Li gorî daxuyaniya polîsan, li bareke li rojavayê Johannesburgê di êrişa çekdarî de 17 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku êrişkar beriya ji cihê bûyerê bi 2 wesayitan birevin, telefonên hin muşteriyan jî ji wan standine.
Li herêma Lwandle ya li nêzî Cape Townê, roja Yekşemê danê sibehê li hemberî cihekî din ê şahiyê êrişeke çekdarî hate kirin. Di êrişê de ku saet di 01:46’an de pêk hat, 10 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Polîsan diyar kirin ku ji bo girtina kiryarên herdu êrişan lêpirsîn hatiye destpêkirin.
ROJÊ DERDORA 60 KES TÊNE KUŞTIN
Li Efrîkaya Başûr ku çekên qanûnî û neqanûnî lê zêde ne, êrişên çekdarî gelek caran rû didin. Hevrikiya çeteyan û şerê berjewendiyan ê aboriya li derveyî qeydê weke sedemên sereke yên bûyerên tundiyê têne nîşandan.
Li welatê ku nifûsa xwe derdora 62 milyon mirov e, her roj derdora 60 kes têne kuştin. Efrîkaya Başûr li cîhanê yek ji wan welatan e ku rêya kuştinê lê gelekî bilind e.

