Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Colemêrgê polîtîkayên şerê taybet: Fûhûşt, narkotî û çete
Kurdistan

Li Colemêrgê polîtîkayên şerê taybet: Fûhûşt, narkotî û çete

Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût diyar kir ku salên dawî li Colemêrgê fûhûş û narkotîk bi zanebûn hatine zêdekirin û işaret bi girîngiya têkoşîna gel a li dijî vê yekê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Colemêrg ku li sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojhilat e, di hedefa polîtîkayên şerê taybet ên dewletê de ye. Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet ên dewletê de fûhûş, bikaranîna û firotina madeyên narkotîkê, mafya û çetebûyîn zêde bû. Kuştin, êşkence û kiryarên xerab bûne kiryarên rojane. Şêniyên bajêr dibin hedefa wesayitên zirxî û fîşkên polîsan.

Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût li ser polîtîkayên şerê taybet ên dewletê ji ANF’ê re axivî û got, “Bi taybetî piştî sala 2015’an polîtîkayên şerê taybet bi giranî hatin meşandin. Bi giranî li Colemêrg û Şirnexê ev polîtîka hate meşandin. Madeyên narkotîkê bi hêsanî dikevin nava bajêr û têne firotin. Di heman demê de fûhûş jî bi serbestî tê kirin. Ev yek bi giranî ji aliyê wezîfedarên dewletê ve tê kirin. Me dît ku di wesayita polîsan de narkotîk hebû. Mînakên vê yekê gelekî zêde ne.”

POLÎTÎKAYA TEPISANDIN Û TESLÎMGIRTINÊ’

Humeyra Armût ragihand ku dewlet ji sala 2015’an û vir ve li ser xelkê Colemêrgê polîtîkaya tepisandin û teslîmgirtinê dimeşîne û got, “Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê bûyerên li Colemêrgê qewimîn divê bi berfirehî bêne lêkolîn. Di wê demê de polîtîkaya şerê taybet gihîştibû asta herî bilind. Dewletê giraniya hêza xwe da vê derê. Colemêrg bajarekî welê ye ku nifûsa xwe ya ciwanan zêde ye. Dewlet dixwaze ciwanan li qadeke teng asê bike. Hewl dide dizî, fûhûş û narkotîkê li vir normal bike. Ev tesadufî nîne, parçeyek ji pêvajoya asîmîlasyonê ye. Festîval û konserên têne lidarxistin jî bi vê armancê ne. Herî dawî li Çelê di festîvalekê de çawişekî pispor destdirêjî li keçeke 17 salî kir. Bûyerên bi vî rengî çalakiyên bi zanebûn e ku ji bo rizandina civakê ya bi rêya ciwan û jinan têne kirin.”

‘DIXWAZIN BAJÊR BIKIN QADEKE LEŞKERÎ’

Humeyra Armût diyar kir ku salên dawî li Colemêrgê bûyerên xwekuştinê yên jin û ciwanan zêde bûn û got, “Ciwan ji ber ku li vê derê qada jiyanê nabînin û bêçare dimînin neçar dimînin ku koçî metropolan bikin. Dixwazin ciwanan bi vî rengî ji warê wan qut bikin û bikin biyanî. Ber bi narkotîkê ve têne dehfdan. Armanc tinekirina bajêr, valakirina bajêr e, bi vî rengî dixwazin bajêr veguherînin qadeke leşkerî. Çelê êdî veguherî qadeke leşkerî û li her derê hêzên ewlekariyê hene. Li ser Colemêrgê polîtîkaya şerê taybet tê meşandin û dixwazin tirsê biafirînin. Ciwanên ku dixwazin mafê xwe yê şermezarkirinê bi kar bînin dibin hedefa fîşekan. Yên ku bi Kurdî distirên û govendê digerînin têne binçavkirin. Hunermendên herêmî ji ber stranên xwe yên bi Kurdî têne binçavkirin û girtin.”

‘ÇAND Û ZIMANÊ KURDAN TÊNE ÎNKARKIRIN’

Humeyra Armût herî dawî got, “Di bingeha polîtîkayên şerê taybet de înkarkirina çand, ziman, huner û zimanê Kurdan heye. Armanca wan afirandina kaosê ye. Desthilatdariya AKP’ê ji bo desthilatdariya xwe dewam bike hewl dide bi siyaseta li dijî Kurdan xwe rewa bike. Dawiya dawî Kurdan û zimanê Kurdan qebûl nakin. Polîtîkaya ku AKP dimeşîne bi temamî polîtîkaya dijminatiyê ye. Ji bo pêşî li vê yekê bigire em di nava karekî berfireh de ne û li dijî polîtîkayên şerê taybet divê em xeteke têkoşînê ya hevpar ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN COLEMÊRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîla Korkmaz: Hevalê Egîd bi çalakiya xwe pêşengî ji artêşa me re kir
Nûçeya Pişt re Şervanê wêrek ê gelê Ereb: Ebû Leyla Şehîd
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir

Jinên Êzidî bi wesîleya 4’ê Nîsanê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û gotin:…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê: Werin em li hemberî xiyanet û hevkariya PDK’ê bibin yek

Komîteya Karên Derve ya PKK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK li hemberî berjewendiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê di salekê de 110 jin hatin qetilkirin

Rêxistina Herena ragihand ku navbera 25’ê Mijdara 2024’an û 25’ê Mijdara 2025’an li Îranê 110…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?