabê van êşan bipirse.”

Ayşegul Dogan diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê dest pê bike divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û wiha axivî: “25 sal in Rêberek di bin barekî aştiyê de ye. Ev bar li ser milê wî ye. Lê ew di bin tecrîdê de ye. Gelê Kurd dibêje Rêberê me ye û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan dixwaze. Bê Kurdan ne li Tirkiye û ne jî li Rojhilata Navîn aştiyek pêk nayê. Divê em heza xwe ji xwe bistînin. Gelek tişt tên gotin û bi zanebûn dixwazin tifaqa Kurdan pêk neyê û baweriya me bişkînin. Herî zêde ji tifaqa me ditirsin. Em çiqas bi tifaq bin tirsa wan wê ewqas mezin bibe. Dem dema xwedî derketina li Girava Îmraliyê ye. Ew rêberê gelekî ye. Bi salan e dixwaze ji gelan re rêyeke vebike. Ev firsendeke dîrokî ye û divê neyê windakirin. Derî bi derî, mal bi mal em ê xwedî li fikra aştiyê derkevin. Heta ku em vê tecrîdê ranekin û dengê birêz Abdullah Ocalan neyê bihîstin, em wî nebînin, em nikarin bêjin pêvajoyekê dest pê kiriye. Rast e pêvajoyek heye lê tiştek zelal tune ye.”

Panel bi pirsên beşdaran û bersivên axivêran bi dawî bû.

Piştî panelê ji bo qurbaniyên jerzemînên Cizîrê mewlûd hat xwendin. Bîranîn bi xwendina mewlîdê û danîna xwarinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
Nûçeya Pişt re Ji bo bîranîna Asya û Rojger klîba ‘Awirên Bazan’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Tarsûsê Newroz hat pîrozkirin

Li Tarsûsê bi hezaran kes hatin ba hev û agirê Newrozê vêxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amûdê ji aliyê xizmên girtiyan ve çalakî

Malbat û xizmên girtiyan ku li bajarê Amûdê li hev civiyan, daxwaz kirin ku çarenûsa…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

Aso ku kete bin bandora xwezaya bêhempa ya Dersimê û welatparêziya gelê wê ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê fuze avêt baregeha Komele

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?