Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Li dijî desteserkirina Şaredariya Esenyûrtê divê em bi hev re li ber xwe bidin’
Rojane

‘Li dijî desteserkirina Şaredariya Esenyûrtê divê em bi hev re li ber xwe bidin’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, "Dixwazin peyamekê bidin Lihevkirina Bajêr û Stenbolê. Divê em bi hev re li ber rabin, îtiraz bikin û li ber xwe bidin." Ayşegul Dogan her wiha got, divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî bûyerên di rojevê de ne li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Dogan nerazîbûn nîşanî binçavkirin û girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm da. Dogan diyar kir ku biryar dane ku Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û parlamenterên wan li Stenbolê bicivin û bi gel re li pêşiya şaredariyê bicivin. Dogan, wiha domand: “Heke em bi hev re ji qeyûm re nebêjin na, heke em dengekî xurt dernexînin dê bêhiqûqtî, newekhevî û bêedaletî mezintir bibe û ji jiyana me tevan bidize. Xwezî em neçar nemabûna ku me bi bîr xista lê mixabin îro ji Colemêrgê heta Esenyurtê, ji sala 2016’an heta niha em bi heman lîstikan re rû bi rû ne. Dîsa di sersibehekê de derî tên şikandin û operasyon tên kirin. Çi bû? Heke derheqê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de lêpirsîneke hiqûqî û li gorî demokrasiyê bihata kirin, her tişt dê cuda bûya. Êdî em tevek dizanin ku ne wisa ye.”

Dogan, got ku Esenyurt mezintirîn navçeyê Tirkiyeyê ye û milyonek û nîv însan lê dijîn. Dogan, wiha pê de çû: “Kesê hedef hatiye girtin, şaredarekî bi rêya Lihevkirina Bajar hatiye hilbijartin e. Lewma divê mirov ji gelek aliyan ve binirxîne. Dixwazin hem peyamê bidin Lihevkirina Bajar hem jî bidin Stenbolê. Naxwazin muxalefeta demokratîk xurt bibe.”

Dogan, anî ziman ku karîneya bêgunehiyê ji holê hatiye rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe nebû lê ew tiştên pir biçûk jî tune kirin. Ya hatye kirin xespkirina îradeyê, wêranî û talan e. Divê em tevek bi hev re dengê xwe derxînin, nerazîbûna xwe nîşan bidin û li ber xwe bidin. Divê em li dijî vê têbikoşin. Divê em wan bidin zorê ku li gorî hiqûqê tevbigerin. Çima Esenyurt û çima Şaredarê Esenyurtê? Çima ev pirs tên kirin; ji ber ku pêdiviyeke mezin bi lihevkirina civakê û aştiyê heye. Di serdemeke wiha de ji bihêzbûna muxalefeta demokratîk ditirsin. Bi vê tirsê jî dikevin nava operasyonên siyasî û dibêjin qey bi qelskirina muxalefeta demokratîk dê Tirkiye qezenc bike. Lê Tirkiye wiha qezenc nake.”

Dogan, bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û ev tişt anî ziman: “Divê ji paşerojê ders bihatina girtin û ew rêbaz bihatina terikandin. Li rexekê qala hevhembêzkirinê dikin li rexa din jî mistê nîşan didin. Li rexekî dê qeyûm tayînî mezintirîn navçeyê Tirkiyeyê bikin li rexa din jî dê ji ber kurdbûna wî, şaredarê wê bigirin. Ev nayê qebûlkirin. Ev ne tenê DEM Partî û CHP’ê eleqedar nake. Her kesên daxwaza lihevkirina civakî û aştiyê dikin li dijî vê ye û dixwazin ev biryar were betalkirin.

Hedefgirtina şaredarekê ku dengê tevahiya derdorên civakê girtî, hedefgirtina ruhê lihevkirina bajar e. Hedefgirtina pêkvejiyanê û modêla rêvebirinê ye. Ji kerema xwe herin li hesabên Şaredariya Esenyurtê û yên Ahmet Ozer binêrin bê ka çi xebat kirine û modêleke çawa xistiye meriyetê. Modêleke piranîparêz, derfireh, gelparêz û demokratîk xistiye meriyetê. Ya ku jê aciz bûn jî ev e. Demokrasiya herêmî. Naxwazin em vê nîqaş bikin.

Weke DEM Partiyê em vê lîstika tê lîstin dibînin. Bi sala ye rastî heman nebaşiyê tên. Ev lîstik, hesabên biçûk bi Tirkiyeyê didin windakirin. Yên van tiştan dikin bila bînin bîra xwe bê ka me şaredariyên qeyûm lê tayin kirin çawa yek bi yek ji wan standin.

Serokkomar duh digot cihê hiqûq lê tune be, edalet nabe. Ma êdî dê bêhiqûqtiyeke çawa hebe. Nûçeya tayînkirina qeyûm û kitekitên operasyonê em li ser medyayê hîn dibin. Dibêjin ev komar bi qasî ya tirkan ya kurdan jî ye. Lê hêj saet bi ser re derbas nebûn ku careke din nîşanî me dan ku komar tenê ya çînekê, komekê, mezhebekê û etnîkekê ye.

Polîtîkayên înkar, tunehesibandin, pişaftin û ewlehiyê didomin. Aştiya civakî, lihevkirin û guftûgo bi vî awayî nabe. Ma jidilbûna we ev e? Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûm welêt birevê bibin û hevhembêzkirina civakî ma dê wiha bibe?”

Piştre jî Dogan pirsên rojnamegeran bersivand. Dogan, bal kişand ser gotinên Bahçelî yên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotinên Erdogan ên têkildarî “Muxatabên esil” û ev nirxandin kir: “Di esasê xwe de muxatabê vê bangê birêz Ocalan e. Bi mehan piştre hevdîtinek hate kirin. Serlêdanên parêzer û malbatan bi rêk û pêk didomin. Em li bendê ne ku tecrîd bê rakirin.” Dogan, peyama Abdullah Ocalan jî xwend û wiha got: “Nifteya di vir de, derfet e. Ji bilî gotinên Erdogan û Bahçelî tu rewşeke ku em weke pêvajo pênaes bikin tune ye. Fikar zêde dibin. Divê tenê bi bangawaziyan bisînor nemîne. Ez careke din dibêjim; nifte şert û merc in.”

Dogan, axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêkeke me ya di mijara muxatabiyê de tune ye. Di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de muxatab diyar e. Ji bo bi rêyên aştiyene were çareserkirin muxatabê sereke birêz Ocalan e. Em qala rewşeke piraktorî dikin. Weke DEM Partiyê em kirdeyeke çalak in. Em hêza rêxistinkirî ya derdorên civakî ne. Partiya me xwedî sekna herî hevgirtî ye ku xwedî bername û nexşerêyekê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dersimê çawişekî pispor bi 12 kg madeyên narkotîkê hate girtin
Nûçeya Pişt re Li Amedê protesto: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ciwanên ji Qamişloyê: Em ê xaka xwe biparêzin

Ciwanên ji Qamişloyê anîn ziman ku ew bi biryar in li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nîjeryayê di nava du salan de bêhtirî 10 hezar kes hatin kuştin

Li gorî raporek ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hate weşandin, hate ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?