Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Bekir Demîr pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sosyolog Michel Kokoreff: Em şahidiya şiyarbûna siyasî ya nifşekî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku bi torên sûc re rû bi rû dimînin, ji bo paşerojê pirsgirêkeke cidî ava dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li dijî komkujiyê çalakiyên bersivdayînê: Li baregehên artêşa Tirk û çeteyan hate xistin
Rojava

Li dijî komkujiyê çalakiyên bersivdayînê: Li baregehên artêşa Tirk û çeteyan hate xistin

Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê zarok jî di nav de ji malbatekê 9 sivîl qetil kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiva vê komkujiyê da û baregehên dagirker û çeteyan kir hedef.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Dewleta Tirk a dagirker piştî komujiya ku şeva yekşemê li gundê Berxbotanê li dijî malbatekê pêk anîbû ku di encamê de jin û zarok di nav de, 9 kes şehîd bûn û du kesên din bi giranî birîndar bûn, êrîşên xwe yên dijminane li ser herêmên cuda berdewam kirin. Hêzên me ku bi çalakiyan bersiva komkujî û êrîşan dan, li baregeh û kozikên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xist.”

Di daxuyaniyê de ev hûrgûlî jî hatin dayîn:

“Eniya Qereqozaxê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh (duşem) gelek caran gundên Xeseq û Tînayê bombebaran kirin. Di heman demê de gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, Sinaa, xaçerêya Sirînê û girên Sêvê û Qereqozaqê bi obîsên giran, tank, roket û hawanan topbaran kirin. Deverên navborî bi zêdetirî 80 guleyan hatin hedefkirin û di encamê de zirarên mezin gihaştin mal û milkên sivîlan.

Şervanên me ku bersiva komkujiya li gundewarê Kobanê û êrîşên din da, çalakiyek li baregehên dagirker û çeteyan ên li eniya rojavayê Pira Qereqozaqê li dar xist. Di encamê de zirarên mezin lê bûn; lê hejmara kuştî û birîndarên çete û dagirkeran nehat tesbîtkirin. Piştî vê çalakiyê, şervanên me li eniya başûrê rojavayê pirê çalakiyeke din li dar xist. Di çalakiyê de cîhazek û qaîdeya radarê ya dewleta Tirk a dagirker hatin rûxandin û zirarên mezin li baregehê bûn. Her wiha kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn. Dagirker û çeteyan ji wan baregehan êrîşî gundên derdora pirê dikir ku di encamê de sivîl şehîd dibûn û zirar li mal û milkên wan dibûn.

Hemwextî çalakiyên bejahî, Yekîneyên Şehîd Harûn 4 çalakiyên hewayî yên serketî li dijî nuqte û kombûnên dagirker û çeteyan kirin. Di encama her çar çalakiyan de derb li nuqte û kozikên çete û dagirkeran hatin xistin. Lê agahiyên der barê windahiyên çete û dagirkeran de nehatin zanîn.

Eniya Bendava Tişrînê; dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsên giran êrîşên xwe li ser derdora bendavê berdewam kirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Di saetên destpêkê yên sibehê de, çeteyan êrîşî nuqteyên hêzên me yên li gundewarên bakurê bendavê kir. Hêzên me jî li dijî kombûnên wan çalakiyek li dar xist. Bi qasî hat tesbîtkirin di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 2 çete birîndar bûn. Hêzên me li gundewarên başûrê bendavê çalakiyeke din li dijî kombûna çeteyan li dar xist û hin çete birîndar kirin, lê hejmara wan nehat zanîn.

Eniya Eyn Îsayê; dagirker û çeteyan careke din bi obîsên giran li gundê Bîr Ereb malên şêniyan kirin armanc. Di saetên piştî nîvro de jî, gundê Ebû Sira bi obîsên giran bi dijwarî hat topbarankirin. Di encama topbaranê de zerar li mal û milên şêniyan bû. Çeteyên dagirkeriyê hewl da ji aniyê gundê Bîr Ereb ê bakurê Eyn Îsayê êrîşî hêzên me bikin, şervanên me bi çalakiyekê êrîş têk bir. Encamên çalakiyê nehatin zanîn.

Balafirên bêmirov ên dagirkeran di tevahiya rojê de li ser Eyn Îsa û Kobanê geriyan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Têkoşîna wan hêz û baweriya me xurttir dike’
Nûçeya Pişt re Kongra Star bêdengiya li hemberî komkujiya Berxbotanê şermezar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê banga ‘piştevaniya bi Rojava re mezin bikin’ hate kirin

Endamên Platforma Saziyên Demokratîk êrîşên komên çete yên li ser Helebê, li Qada Şîşhane ya…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Wê 7 kes di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin

Şandeya Îmraliyê wê ji 7 kesan pêk were ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Sûriyeyê di 2 hefteyan de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?